Şervanekî YPGê yê 16 salî jiyana xwe ji dest da

Armanc Mamo

Rûdaw – Di yekşema borî (2 hezîranê) de Bîroya Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi rêya daxuyaniyeke xwe nasnameyên 5 şervanên YPGê ku di encama pevçûnên ligel komên çekdar yên bi ser Artêşa Azad de di 25ê gulanê de li navçeya Şêrawa ya Efrînê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kirin. Çar şervanên ku jiyana xwe ji dest dane ji navçeya Mabeta ne ya ku di dilê Çiyayê Kurmênc de dikeve, hemû temen ciwan in û yek ji wan jî 16 salî ye.

Pakrewanên YPG

Li gorî daxuyaniya YPGê nasnameya şervnan wiha ye: Bêrîvan Qelender (1989) ji Mabeta ye û dayîka zarokekî ye. Hisên Hesen (1989) ji gundê Xilnêrê (Mabeta), Demhat Silêman (1993) ji gundê Cuqê (Mabeta), Armanc Mamo (1997) ji gundê Birîmce (Mabeta) û Mihemed Îbiş (1988) ji gundê Basilê (Şêrawa).

Tê zanîn yên ku 18 salî derbas nekirine û di nav komên çekdarî de cih digrin bi navê “Zarokên Leşker” têne naskirin û leşkerkirina van zarokan binpêkirinke ji Mafê Navnetewî re ye û ji aliyê rêxistinên mafên mirovan tê şermezarkirin, digel vê yekê YPGê ji bo endamtiya şervanên xwe şertê derbaskirina 18 saliyê nedaniye û ji ber wê jî gellek zarok di nav refên YPGê de fêrî bikaranîna sîlehê dibin û piştî wê jî beşdarî şer û pevçûnan dibin.

Nivîsek têkildar:

Zarokên Leşker li Kurdistanê

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s