Penaberiya li Yewnanê bi çavên kurdî (Vîdyo)

Kurekî Behzad di nav konteynera gemarê de li xwarinê digere / Wêneyek Ji dokumentalê
Kurekî Behzad di nav konteynera gemarê de li xwarinê digere / Wêneyek Ji dokumentera Hellas Hell

Pirraniya penaberên kurd ku bi rêya Yewnanê gihiştine welatên din yên Ewropayê, gellek zor û zehmetî kişandine, gellek jî hêj li wir asê mane û di nav mercên pirr xirab de dijîn. Li Yewnanê ferq nake eger mirov li hundirê navendên hewandina penaberan girtî be, yan jî li derveyî wan “azad” be, di herdu rewşan de penaber êş û keseran dikişînin. Azadî û Behzad du ji wan penaberan e ku li ser rêya Ewropayê li Yewnanê asê mane û ezmûneke tehl li wî welatî jiyane ku ewê zû bi zû ji bîr nekin.

Ciwanê kurd yê bi navê Azadî li navendeke hewandina penaberan li Yewnanê dijî, ya rast ji jiyanê bêtir li wir dimîne. Navend li nêzîkî bajarê Corinto ye, ew berê wargeheke leşkerî bû, niha jî ji bo hewandina 1000 penaberan tê bikaranîn. Li gorî gellek rêxistinên penaberan, penaxwaz di mercên ne mirovane de dijîn, xizmeta tenduristî jî nabînin û pêrgî danûstandineke xerab ji aliyê polîsan ve tên. Li gorî mercên Yekîtiya Ewropayê, pêkan e ku penaber heya salek û nîvê jî girtî bimîne.

Azadî (21) di Tebaxa sala borî de ji Rojavayê Kurdistanê gihîştibû Yewnanê. Lavakirinên bavê wî û mirina hevalekî wî hîştin ku ev ji Sûriyê derkeve. Bêyî ku bikaribe serî li mafê penaberiyê bide, ew ji ber pasporteke sexte hate destgîrkirin û piştî du mehan ji mabûna wî li qereqolan, ew birin navenda hewandina penaberan li Cornito. Ev bûn du meh ku Azadî ji wê navendê serbest bûye, ew dibêje ku mercên jiyanê di wê navendê de gellekî xerabtir in ji mercên jiyanê li zindanên Sûriyê. Tiştê ku hatibû serê Azadî di vê navendê de, ji aliyê rêxistina Amnesty International ve hatibû dokumentekirin. Carekê Azadî dîmen tomar dikirin ku çawa polîs penaberan diçewisînin. Dema polîsek wî dibîne, yekser polîs li dora wî kom dibin, milê wî badidin, hustiyê wî digirin û ber bi dîwêr ve dehf dikin, heya ku nikare bihna xwe bistîne û jê pirs dikin “ji ber çi te vîdyo tomar dikir, ma tu rojnamevan î?” piştre polîs bi pehînan li sîng û rûyê wî didin. Ciwanê kurd derbarê vê ezmûna bi kul de dibêje: “Min li ber xwe neda, min xwe ji dest wan filitand û min serê xwe li dîwêr dixist. Dema min xwest ku ez xwe li eynikekê bixim, wan bi min girt û êrişa xwe rawestandin”.

Digel giliyên rêxistinên mafên mirovan, ti lêpirsîn derbarê êrişa li dijî Azadî de nehat kirin, kesên êrişkar jî ji bo du heftan ji navendê dûr ketin, lê piştre vegeriyan û ketin rikê Azadî. Mafê serdanan lê qedexe kirin û ew xistin bin fişara derûnî de. Digel ku hikûmetê biryar dabû ku hemû penaberên sûrî serbest bêne berdan, lê tenê Azadî di zindanê de mabû û jêre gotin “em te qet bernadin”. Azadî tekez dike ku wî ev hevok ji devê berpirsyarê sereke yê navendê Vassilios Stavropulos bihîstibû.

 Penaberan bêyî xizmeta tenduristî dihêlin

Di vê navendê de xizmeta tenduristî nayê pêşkêşkirin. Penaberê afganî Mihemed Hesen bo 11 mehan li wê navendê bû, digel ku wî gellek caran arîkarî ji bo nexweşiya xwe xwestibû, lê ew herdem dihat piştguhkirin. Tenê beriya mirina wî bi mehekê ew birin nexweşxaneyê, ew jî ji ber protestokirina penaberên navendê, lê êdî dereng bû, Mihemed di 27ê Tîrmeha borî de jiyana xwe ji dest dabû. Azadî jî dibêje ku wî ti derman ji bo birînên xwe yên ji ber êrişa polîsan ne standibû. Careke din jî ji ber ava xirab kevirek di gurçika wî de çêbû û piştî 15 rojên ji lavakirinê ew birin nexweşxaneyê, lê tenê mîlek (fitîl) dane wî.

Ji ber ku di navendê de gellek hewldanên xwekuştinê çêdibin, berpirsyar mecbûr man ku darên di nav kampê de bibirrin û boriyan jî jêkbiin, da ku penaber ji jor de xwe neavêjin xwarê. Azadî, ku niha serbest e û tenê dixwaze “ji vî welatê gû” derkeve û biçe Almanya yan jî Holendayê, ji bo ku dêbav û sê xuşkên xwe jî bîne wir, ew hê jî di şevan de xewnan dibîne ku ew hêj li Corinto ye.

Ji nav gemarê nan û xwarinê derdixînin

Rewşa penaberên ku li derveyê navendên hewandinê dijîn jî ne baştir e. Di vê bareyê de jî dokumenterekî bi navê “Dojeha Penaberan li Yewnanê” hatiye amade kirin û tê de behsa jiyana pirr dijwar ya penaberan li vî welatî ewropî tê kirin. Di dokumenter de kordînatora rêxistina penaberan ya Migreurop, Sara Prestianni, dibêje: “Yewnan her tişî dike, ji bo ku penaberan nerihet bike, da ku ji Yewnanê birevin, Ewropa jî bi bêdengî tiştan dişopîne û biryarên Yewnanê jî dipejirîne.” Prestianni dibêje ku wergirtina mafê penaberiyê li Yewnanê tê wateya “razana li kolanan, jiyana di nav mercên xerab de, nebûna sîstema hewandinê û xizmeta tendûristî”. Dokumenter çîrokên xemgîn yên çend penaberan vedibêje. Behzad Nasredîn yê ji Rojavayê Kurdistanê yek ji wan penaberan e. Ew ligel hevjîn û sê zarokên xwe li ser caddeyê di bin çadirekê de dijî. Behzad bi rûyekî xemgîn ji kamerayê re dibêje: “Pêşeroja zarokên me winda bûye, ew nan û xwarinê  ji nav gemarê derdixînin û ji me re tînin û em jiyana xwe pê dikin.” Ew hewl dikin ku biçin Ewropayê, lê polîs wan digire, zarokê 12 salî jî digirî. Ev zêdeyî 15 caran e ku malbat hewl dide ku ji Yewnanê derkeve, lê polîs wan digire û li wan dixin: “Dilê me bi xwîn e, dengê qîrîna zarokên me tê, ez nikarim herim wan xilas bikim. Polîs li vir dîktatorî ne, ez nikarim tiştekî bikim”.

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s