Li şûna Qendîlê berê xwe da Almanyayê

Rizgar li parkeke giştî li Almanya / Rûdaw

Rûdaw / Z.A –  Di bihara 2011ê de bi hezaran ciwanên kurd di artêşa Sûriyê de xizmeta leşkerî dikirin, beşek ji wan xwedî şensekî mezin bûn û bi saxî ji leşkeriyê rizgar bûn, lê gellek ji ber vî şerî an birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan. Bextê Rizgar* hebû  ku dema leşkeriyê bi selametî derbas kir, lê ew beriya du salan li Helebê pêrgî êrişekê hat û tê de birîndar bû. Rizgar ji Sûriyê bazda û piştî geşta salekê gihiştibû Almanyayê.

Ciwanê 23 salî di despêka Cotmeha 2011ê de xizmeta xwe ya leşkerî qedand, wê çaxê jî hêj şerê di navbera artêşa sûrî û çekdarên opozisyonê de gurr nebibû: “Ez wê demê pirr ditirsiyam ku tiştek bê serê min, ez li bajarokekî nêzîkî Şamê bûm û min tenê nobet digirtin. Lê carekê misyonek me li derveyî wargeha leşkerî hebû, em çûbûn nava bajêr û li wir ez bûm şahidê kuştina du mirovan.”

“Apocî wê te bikujin”

Piştî bidawîkirina dema leşkeriyê Rizgar vedigerê Helebê û li wir pêrgî kêşeya bêkariyê tê, ew dibêje ku ew wê çaxê “Apocî” bû û tevlî civînên PKKê dibû. Carekê jî berpirsyarekî PKKê ji Rizgar û kurapekî wî yê 17 salî re pêşniyar dike ku ew tevlî refên gerîlla bibin. Herdu jî pêşniyarê dipejirînin: “Di wê demê de kurmamê min ji bavê xwe qehirî bû, ji ber ku apê min destê keçikekê jê re nexwestibû, ji ber wê jî ew biryara stand. Ez jî bi gotinên wan derbarê parastina welêt de hestiyar dibûm, serê min jî tijî kiribûn, min jî got erê.” Lê beriya derketina wan bi rojekê, mirovekî hîşt ku ew herdu ciwan berê xwe nedin kampên Qendîlê, ew mirov ji wan re behsa metirsiyên derbaskirina sînor û tundîtiya li ba hin endamên PKKê heyî dike. Herdu ciwan biryara xwe diguherînin û neçar dimînin ku ji bo demekê xwe veşêrin, ji ber ku “Apocî li me digeriyan.”

Piştî wê, di meha Kanûnê de, Rizgar pêrgî buyereke xerab tê, ew dibêje ku dema ew li taxeke kurdî li Helebê dimeşiya, di sîng û rûyê wî de fîşeka cîfteyê diteqe: “Demjimêr 6:30 êvarê bû, ronahî jî tine bû, min nedît kê gulle avêtibû min. Hemû derên min bi xwîn bûn û tavilê ji ser heşê xwe çûm û min xwe li nexweşxaneyê dît.” Rizgar şûnên birînên ser sînga  xwe nîşan dide û dibêje ku bijîşkê alman gellek perçeyên wê fîşekê ji ser û gewdeyê wî derxistin lê hinek mane ku zore bên derxistin, ji ber ku egerek heye ku bandorê li damarên çavên wî bike: “Piştî ku ji nexweşxaneyê derketim bavê min got divê tu ji vir derkevî, Apocî wê te bikujin.” Bavê Rizgar qaçaxciyekî dibîne, da ku kurê xwe bi rêya Yewnanê bişîne Almanyayê. Rizgar çend rojan li Tirkiyeyê dimîne û piştre derbasî Yewnanê dibe, ew li wir diçe maleke tazî ku heya doşek jî lê tine ne: “Me di nav turikên razanê de xew dikir, em li kolanan digeriyan û me doşek, kursî û masyan berhev kirin heya ku me mala xwe çêkir.” Li şûna ku Rizgar çend rojan li Yewnanê bimîne, weke qaçaxcî soz dabû bavê wî, mayina wî neh mehan dirêj dike, di vê demê de jî carekê ligel çend kesan hewl dabû bi rêya welatên Balkanê biçe Awisturyayê lê plana wî têkçûbû: “Qacaxcî em derbasî Makedonyayê kirin, lê li wir em du rojan di nav daristanan de geriyan û em li benda erebeyekê bûn lê ti kes nehat pêşiya me, xwarina me jî tine bû û  me tenê hejîr û tirî dixwar, li dawiyê de polîs em girtin û em vegerandin Yewnanê.”

Çar rojan li ser behrê bê xwarin û vexwarin mabû

Piştre Rizgar qaçaxciyekî din dibîne û pê re li hev dike ku bi rêya keştiyê bişîne Îtalyayê: “Em 60 kes bûn di keştiyê de ku 17 metre cargoşe bû, kesî nan jî bi xwe re nebiribû, me gotibû rojek û emê bigihijin berava îtalî lê geşta me çar rojan dirêj kir. Ne min av vexwar ne jî min tiştek kir devê xwe, di ava behrê de mirov didewixe, kesê ku xormeyek yan biskuwîtek dixwar, an jî av vedixwar, hema diverşiya.” Piştî wê Rizgar ji Milano dixwest derbasî Swîsreyê bibe, lê asayîşa swîsrî wî digire û şûnde vedigerîne Îtalyayê. Di hewldaneke din de û piştî azara salekê, ew digihije rawestgeha xwe ya dawî û di çend mehan de mafê penaberiyê distîne. Ev bûn neh meh ku Rizgar li Almanyayê dijî lê rewşa wî hêj nehatiye ser hev, ne jî kar ji xwe re dîtiye.

* Nav guhertî ye.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s