Serkeftineke dîrokî ji Isaac Tutumlu di meydana Jerez de

Tutumlu_Barzani_Autorlando_Saturday_2_PR

Rûdaw  – Pîlotê Kurd-Katalan Isaac Tutumlu di rojên 15 û 16ê hezîranê de beşdarî pêşbaziyên navnetewî yên erebeyan bû ya ku li nêzî bajarê spanî Jerez de la Frontera hatibû lidarxistin û bo yekemîn car ji bo tîma Barzanî Racing pêşbazî qezenc kir.

Di yekemîn roj ji pêşbaziya GT Open li meydana pêşbaziyan li Jerez Tutumlu bi erebeya Porsche 997 GT3 R ya Autorlando Sport û ligel hevrêyê xwe Dimitris Deverikos pileya yekemîn stand.

Isaac di meha gulana borî de li Portugalê bo cara yekemîn hilkişbûî ser podyûmê ji ber wegirtina pileya sêyemîn di pêşbaziya Spanya Iber GT de, piştî bidesxistina wê encamê Isaac di daxuyaniyeke xwe der ji bo Rûdawê gotibû “Armanca me ew bû ku em rojekê bikaribin hilkişin ser podyûmê û me ev yek bi cih anî, niha divê em gavekî din bavêjin ew jî qezenckirina pêşbaziyekê ye; em hêvîdar in ku em zû bigîhin vê armanca xwe”. Wisa bû jî Isaac zû gihîşte mirazê xwe û yekemîn pêşbazî ligel tîma Barzanî Racing qezenkir, di derbarê ev serkeftina dîrokî de Isaac ji CTR Press wiha axivî “Nayê bawerkirin ku min ev encam bidest xist. Diviyabû em gellek bixebtiyana lê vaye li ber çava ye, yekemîn serkeftina me. Dixwazim vê serkeftinê ji bo malbata Barzanî diyarî bikim, her wisa ji bo hemû sponsorên ku di vê rêyê de ligel min bûn. Tekez jî ev serkeftin ne pekan bû eger ne ji Autorlando Sport ba ya ku ev erebeya temam ji me re pêkşkêş kiribû. Ev serkeftin ku tê wateya hilkişna sêcaran li ser podiyumê wek xelateke bû ji bo ew xebata van salên dawîn”.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s