“Malawania anachronus” berî bi mîlyonan sal li Kurdistanê dijiya

Malawania anachronus

Rûdaw – Grûpeke palêntozanan (zanyarên jîndarên kevnar) di bin rêvebiriya Dr. Pascal Godefroit ji Îstîtûya Şahanî a Belcîkî ji bo Zanastiyên Xwezayî di lêkolîna xwe de  îktiyosauriyek nû (bi înglîzî Ichthyosaurs ku tê wateya masî û gumgumok) ji fosîleke baş parastî kişif kirin, ev fosîl jî li herêma Kurdistanê hatibû dîtin. Navê vê cureyê Îktiyosauran jî “Malawania anachronus” e, palêntozan diramiyan ku ev îktiyosaur ji bêhtirî 66 mîlyon sal berê nemayî bû.

Îktiyosaur dişibihin delfînan û dirêjajiya wan curbecur bû. Dr. Valentin Fischer ji zanîngeha Lieja li Belcîkayê derbarê van cureyên îktiyosauran dibêje “Dirêjahiya wan curbecur bû ji, bi dirêjahiya ji kêmî metrekî heya bêhtirî 20 metran hebûn. Hinek ji wan gellek lezgîn bûn, pirr kûr di bin avê de diçûn û xwedî çavên mezin bûn”.

fosil-malawania-anachronus-

Fosîl di salên 50î de ji sedsala bihorî li herêma Kurdistanê hatibû dîtin dema ku fîrmeyên bîrîtanî li petrolê digeriyan ew wê fosîlê hatin. Lêkolerên vê xwendina zanistî ya nû  navê “Malawania anachronus” li vê îktiyosaurê  kirine ku tê wateya “melavanê derveyî demê” yê ku herdem li Rohjihlata navî dijiya.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s