Tolik û Kerbeş li Spanyayê

Şîva tolikê berî ku em pê venin, li paş jî enkûra malê ku em têde şînkatî diçînin

Barana ku îsal di meha adarê de li herêma Don Kîxotê bariye di 100 salên berê de nebarîbû. Gelek çem vejiyan, lehî  gelek zevî di bin avê de hîştin. Spas ji vê baranê re  ev bû mehek ku em şîva tolikê her çend rojan dixwin.

Di hefteya borî de em ji xwe re çûbûn golek nêzîkî bajarê Ciudad Realê. Lêmişta (lehî) ku çêbûye gihîştibû orta bendenên darên nêzîkî golê. Di rêya vegerê de em li cihekî rawestiyan ku gellek kerbeş û tolik lê hebûn û me dest bi xwarina van giyayan kir, spaniyên ku bi erebeyên xwe li kêleka me derbas dibûn bi rûyekî matmayî li me dinihêrîn.

Meta min dibêje ku li Çiyayê Kurmênc ji bilî tolik û kerbeş gelek giyayên din têne xwarin û dikevin şîvan wek: çoqir, nançûk, derzîdong toqli, gêlincik, qiloqê (guhê) xezalê, derpîkê pisiyan (ku kulîkên wê orovî ne û di bin darê zeytûnê derdikevein).

Ji çepê: Xal, bav, met û apê min kerbeş û tulik dixwin
Apê min Remzî kerbeş ji stiriyan baqij dike
Ji ber ku min gellek kerbeş û tolikê teze xwarin zikê min bi pêşde çû
Meta min Emîne tolik vediqetîne û baqij dike
Di malbeta Ala de mêr jî karê malê dikin, xalê min Aslan tolikê hûr dike
Advertisements

One thought on “Tolik û Kerbeş li Spanyayê

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s