Bulgarya xewna penaberên kurd têk dibe

Wêne: AFP
Koneke penaberan li Bulgaryayê / Wêne: AFP

Rûdaw / Z.A – Televîzyona ewropî Euronews di derbarê pirsgirêkên penaberên sûrî li Bulgariyayê reportajekê weşand. Reportaj di neh xulekan de behsa çawaniya kontrolkirina sînorên Bulgariya bi Tirkiyê re ji aliyê polîsa bulgarî ji bo ku penaber derbasî Ewropayê nebin, her wisa  reportaj ronahiyê dide ser mercên jiyanê yên dijwar ji bo penaberan, ku piraniya wan Kurd in.

Ivan Ivanov, berpirsê berbendê 19 mîn li ser sînora ligel Tirkiyê, derbarê karê xwe di rawestandina koçberiya nehênî ber bi Ewropayê ve radighîne ku wî çend malbatên ji Sûriyê girtin ku dixwestin bi awakî nerewa derbasî axa Bulgariyayê bin. Ivannov ji daristanek li ser sînor lome ji wan malbatan dike yên ku dixwazin sînor derbas bikin û zarokên bebek di hemêza xwe de radikin “Dîtina van malbatan tevî bebekan ez şok kirim, ev karekî neberpirsiyar e, xeyal bike çawa daristanê derbas dikin tevî zarokên biçûk,” Ivanov bi rûyekî heyrî dibêje.

Plan ji bo avakirina dîwarek bi strî tê danîn

Euronews radighîne ku li ser şopa Yewnanistanê Bulgariya jî plan dike ku dîwarekî ji têlên bi strî li ser sînorên xwe bi Tirkiyê re ava bike û wiha pêde diçe “Sala borî 10 hezar penaberên sûrî derbasî Bulgariya bûn, di nav wan de gellek Kurd hene, 1684 penaber li kampa Harmanlî dimînin heya ku deshilat şûnên pêçiyên wan distîne, tenê berê çend rojan ew konên artêşê yên ku penaber bê alavên germkirinê têde dijiyan hatin rakirin û li şûna wan konteynerên hêjayî jiyanê hatin danîn”.  Ji kampa Harmanlî, ya nêzî sînorê Tirkiyê, Xensa Ebdulrehman, ya ku zarokek di hemêzê xwe de hildaye û li pêşiya wê çar zarokên din sekinî ne, dibêje: “Dixwazim herim Almanyayê ba herdû birayên xwe, min daristana li ser sînor tevlî şeş zarokên xwe derbas kir, rewşa me pir xirab bû û em nexweş ketin, em westiyan heya em gihîştin wir.” Hesen Hiso, ku di heman kampê de dimîne û li ber agirê êzingan xwe germ dike, êşa derketina ji Serêkaniyê ji ber êrîşên îslamiyên tundrew wiha vedibêje: “Mala me hate xirakirin, em êzdî ne, grûpeke îslamî yê terrorîst em bi kuştinê tehdît kirin, gellek gundên êzdiyan xerakirin, gellek zarokên min hene, wan pirçîbûn derbas kirin û cihê razanê jî nema bû, ji ber wê jî em reviyan.”

Fatma Rustem û Yusif Musa ligel zarokên xwe li Şamê dijiyan û dema ambulans û zilamên çekdar tevî maskeyên gazê li taxa xwe dîtibûn ew tirsiyan ku şerekî kîmawî rû bide, wan ji bo derbasî Bulgariyayê bibin li ser her kesek ji endamên malbatê 250 euro dabûn qaçaxciyan “Em ramiyan ku em bimirin wê çi bê serê zarokên me, ji ber wê jî me biryar dabû ku em ji Şamê birevin,” Fatma dibêje. Hevserê wê Yusif ku li kêleka wê rûnştiye hêvî dike ku ew bikaribin bighêjin welatekî ewropî ku têde zarok biçin dibistanê û ku pêşerojeke wan hebe.

Mihemed Hisên ku li bajarê Homsê endezeya petrokîmawî xwendibû li kampa Harmanlî di belavkirina xwarina rojane de arîkar dibe, wî derbarê rûdana revandina wî ligel 16 xwendekarên kurd li ser destên grûpên tundrew axivî, Mihemed ew bûyera tehl wiha tîne bîra xwe: “Yek ji revîneran got li vir (li otobûsê) 17 xwendekarên kurd hene ezê du seriyan qot bikim, yê din jî got ez hustiyekê  bibirînim. Di destên wan de jî şûrên tûj hebûn.”

