Geşta deh mehan ya çar Kurdan Ji Hisiçayê heta Niedersachsenê

Qurbanên sosreta gemiya binavbûyî li nêz Mêrsînê / Facebook
Qurbanên sosreta gemiya binavbûyî li nêz Mêrsînê / Facebook

Madrîd (Rûdaw) – Ev bûn du sal ku bi dehan kes ji Rojavayê Kurdistanê bi ser firokexaneya Barajas ya Madrîdê diherikin, gellek ji wan jî Kurdên êzdî yên niştecihên parêzgeha Hisiçayê ne. Ew ji ber rûdanên revandin û tundiyê ji deverên xwe koçber bûne. Di geştên xwe de ew pêrgî gellek dijwariyan tên, di nav de zindan û xeniqîna di behr û çeman de. Hin caran jî qaçaxcî pereyên wan dixwin yan jî rêyên dijwar ji wan re peyda dikin ji bo ku bigihijin rawestgehên xwe ya dawî. Du malbatên ku xwedî şens bûn û bi selamatî xwe gihandin Spanyayê, malbatên Ferhad û Azad bûn*.

Piştî serbestberdana wan ji girtîgeha firokexaneya Barajasê, herdu malbat derbarê geşta xwe de ji Rûdawê re axivîn. Dayîka Ferhad wiha behsa destpêka geşta xwe ber bi Spanyayê dike: “Piştî pirrbûna haletên revandin û kuştinê ji aliyê grûpên îslamî ve, em ji gundê xwe derketin û me berê xwe da Stembolê, ji wir me hewl da ku bi qayîkekê em herin Yewnanistanê lê polîsên tirk em rawestandin û avêtin nav daristanekê, piştre em ji aliyê polîsan ve hatin girtin û sê rojan di girtîgehê de man”.
Azad û bavê xwe jî di vê rêwîtiyê de cih girtibûn, Azad axaftina dayîka Ferhad dibire û dixwaze acizbûna xwe ji polîsên tirk diyar bike: “Muameleya polîsên tirk bi min re pirr xerab bû, dema nasnameya min ya sûrî didîtin ez diqewitandim û weke kêzik li min dinêrîn. Carekê ez 17 rojan ketim zindanê û gellek pereyên min birin û taliyê ez avêtim ser sînor, li aliyê Helebê”.

Dayîka Ferhad axaftina xwe wiha didomîne: “Di van deh mehên borî de, ji dema ez ji gundê xwe derketime heta niha, min gellek êş derbas kirin, hema sê caran ez ketim zindanê, du caran bo 20 rojan û carekê bo sê rojan. Polîsê tirk ji sînorê yewnanî ez birim heya sînorê Îraqê. Digel ku me ji wan re digot em Filistînî ne lê wan digotin hûn Îraqî ne, li wir jî polîs em berdan û em dîsa vegeriyan Stembolê”.

“Polîsê tirk nehat alîkariya gemiya binavbûyî”

Di dema mana herdu malbatan li Stembolê, ew hewl didin ku bi rêya firokeyê xwe bigihînin Almanyayê, lê tenê dayîka Azad kontrola firokexaneyê derbas dike û digihije Almanyayê. Yên din jî dîsa hewl didin ku derbasî Yewnanistanê bibin, bavê Ferhad azara wan rojên bi êş wisa vedibêje: “Em nêzîkî 25 km di bin baranê de meşiyan û piştre em bi qeyîkeke naylonî 500 metreyan di nav avê de çûn û hindik mabû ku em bixeniqin. Dema em gihiştin aliyê yewnanî, polîsan em girtin û em xistin qeyîkekê û em şûnde vegerandin. Dîsa em 25 km meşiyan, piştre polîsan hinek ji me girtin û yên din jî em vegeriyan Stembolê.”

Azad bûyereke trajîk tîne bîra xwe, ew jî ya gemiya ku sala borî li nêzî navçeya Menderes a bajarê Îzmîrê binav bibû û tê de 60 Kurd miribûn: “Sê xwarzî û çend gundiyên min tê de bûn, hindik mabû ez jî bi wan re biçûma lê min û yê qaçaxçî li hev nekir.” Azad diyar dike ku ew kesên ji xeniqînê rizgar bûne dibêjin ku ew rûdan ji aliyê dewleta tirk ve plankirî bû. Jin û zarok xistibûn binê gemiyê û derî li ser wan girtibûn, zincîra ku gemiyê bi erdê ve girêdide nehatibû vekirin. Vêca dema gemî derdorê 100 metreyan ji erdê dûr dikeve, tavilê diqulibe. Kesên ji mirinê filitîbûn ji me re gotin ku wan bang li polîsan dikir û çira ji wan re vêdixistin, lê polîsan tenê li wan dinêrî û nehatin alîkariya wan, gemî seet 3yê şevê qûlibî lê polîs heya seet 10ê sibeyê nehatin.”

Lêçûnên geştê gihiştin heya 100.000 Euro

Digel xerckirina gellek pereyan ji bo pasaportên sexte û lêçûnên jiyanê li Stembolê, ku di dawiyê de gihişt heya sed hezar Euro, herdu malbat hêviyên xwe neşikandin. Di dawiyê de wan hinek qaçaxçî dîtin ku ji wan re gotibûn ku wan rêyeke “xweş” ji wan re peyda kiriye. Ew rêya “xweş” jî bi ser sê parzemînan derbas dibû. Malbat ji neçarî pêşniyara qaçaxçiyan dipejirînin û berê xwe didin welatekî Başûrê Amerîkayê. Azad derbarê vê qonaxa dawî ya geşta xwe de dibêje: “Em çûn heya Başûrê Amerîkayê, li firokexaneyê jî em hatin girtin lê piştre em serbest berdan û tenê Ferhad xistin girtîgehê, ev bû du meh jî di zindanê de ye. Qaçaxçiyan pasaportên nû ji me re çêkirin û em ji wê firokexaneyê çûn firokexaneyeke din ya heman welatî û ji wir jî em çûn paytexta welatekî din yê Başûrê Amerîkayê. Em 5 rojan li wir man û piştre em çûn firokexaneyeke din ya wî welatî û ji wir em hatin Spanyayê”.

Li firokexaneya Barajasê jî ew ji ber pasaportên xwe yên sexte tên girtin lê piştî daxwaza mafê penaberiyê li Spanyayê ew sê rojan piştî girtinê azad dibin. Li Madrîdê jî mirovên herdu malbatan bi erebeyan hatibûn pêşiya wan, da ku wan bibin bajarokekî eyaleta Niedersachsenê li bakurê Almanyayê.

* Ferhad û Azad du navên xeyalî ne, malbatan nexwestin ku nasnameyên wan bên eşkerekirin.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s