Amnesty International Kurdistanê rexne dike

amnesty_international

Rûdaw – Di hefteya borî de rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty Internacional) rapora xwe ya salane derbarê binpêkirina mafên mirovan li 159 welat weşand.

Amnesty Internacional (AI) di rapora xwe ya îsal de bal kişand ser rewşa xerab ya kesên penaber li cîhanê û ku çawa hikûmetên gellek welatan sînorên xwe li hemberî penaxwazan digre “Herku dem diçe cîhan dibe cihekî metirsîdar ji penaberan û koçberan yên ku ji ber ziyan dîtibûn dev ji warê xwe berdane. Em di vê raporê de giliyê li binpêkirina mafên bi mîlyonan kes dikin yên ku ji ber şer û çewsandinê reviyane an jî koçber bûne ji bo peydakirina xebatek û jiyaneke baştir. Hikûmetên cîhanê întersa xwe ji bo parastina sînorên xwe bêhtir e ji întersa wan bo parastina mafên welatiyên xwe yan jî mafên ew kesên ku ji bo dîtina warekî an jî fersendekî tên welatên wan”.

AI de rapora xwe de behsa binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê, Îraq, Tirkiyê û Îranê kiribû.  Li ser rojavayê Kurdistanê ti agahî derbarê binpêkirina mafên mirovan di vê perçeyê de ye nehatine weşandin, AI bi gîştî behsa xerabiya rewşa mafên mirovan li Sûriyê kiriye. Li başûrê Kurdistanê AI ragihand ku di hin haletan de, deshilat çewsandinê domand li dij çalakvanên siyasî re û li dij ew kesên ku gilî li gendeliya fermî kiribûn. Her wisa haletên êşkence û muameleya xerab jî berdewam dikin. Yek ji van haletan jî ya karsaz Husên Hama Elî Tewfîq yê ku di 27 adara 2012 de hatibû destgîrkitin “Wî birin navenda Asayîşê li Silêmaniyê, cihê  wek ku hate zanîn, çavên wî girêdan û destên wî ji cihê piştê xwe girêdan, bi boksan lêxistin û bi tiştekî lêdan. Ji wî xwestin ku bibe şahid li dijî hin kesan di dozeke gendeliyê lê ew daxwaza wan nepejirand. Wî bi girtina bertîlgirî tawanbar kirin û zindankirî hîştin heya ku di meha mijdarê de serbest berdan.  Nehat zanîn eger lêpirsîn li ser giliyên wî yên derbarê êşkencekirinê hatin çêkirin”.

Li rojhilatê Kurdistanê AI derbarê rojnamevan û damezrînerên Rêxstina Mafên Mirovan ya Kurdistanê Mohamad Sadiq Kabudvand ragihand ku “Mohamad cezaya zindakirina wî ya bo 10 salan ji ber çalakiyên rojnamegerî û yên mafên mirovan didomîne. Ji bo protestokirina helwesta nehîştina deshilatê ji bo ku  zarokê xwe yê pirr nexweş bibîne, di meha gulan û hezîranê de ragihand ku ew ketiye girêva birçîbûnê û tendûrûstiya wî xerab bibû û ji bo wî îlaca bîzîşkî nehat dayîn”. Her wisa AI diyar kir ku di 20 îlona bihorî de sê kurd ji ber çalakiyên xwe yên siyasî li zindana navendî ya Urmiyê hatin sêdarkirin.

AI derbarê azadiya ramanê li  Tirkiyê û bakurê Kurdistanê ragihand ku kesên pêşîn ku pêrgî  cezakirinê tên ew in xwedî nêrînîn cuda bûn derbarê siyasetê û  doza mafên kurdan. AI di vê bareyê de bal kişand ser dadgehên kolektîv li dij ew kesên ku tê gumankirin ku endam in di Koma Civakên Kurdistan (KCKê) de, di nav wan de jî du întelektuel Ragıp Zarakolu y Büşra Ersanlı cih digrtin.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s