Nijadperesî û xenofobî zêde dibin

Li gellek welatên Yekîtiya Ewropayê ji ber bilindbûna hejmarên penaberan dengê partiyên nijadperest jî li dijî hewandina penaberan bilind dibe. Li Bulgarya partiya Ataka yê rastgirê tundrew di hikûmeta kolalîsiyonê de ya ligel sosyalîsan cih digre û dijminatiya xwe ji penaberan re eşkere nîşan dide, parlementerek ji vê partiyê bi navê Magdalena Tasheva helwesta xwe derbarê penaberên ji Sûriyê wisa nîşan da: “Hîç em ne mecbûr in ku em cih û xwarin bidin cîhadiyan yan jî kesên tundrew, yan jî îslamî…, ew terorîstên ku maskeyên penaberan lixwekirine.”

Rêxstina Xaça Sor yê bulgarî hişyarî dide ser wê yekê ku xenofobî (dijminatiya ji biyaniyan re) zêde dibe. Ji pêşiya dibistaneke kevnar li paytext Sofya ku niha bûye kampeke ji penaberab re Olia El-Ehmed ji Xaça Sor sedemên vê xenofobiyê li ba bulgariyan wiha vedibêje: “Bulgarî ji hatina kesên nû ditirsin, ev jî xenofobî ye, dema kesên penaber ji kampê derkevin ji bo ku kirîna xwarinê an jî ji bo ku li cadê bimeşin ew rastî lêdanê tên.”

Di vê kampê de jî hevser û keça bilûrvanê navdar li Rojava Ebdurehman Dirêyî  dimînin, di gerek nav kampê de Negam Dirêyî behsa mercên dijwar û xirab ku penaber têde dijîn: “Bala xwe bidinê vê tiwalêtê, ev tiwalêt ji bo sed mirovî ye û bê av e jî,  av bi carekî tune ye.” Keça bilûrvanê kurd Negam dibêje ku hevserê wê du caran ji aliyê şervanên Cebhet El Nusra hatibû revandin, wê tirsiyabû ku tiştekî bê sere keçikên wê jî “Wan keçikên bê şerb direvandin û ji ber ku diya min xiristiyan e û keça min jî li ser sînga xwe xaç hildigre, em nikarin di nav îslamiyên tundrew de bijîn”.

Emmar 4000 euro da ji bo ketina Bulgarya

 Emmar Omer jî weke gellekan hêvî dikir ku bighêje welatê almanan lê polîsa bulgarî hêviyên wî şikandin, wî ligel qaçaxciyan lihev kiribû ku dema wî ji Tirkiyê bighînin Almanyayê dê 8 hezar Euro bide wan lê ew li Bulgaryayê hate girtin û li dawiyê jî neçar mabû ku çar hezar Euro bide qaçaxciyan. Emmar li Rojava debara xwe ji stranbêjiya li dawetan dikir lê ew her tişt firto ji bo geşta xwe ya ku li cihekî xerab bi dawî bû, li dawiya reportajê Emmar hestên xwe bi rêya straneke li ser xerbiyê vedibêje “Hey lawiko li xeribiyê birya te dikim heyrano…, kengî tu bê ji xerîbiyê wer pêşiyê qurbano…”.

Amnesty Intertional deshilata bulgarî rexne kir

Rêxistina  mafên mirovan Amnesty Intertional (AI) di daxuyanyeke xwe de berî du heftan ragihand ku danûstandina deshilatê bi serîlêderên penabeiyrê li Bulgariya “cihê şermbûnê ye”, li gorî lêkolera AI li Bulgaryayê Barbora Cernusakova serêlêderên mafê penaberiyê li Bulgaryayê, ku gellek ji wan ji ber xerabiya şerê li Sûriyê reviyane, di rewşeke pirr xerab de dijîn. Pêdiviya wan bi xwarin, paqijiya cih û xizmeta tendirûstî heye. Her wisa penaber dikevin di bin metirsiya girtina bêsedem, gellek derengî di tomarkirina navên wan de çêdibe û bi awakî normal penaber ji îcrayên dadmend û efektîv yên mafê penaberiyê tên bêparkirin.

Digel van zor û zehmetiyên dijwar yên penaberan li Bulgaryayê herikandina penaberên nû ber bi vê welatî ranaweste, kesên ku ji Tirkiyê derbasî Bulgaryayê dibin bêyî ku ji aliyê polîsên sînor yan bi rêya jî kamîreyên bêne dîtin û girtin tenê li ser wê hêviyekekê dijîn, ew jî ku bikaribin di zûtirîn dem de ji vê welatê ewropî derkevin û ku bikaribin geşta xwe bidomînin ta ku bighêjin ew Ewropaya ku di xewnên xwe de dibînin.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s