Lêkolerekî Arjantînî pesnê Osman Baydemir dide

Ricardo G.Ibrahim: "Amed ji netewperestiya kurd re bajarekî watedar e".
 “Amed ji netewperestiya kurd re bajarekî watedar e”
Madrîd (Rûdaw) – Lêkolerê arjantînî Ricardo George Îbrahîm, ku bi eslê xwe Asûriyê Mêrdînê ye, niha li Bakurê Kurdistanê digere û ji bo têza xwe ya doktorayê lêdikolê. Mijara doktoraya wî koçberbûna Ermenî û Asûriyan ji Bakurê Kurdistanê ber bi Arjantînê ye.
Di bloga Actualidad Kurda (Rojeva Kurdî) de wî bi sernavê “Amed paşeroja xwe ya pirrçandî vedigerîne” nivîsek li ser dîroka Amedê ji dema damezrandin wê û her wisa li ser netewên ku tê de jiyabûn belav kiriye. Wî bal kişandiye ser “Komkujiyên Amedê” ku li dijî Asûrî û Ermeniyan hatibûn kirin û tê de 30.000 Xiristiyanî hatibûn kuştin anjî wendakirin.Ricardo di gotara xwe de pesnê xebata şaredarê bajarê mezin yê Amedê Osman Baydemir di warê vejandina pirrçandiyê li Amedê dide û dibêje: “Ev şaredar ne kesayetiyeke normal e, wî dêra ermenî San Gregorio restore kir û radestî civaka Ermeniyan kir, digel ku tenê 15 kes ji wan li Amedê dijîn. Herwisa navên nivîskarên ermenî û asûrî li cadeyan kiribûn. Xwezî mînaka vî şaredarî bi derbasbûna demê li hemû perçeyan belav bibe. Ez bawer im ku wê li her cihî jî belav bibe.”

Li pêşiya Mizgefa Mezin ya Amedê qemîsekî ku ala Kurdistanê li ser bala Ricardo kişandiye. Ricardo dibêje: “Amed ji netewperestiya kurd re bajarekî watedar e”.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s