BBC dipirse: “Ji bo çi jin li herêma Kurdistanê xwe dişewitînin”

Meryem di nexweşxaneya Hewlêrê
Meryem Nebîl di nexweşxaneya Hewlêrê de / BBC

Rûdaw – Televîzyona BBC ya brîtanî di bin sernivîsa “Ji bo çi jin li Kurdistana Îraqê  xwe dişewitînin” reportajekî weşand, vîdyo bi qêrînên êşekê ya keçek biçûk di nexweşxaneya Hewlêrê de despê dike, ew qêrîn yên Meryem Nebîl (14 salî) ya ku agir berdabû canê xwe piştî kişfkirina malbata wê ji nameyên evînî re ku ew û evîndarê xwe ji hevdûre dişandin.

Meryem bi dengekî lerizî û westiyayî ji ser textê nexweşan dibêje “Ez bi vê yekê pirr şermîn bûm, min nikarîbû ruyê xwe bida malbata xwe, min ji wî xwest ku bi min re bizewice lê ew nepijrand, min rabû agir berda bedena xwe”.  Kesên ku li cadeyê nêzîkî Meryemê bûn karîbûn agira di bedna wê de vermînin û rêjeya şewtandina wê kêm bikin.

Bizîşk Mihemed Fathel ji beşa şewtandinê ya nexweşxanyê ji BBC re ragihand ku her mehekê ji 250 heya 300 hincar 400 jin dighêjin nexweşxaneyê, pirraniya wan jî ji ber hewldanên xwekuştinê tên. Ji aliyê xwe ve Suzan Arêf, rêvebira Rêxstina Bihêzkirina Jinan, bal kişand ser astengiyên civakî yên li pêşiya jinan “Di çanda me de zewaca bi zorê yan jî zewaca di temenekî biçûk de hene, hin caran nahêlin ku jin xwendina xwe bidmomînin nemaze li gundan û di nav civakên biçûk de, her wisa nahêlin ku jin kar bikin ji ber ku bawer dikin ku baştir e jin di malê de bimînin.

Peyamnerê BBC amaje bi wê yekê kir ku herêma Kurdistanê di van salên dawîn de di warê aborî de bi pêş ketiye û bandoreke erênê li ser rewşa jinê kiriye lê civak hêj bi awakî tund patriyarkal û kevneperest e “Her car bêhtir jin derbasî  zankoyan û bazara kar dibin lê hîn rêyeke dirêj li pêşiyan wan heye ta ku mafên xwe bi temamî bêne naskirin di civakekî ku têde irfûadet pirr hêzdar in”.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s