Li Rojhilata Navîn Kurd ne hindikahî ne

Atlasa Kemîneyan
Atlasa Kemîneyan

Madrîd (Rûdaw)

Di encama xebateke hevbeş ya rojnameya Le Monde û kovara La Vie yên fransî de û bi hevkariya gellek pispor û profesorên zanîngehên ewropî, berhemeke bi navê “Atlasa Kemîneyan” derbarê hindikahiyên cîhanê de hatiye çapkirin û di vê dema dawî de ji bo zimanê spanî jî hatiye wegrerandin.

Atlasa kemîneyan bi hûrbînî û bi rêya grafîk û nexşeyên rengîn rewşa hindikahiyên (etnîkî, olî, zimanî, zayendî û hwd.) di hemû parzemînên cîhanê de şîrove dike.

“Wateya kemîne li ser stratejiya her grûpekî kemîneyan radiweste”

Nexşeya Kurdistan / Le Monde Diplomatique
Nexşeya Kurdistan / Le Monde Diplomatique
Li ser pirsa kemîne çi ye, dîroknas, yasanas, mirovnas, civaknas, zimanzan û derûnzan nêrînên cûrbecûr didin. Li gorî nêrîna cografnas û birêvebira Enstîtuya Ceopolîtîk ya fransî li zanîngeha Parîs-VIII, Barbara Loyer, wateya kemîne li ser stratejiya her grûpeke kemîneyan radiweste û wek mînak stratejiya Kurdan li Bakurê Kurdistanê û ya gelê baskî tîne ziman:

“Kurd dabeşkirî ne, hene yên ku dixwazin bên nasandin wek kemîne di hembêza Tirkiyeyê de û hene yên ku serxwebûnê dixwazin û ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê têdikoşin, cihê ku ew tê de dibin pirranî. Netewperestên baskî xwe weke kemîne nabînên, lê belê weke gelekî xwedî vînek ji bo ku li ser axa xwe serdest be.”

Beşa sêyemîn ya vê pirtûkê behsa “Mozaîkên Hevdemî” li cîhanê dike û ronahiyê dide ser neteweyên orîjînal û kemîneyên ku li hemberî siyaseta dewletên ku lê dijîn rû bi rû dimînin. Derbarê Kurdan de Jean-François Pérouse, profesorê zankoya Tolouse-II, gotarek di bin sernivîsa “Gelê Kurd: Kemîneyek ji bo kê?” nivîsandiye.
Pérouse balê dikişîne ser nenaskirina mafên Kurdan wek hindikahî ji aliyê dewletên ku Kurdistan di nav wan de dabeşkirî ye:

“Tek dewlet jî Kurdan di makezagonên xwe de wek kemîne nas nake. Îraq di dîbaceya destûrê de jî Kurdan wek pêkhateyek ji gelê îraqî bi nav dike. Li aliyê din jî têgeha kurd di makezagonên Sûriyê, Tirkiyeyê û Îranê de xuya nake (digel hebûna herêmeke bi navê Kurdistanê li Îranê).”

Pérouse di gotara xwe de destnîşan dike ku Kurd, yên ku hejmara wan li gorî texmînan 40 mîlyon kesan derbas dike, li ser asteke herêmî ne hindikahî ne û wiha pê de diçe:
“Kurd yek ji wan gelên orîjînal yên herî girîng in ku xelkê vê herêmê ji wan pêkhatiye û dîroka herêmê jî saz kirine, qet nebe ji Dema Kevnar de.”

Li kêleka nivîsa Jean-François Pérouse du nexşe tevî du grafîkan hatine weşandin. Ya yekemîn parvekirina Kurdan bi nav olan de û her wisa li ser welatên Rojhilata Navîn û Asya Navîn diyar dike. Hejmara Kurdan li her perçeyekî Kurdistanê wiha tê diyarkirin:

Li Tirkiyê: ji 11,5 heya 20 mîlyon.
Li Îranê: ji 6 heya 9.2 mîlyon.
Li Iraqê: ji 5 heya 7 mîlyon.
Li Sûriyê: 2.8 mîlyon.
.
Nexşeya din jî behsa koçberbûna Kurdan a siyasî û aborî ber bi welatên Ewropayê ve û hejmara revendên kurdî li wan welatan dike, her wisa belavbûna Kurdan li ser çend welatên Asya Navîn nîşan dide, ew jî ji ber sirgunkirina wan ji aliyê Stalîn ve di salên 1937-1944ê de.
Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s