Felah Mustafa: “Kurdistanenke yekgirtî û serbixwe xewna her kurdekî ye”

Felah Mustafa

Di roja 3ê nîsanê de şandeyeke ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta xurtkirina hevkariya herêmê ligel Spanyayê serdana Madrdê kir û hevdîtin ligel wezîrê derve yê Spnayayê José Manuel García-Margallo û bepirsiyarên curbecûr yên dewletê çêkirin.

Şandeyea kurdî ji van berpirsiyaran pêk dihat: Felah Mistefa, berpirsê têkeliyên derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, cîgirê serokwezîrê hikûmetê Îmad Ehmed, wezîrê plansaziyê Elî Sindî, Kamran Ehmed wezîrê avadaniyê û nîştecîbûnê, Daban Şadala nûnerê hikûmetê li Spnayayê û çend karmendên payebilind.

“Êdî wek berê em nabin xulam”

Di hevpeyvînekê ligel ajansa nûçeyan ya spanî EFE de Felah Mustefa behsa têkiliyên di navbera Hewlêr û Baxdayê kir û got ku “Têkilîyeke normal nine” û  wiha pêde çû “Mafên me di destûra îraqî de naskirî ne û me rêkeftin ligel hikûmeta navendî îmzekiriye. Lê hin deshilat li Bexdayê hene ji hebûna herêmeke kurdî ya hêzdar ditrsin û ji ber wê jî dixwazin pêşdeçûna me frên bikin”.

Mustafa behsa êşa Kurdan kir û ku êdî Kurd naxwazin biêşin lê ew destnîşan kir ku divê baş bê zanîn ku herêma Kurdistanê ne parêzgehek e lê ew herêmeke xwedî maf in. Mustefa got “Êdî wek berê em nabin xulam”.

“Kurdistanenke yekgirtî û serbixwe xewna her kurdekî ye”

Derbarê egere çêbûna Kurdistaneke serbixwe Mustefa got “Kurdistanenke yekgirtî û serbixwe xewna her kurdekî ye” lê wî tekez kir ku divê mirov “realîst” be û ku haya hikûmeta wî ji rewşa Rojihalta Navîn heye. Derbarê yekîtiya Kurdan Mustafa got ku netewa kurd dê herdem yekgirtî be digel ku ew di dewletên curbecûr de dijî.

Felah Mustefa gava pêşî ji danûstandinê aştiyê di nav PKKê û huikûmeta pîroz kir û pêşwaziya gav û biryarên  serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan kir. Her wisa diyar kir ku hikûmeta wî amade ye eger derfet hebe ku roleke di proseya aşîtiyê bilîze. Derbarê Rojavayê Kurdisatanê Mustefa tekez kir ku hikûmeta herêmê dê li benda tiştên ku bi Kurdên Rojava re çêbibin û dê piştgiriya wan bikin gava dema standina biryaran were.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s