Amnesty International: Du kurdên Îranê di bin metirsiya îdamkirinê ne

Zanyar û Luqman

Piştî sêdarkirina deshilatên îranî ji 20 kesan re di hefteya borî de Rêxistina Mafê Mirovan Amnesty International (AI) daxuyanî da û xemkêşiya xwe ji ber sêdarkirineke nêzîk ya du ciwanên kurd re anî zimên.

Hesîbe Hec Sehrewî, birêvebira programa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, di daxuyaniyeke xwe de roja duşema borî got ku ev pela sêdarkirinan bêlî dike ku, li paş bêjeyan û sozan, deshilatên îranî hêj destekê didin kuştarên ku ji aliyê dewletê tên kirin, û ev tişt metirsiyekê peyda dike ku Zanyar Moradî û Loqman Moradî, yên ku bi cezaya îdamkirinê hatin hukimkirin bibin ew kesên  ku wê pêrgî darvekirin bên.

Li gorî agahiyên AI Zanyar Moradî y Loqman Moradî, tekez dikin ku ew hatibû êşkencekirin ji bo ku îtîrafê bikin ku wan kurê îmamekî di sala 2009an de li bajarê Merîwanê kuştibûn. Wek encam ji vê kuştarê re wan di sala 2010an de bi “Dijminatiya Xwedê” (Muharebe) û “Gendeliya li ser Erdê” hatin tawanbarkirin û bi sêdarkirinê hatin cezakirin. Her wisa wan bi beşdarbûna xwe di çalakiyên çekdarî yên partiya Komala hatin tometkirin.

Rêxistina AI bal kişand ser darvekirina Hebîbûlah Gulperîpûr di hêvara 25 Cotmehê de, bê ku haya malbatê jê hebe. Piştî darvekirinê jî deshilat termê Hebîbîbûlah radestî malabê wî nekirin.

 Hebîbûlah Gulperîpûr di sala 2010an de, ji ber têkiliyeke muhtemel bi Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê, bi “Muharebe” hate tometkirin û bi sêdarkirinê hate cezakirin. Li gorî nivîsên dadgehkirinê Hebîbbûlah beşdarbûna xwe di çalakiyên çekdarî de red kiribû. Piştî wê jî nameyekê ji reberê bilind yê îranê Elî Xamêneyî re şandibû û têde gotibû ku wî rastî êşkenciyê hatibû di dema lêpirsînan de, lê  giliyên wî nehatin lêkolînkirin.

AI bal dikşîne ser zêdebûna rêjeya darvekirinê di vê sale de beramberî sale borî li Îranê, heya niha deshilatên îranî bi awakî fermî darvekirina 304  naskirin, lê çavkaniyên pêbawer  tekez kiribûn ji AI ku qet nebe 234 darvekirinên din yên nehênî di vê salê hatin kirin.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s