Li Kurdaxê navê “Komara Erebî ya Sûriyê” ne pirsgirêk e

Dibistana seratayî li Mabeta / Bihar
Dibistana seratayî li Mabeta / Bihar

Rûdaw / Z.A – Ev bû nêzîkî salekê ku hêzên ewlekariyê yên rejîma Baasê ji herêmên kurdî vekişiyane, Kurd jî dest danîne ser van herêman û birêve dibin, lê digel vê yekê hîn şûnên siyaseta şofînî ya li dijî Kurdan li gund û bajarên kurdî mane. Komeleya Buharê bi boneya danasîna xebata xwe ya ji bo alîkariya penaberên kurd, yên ku ji Helebê reviyan û berê dabûn Kurdaxê, çend wêne li ser Facebookê weşandin.Ji ber ku alîkarî li ber deriyên dibistanên Kurdaxê dihatin belavkirin ji van wêneyan diyar dibe ku  navê “Komara Erebî ya Sûriyê” li ser deriyên dibistanan hîn maye. Wêneya herî balkêş jî li dibistaneke seretayî ya navçeya Mabeta hatiye kişandin.

Di vê wêneyê de li ser tabloyeke hesinî hevoka navdar ya partiya Baasê “Netewek erebî yekane xwediya nameyeke ebedî” û navê  “Komara Erebî ya Sûriyê” wek salên berê hatine hîştin. Tê zanîn jî ku li derveyî welêt siyasetvanên kurd gellek caran ji ber mayîna navê “Komara Erebî ya Sûriyê” ji civînên opozisyona Sûriyê xwe vekişandibûn.

Hêjayî gotinê ye ku hemû xelkê Mabeta bi eslê xwe bawermendên mezheba elewî ne lê ew bihêtir bi hestên kurdperweriyê tên naskirin. Gellek ciwanên vê navçeyê ji bo azadiyê li çiyayên Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s