Ji ber gefên kuştinê ji Kerkûk koçber bû

Şalaw li pêş perçeya jorîn ji monumenta qurbanên teqîna Atochayê li Madrîdê
Şalaw li pêş perçeya jorîn ji monumenta qurbanên teqîna Atochayê li Madrîdê
Şalaw Ebdullah li taxa Rehîmawa ya Kerkûkê di heman sala serhildana gel de, di sala 1991ê de, li Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û li wir jiyana xwe derbas kiriye. Şalaw xwediyê taksiyekê bû û xwendekarên keç dibirin zanîngehê, lê beriya çend mehan ew ji aliyê kesên nenas ve hate tehdîdkirin, ji bo ku ew dest ji karê xwe berde: “Wan kaxezên biçûk li ser cama erebeyê dihiştin û bi sotandina erebeyê ez tehdîd dikirim. Du carên pêşî min tehdîd piştguh kirin lê cara sêyemîn ez bi kuştinê tehdîd kirim.” Ji ber van tehdîdan û sedemên din Şalaw biryar dide ku berê xwe dibe Ewropayê. Piştî geşta mehekê ew gihiştiye Spanyayê û daxwaza mafê penaberiyê kiriye.

Bav û birayê wî ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin

Di sala 2004ê de, li ser rêya Kerkûk – Samarrayê, bavê wî ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin, Şalav vê êşa giran wiha vedibêje: “Ew û çar kesên din bi erebeyê diçûn kar, di rê de terorîstan ew girtin, serê wan birrîn û laş jî şewitandin. Piştî 15 rojan asayîşê laşê bavê min dîtin, yan jî tiştê ji laşê wî mabû, ji ber ku wan hemû laş şewitandibûn û li kêleka her laşekî nasnameya her kesekî danîbûn. Bûyerke pirr biêş bû, weke kulek di dilê min de ye û heta niha ji bîra min naçe”. Piştî mirina bavê Şalaw rewşa malbatê ji asteke xizaniyê derbasî asteke xirbatir bû, ji bo debara malê Şalaw karên wek barkêşî û firotina avê dikir. Beriya çar salan jî dîsa bûyereke trajîk hate serê malbatê, vê care jî birayê Şalaw yê mezin hate kuştin û piştre jî ew ji ber teqîneke xwekujî birîndar bû: “Birayê min şofêrê taksiyê bû, carekê bi erebeyê çend kes birin taxên Ereban lê ew çû û venegeriya. Hêzên asayîşê piştî du rojan cenezayê wî dîtin. Piştî vê bûyerê bi çend mehan li nêzîkî Qelaya Kerkûkê êrişeke xwekujî rûdabû. Ez ligel hevalên xwe diçûm kar, ji ber teqînê hevalên ku bi min re di erebeyê de bûn hemû mirin, ez jî ji heşê xwe çûm û min xwe li nexweşxaneyê dît, sê perçeyên hesinî jî derbasî bedena min bibûn, yek di serê min de bû û yên din ketibûn tenişta min.”

Şalaw pênc rojan li nexweşxaneyê ma, birînên wî rêjeyeke seqetiyê jê re peyda kirin û birînên giyanê wî jî hêj kûrtir bûn: “Bav û birayê min hatin kuştin û piştre jî hevalên min, van hemû tiştan bandoreke mezin li min kirin.” Şalaw axaftina xwe wiha domand: “Piştî birîndarbûnê min nekarî her karekî bikim, hersê birayên min gellekî xebitîn heya ku pereyên ji bo erebeyekê ji min re peyda kirin, min tenê xwendekarên keç dibirin Fakûlteya Perwerdehiyê û ji ber vî karî jî gef li min xwarin.” Şalaw dibêje ku asayîşên PDKê û YNKê guh nedan gazincên wî yên derbarê tehdîdan de: “Ez çûm ba Navçe (asayişên PDKê) û ba Komîteyê jî (asayîşên YNKê), min kaxezên tehdîdê nîşanî wan dan, wan ji min re gotin here erebeya xwe bifiroşe û karekî din bike. Min gote wan ez ji ber êrişeke xwekujî birîndar bûme û nikarim karên giran bikim. Gotin here dîkanekê ji xwe re veke.”

Civaka kevneperest jî keserên wî zêde kirin

Dawiya kulên Şalaw nahatin, sedemên din jî hiştin ku ew ji wê xakê dûr bikeve. Xaltîkeke wî bi berpirsekî polîsên bajarê Ranyayê re zewicî bû, piştî ku xaltîka wî fêm kir ku ew jina çarê ye, wê gulleyek di serê xwe de teqand: “Em gellekî bi vê rûdanê êşiyan, me ti pêzanîn derbarê wî zilamî de peyda nekirin û me nepirsî ka ew zewicî ye yan na”.

Lê birîna herî kûr ya Şalaw ya evînê ye, ew dema çend salan evîndarê keçekê bû û gellek caran hewil dabû ku wê bixwaze lê malbata keçikê razî nedibû, cara dawî jî malbata keçikê dawî li hêviyên wî anî: “Ji min re gotin ku ew keça xwe nadin kesekî ku bawernameyeke xwendinê bi dest nexistibe.”

Di sibeya 8ê Gulana borî de, dema du erebeyên bombekirî li Kerkûkê teqiyan, gellek kes birîndar bûn û hinek jî mirin. Yek ji wan teqînan li Rehîmawa bû, taxa ku Şalaw lê dijiya. Wê caxê jî Şalaw nû ji Kerkûkê derketibû û berê xwe dabû Stembolê, nêzî mehekê li wir mabû û piştre bi pasaporteke sexte çûbû Senegalê û ji wir jî berê xwe dabû Madrîdê.

Şalaw kêfxweş e ku hate Spanyayê, ew heyranê F.C. Barcelona ye û ew pirr ji heftenameya Rûdawa Werzîşî hez dike, hemû hejmaran li mala xwe diparêze: “Ez her sêşeman li benda Rûdawa Werzîşî dimam. Carekê hevalekî min yê rojnamefiroş hemû hejmarên Rûdawa Werzîşî firotin, ez bê rojname mam û ez gellekî jê aciz bûm, nemaze ku wêneyên Messi tê de hebûn. Min hemû dîwarên odeya xwe bi wêneyên Rûdawa Werzîşî xemilandine.” Niha jî hêviya Şalaw tenê ew e ku bikaribe karekî ji xwe re bibîne ji bo ku hinek pereyan ji malbata xwe ya mayî re bişîne.
Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s