Kakeyî êşa xwe ji cîhanê re vedibêjin

Kakeyî

 Di vê demê dawî de rojnamevanê baskî Karlos Zurutuza serdana gundekî kakeyiyan bi navê Elî Seray (190 km li bakurê Bexdayê) kiribû û reportajekê ji bo ajansa nûçeyan ya IPSê amade kir, reportaj bi spanî û înglîzî ji aliyê bi dehan malperên nûçeyan ve, yê dawî Aljazeera English, hate weşandin û di medyaya civakî de eleqeyeke mezin dît. Reportaja bi navê “Cihê ku simbêl dikarin bên wateya jiyan an mirinê” ronahiyekê dide ser kakeyiyan, ola wan û zulma ku li ser wan hatiye kirin.

Zilamên kakaiyan bi simbêlên xwe yên siq û dirêj têne naskirin, ev tişt jî metrsiyekê bi xwe re tîne di wê atmosfera tundiyê ku lê dijîn, nemaze jî ku ew ji aliyê tundrewan weke “gawir” têne dîtin. Gundiyên Elî Seray ji peymanêrê IPSê re derbarê metirsiya jiyanê ji ber êrîşên terorîstî li ew devera ku hêj neketiye bin kontrola hikûmeta Herêma Kurdistanê. Tê zanîn ku Kakeyî agahiyên derbarê ola xwe nadin ew kesên ji derveyî ola wan lê sedema vê yekê heye:

“Me tomet dikin ku em detayên derbarê baweriya xwe eşkere nakin, lê ev şêweyeke ji bo ku em ji neyartiya derdorê xwe biparêzin”  wisa Casim Reşîm Şewzan, yek ji gundiyê Elî Serayê, vê sedemê vedibêje û wiha pêde diçe: “Em li Rojhilata Navîn dijîn, cihê ku demokrasî nîne, ne jî azadiya derbirînê, cihê ku maf lê tune ne”.

Her wiha reportaj behsa siyasemedar û rewşenbîrê navdar Felekeddîn Kakeyî dike, yê ku di 31ê tîrmeha borî de jiyana xwe ji dest dabû, ku wî “pirekî di navbera kakeyiyan û hikûmeta herêma Kurdistanê de saz kiribû”. Li gorî reportajê hinek din jî hene ku hewla parastina maf û çanda kakeyiyan dikin. Seed Selûm, edîtorê kovara Mesarat, li ser dokumentekirina pirrengiya li Îraqê dixebite. Seed dibêje: “Ji sala 2003an de û vir de, em yên Îraqî me ji nû ve pirrengiya xwe kişif kir. Lê em vê yekê weke nîşaneke zengînbûnê ji bo nasnameya xwe re napejrînin, îro tirsa me ji cîranê xwe bêhtir e ji tirsa me ji mûşeyekê yan jî ji çekên wêrankirina mezin”.

Peymanêrê IPSê amaje bi wê yekê dike ku pirraniya kakeyiyan bawer dikin ku ewlehiya wan wê baştir be eger gundên wan bikevin bin kontrola hikûmeta Hewlêrê. Kesekî ji gundiyan bi navê Sirwan ku nobetê digre dibêje:

“Eger li dawiyê fersendekê bidin me ji bo lidarxistina referandûmekê ta ku em di bin kontrola Hewlêrê de bin ya na, emê bi girseyî bêjin erê”.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s