Kurdekî ji ‘zurriyeta nifşê dawî yê Ewropiyan’

Alan di odeya xwe ya li xaniyên xwendekaran de li Kolnê / RÛDAW

Rûdaw/Z.A – Alan Çawîş beriya 23 salan li Kurdaxê ji dayîk bûye, li wir xwendina xwe ya seretayî û navîn qedandiye û piştre hatiye Almanyayê. Sedema sereke ya hatina Alan ya Almanyayê xalê wî bû, yê ku aborî li Almanyayê xwendibû û ji Alan re behsa başbûna xwendinê li vî welatî  kiribû û heşt mehan almanî fêrî Alan kiribû.

Alan xwendina bijîşkiyê di sala 2009ê de di zanîngeha Kolnê de destpêkir û derbarê hilbijartina vê beşê xwendinê  de dibêje: “Bavê min veterîner e,  dema ez bi wî re diçûm ba cotarekî ku berxekî wî nexweş hebû û bavê min derman didayê û jê re digot ku berxê wî dê rihet bibe, cotkar jî bi vê yekê rûgeş dibû. Gava min ev kêfxweşî di rûyê cotkar de didît, nemaze roja din dema em diçûn serdana wan ajalên nexweş û me didît ku çawa ajal bi virde û wêde dibeze, wê çaxê ez difkirîm ku dema ez mirovekî derman bikim ezê dîsa wan hestên kêfxweşiyê di rûyê wî de bibînim, vî tiştî hîşt ku ez bijîşkiyê bixwînim.”

Alan bi cilên kurdî di çalakieyke çandî de / YASA

Alan niha serokatiya Komeleya Xwendekarên Kurd “Raman” dike: “Em alîkariya xwendekarên ku nû ji welat tên dikin. Ji ber astengiyên  zimên em  di warê amadekirina kaxesên qeydkirinê di zanîngehan de alîkariya wan dikin û ji bo veqetandina şaxên xwendinê em şîretan li wan dikin. Li aliyê din jî em karên çandî dikin, ango em bi rêya lidarxistina şahiyan, pîrozkirina Newrozê, semîner û hwd. em xwendekarên alman û yên biyanî bi yên kurd didin nasandin.”

Alan dibêje ku karê komeleyê gellek tişatan dide wî jî: “Min bi rêya komelê gellek kesên hêja nas kirin, endamên me li gellek bajarên Almanyayê hene, ez dikarim bêjim ku ev komel ji min re wek malbateke biçûk e, em di hundirê vê malbatê de jî derd û kulên xwe ji hevdû re vedikin.”

Profesora anatomiyê jê re gotibû ku eslê wî ewropî ye

 Tiştekî Alan yê balkêş heye û ew pê gellek kesan matmayî dihêle: Dema ew dibêje ez Kurd im. ji ber ku rengê por û rûyê wî dihêle ku xelk texmîn bike ku ew Alman, Îngilîz, polonî anjî Swêdî ye. Û ji ber ku ti kes tê dernaxîne ka eslê Alan çi ye, wÎ êdî naskirina eslê xwe kiriye tiştanok, ji ber wê jî dema ew xwe bi xelkê dide nasandin, ji wan re dibêje “Ka texmîn bikin ez ji kû me.”

Alan an jî Çîlo, weke ku li Efrînê dihat naskirin, behsa gellek anekdotan dike ku hatine serê wî, yek ji wan jî ev e: “Carekê ez li nexweşxaneya zanîngehê bûm, du kesên biyanî li pêşiya makîneya qehweyê bûn, wan pere avêtibûn makîneyê lê qehwe nehat. Ez hatim û min jî pere avêtin makîneyê, hema qehwe ji min re hat. Yekî ji hevalê xwe re got ‘Te dît, makîne qehweyê dide Almanan û nade me’. Ez keniyam, min jê re got bira ez jî wek we biyanî me, min xwe bi wan da nasandin, yek ji wan jî Kurd bû. Dema zanî ez Kurd im, rabû ez maç kirim.” Em ji Alan dipirsin ka ew xwe sedî sed Kurd dibîne, Alan dikene û dibêje “nizanim” û sedema nezanînê wiha vedibêje: “Carekê profesora anatomiyê ji min re got: Ez diramim ku tu ji zurriyeta nifşê dawî yê Ewropiyan be ku li wê herêmê jiyabûn.” Lê Alan giringiyeke zêde nade vê meseleyê û xwe tenê Kurd dibîne: “Ne xema min e ku beriya 700 salan koka min çi bû, ez dizanim ku min çavên xwe li dunyayê vekirin û her tişt li derdora min kurdî bû, niha tu damarên min vekî tuyê xwîna kurdî bibînî.”

Alan ligel endamên komeleya Rewşen Bedirxan li Efrînê / Alan Çawîş

“Êdî  ez dikarim her tiştî bêjim û tirsê ku ez bêm girtin nema”

Di meha borî de Alan ligel grûpeke ji xwendekarên zanîngeha Bonnê serdana Amed, Heskîf û Cizîra Botan kiribû. Bi taybetî Amedê bandora xwe li ser Alan hiştiye: “Bi rastî jî Amed dilê Kurdistanê ye. Ez berê diramiyam ku xelkê Amedê pirr bi tirkî diaxive lê min dît ku axaftina li kolanan hemû bi kurdî bû.” Piştî wê Alan û hevalên xwe çûn Başûrê Kurdistanê û serdana gellek bajarên herêmê kirin û ligel berpirsiyarên hikûmetê jî hevdîtin pêk anîn. Piştî serdana Başûr, Alan berê xwe da Kurdaxê û Newroz di nav heval û mirovên xwe pîroz kir. Alanê ku berê li Efrînê çalak bû û bi tirs xebata xwe dimeşand,  vê xarê li Efrînê rastî rewşeke cuda hat: “Min bi vehesiyeke mezin hest kir ku êdî  ez dikarim her tiştî bêjim û ew tirsa ku ez bêm girtin nemaye.” Alan xemgîniya xwe anî ziman ji ber rewşa hejariya gel û kêmbûna alîkariyan, bi taybetî ji bo komeleyên wek Saziya Fêrkirin û Parastina Ziman û komeleya Rewşen Bedirxan: “Lê digel astengiyên wan yên aborî, dîsa jî bi germahî û belaş ji bo fêrkirina ziman û başkirina rewşa jinan kar dikin. Divê Kurdên Ewropayê wan bi tenê nehêlin”.

Advertisements

One thought on “Kurdekî ji ‘zurriyeta nifşê dawî yê Ewropiyan’

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s