Rûdaw / Z.A – Di hefteya borî de bîst û şeş kes ji kurdên Rojava, çar ji wan zarok, gihîştin balafirgeha Barajas ya Madrîdê, piştî geşteke ku bi dehhezaran kîlometr bi rêya zemîn û hewayê dirêjkiribû. Piştî geşteke nav sê welatan li parzemîna Asyayê penaber berê xwe dan başûrê Amêrîkayê û ji wir hatin Ewropayê.
Du rojnamevanên spanî, yek ji wan erebaxêv e, karîbûn xwe bi rêya telefonê bighandana penaberên kurd ku li salaya girtina penaberan ya balafirgehê diman ta ku dramaya wan bi rêya malpera “Rojnamageriya Mirovî” bighînin raya gîştî.
120 000 Euro dan ji bo ku werin Almanyayê
Piraniya penaberên ku di van du salên dawîn de gihîştine balafirgeha Barajasê ji herêma Cizîrê bûn, gellek ji wan jî kurdên êzdî bûn, penaberên vê carê jî dîsa ji herêma Cizîrê bûn. Wan bi armanca ku bighêjin ba merivên xwe li Almanyayê geşteke dûr û zor derbas kirin heya pêlî zemîna Ewropayê kirin. Piştî derbasbûna wan ji bakurê Kurdistanê re, wan ligel qaçaxcîyan lihevkirin ku bi bihaya 5.000 Euro li ser kesên mezin û 2.500 Euro li ser kesên biçûk werin Almanyayê. Penaber bi pasaportên sexte ji Tirkiyê diçin bajarê Dubey, ji Dubey jî balafirek wan dibe Brazîlê, çend rojan li apartamentekî ligel penaberên din ji Sûriyê derbas dikin û piştre dîsa bi ezman dikevin û berê xwe didin Pêrûyê û li dawiyê balafira wan li paytexta Spanyayê radiweste, li wir jî ji aliyê polîsa balfirgehê têne girtin. Piştre ji bo navenda girtinê li balafirgehê têne veguhestin, ew ligel penaberên ji netewên din di cihekî de dimînin ku rûrderê wê 25 metr çargoşe ye, ew li wir dimînin heya ku bersivek ji daxwaza wan ji mafê penaberiyê re bê dayîn, ku di haletên asayî de sê rojan dirêj dike ji roja pêşkêkirina daxwaza mafê penaberiyê.
“Kesên selefî me wek gawir bi nav dikin”
Di reportaja xwe de rojnamevana spanî dibêje “Asan e ku mirov xeyal bike çima ev grûpê penaberan yên ku ji Hesekê hatine dereng bimîne ta ku baweriya xwe bi kesekî bikin ku ligel wan bi erebî diaxive û pirsan ji wan dike derbarê geşta wan ji dema ku ji Sûriyê derketine”. Piştî danûstandinekê bi rêya telefonê penaberên kurd ji rojnamevan re sedema derketina wan ji Rojava vedibêjin. Penaberên ku diaxivin dibêjin ku wan ji ber rewşa şer li herêmê di navbera rejîm û îslamîyên tundrew û ji ber nebûna pêdiviyên jiyanê wek elektrîk û avê ji welat reviyane, her wisa jî “Kuştin û destdirêjî çêdibûn, jin û zarok jî dihatin revandin, bajar hemû xerabe bûne, dikevin malan û her tişt û her kes bi xwe re dibin, kesên selefî me wek gawir bi nav dikin, her wisa jî ereb piştgiriya wan dikin û li dijî me disekinin” wiha penaberek jin rewşa li herêmê şîrove dike.
“Ez nizanim çawa em gihşntin Spanyayê”
Gellek penaberên kurd ku bi rêya vîzaya transîtê geşta xwe dikin û li dawiyê digihin balafirgehên Spanyayê ji ber rakirina pasaportên sexte têne girtin, lê hinek jî hene xwedî şens in, polîs sextebûna pasaportên wan kişif nake û ew bi rihetî derbasî ew balafira ku wan dibe welatê ku hez dikin lê mafê penaberiyê bixwazin, nemaze jî Almanya û welatên Skandanavyayê. Li ser pirsa: “Ji bo çi geşta we li Spanyayê bi dawî bû?” penaberekî wiha bersiv dide “Ez nizanim çawa em gihan vir, ji otobûsekê em diçûn otobûseke din û ji firokeyekê em derbasî firokeyeke din dibûn heya ku me xwe li vir dît” û dipirse: “Eger merivên min li Almanyayê hene, nikarim herim wir?.”
Peymana Dublîn û veguhestina penaberan
Pirraniya kesên ku li Spanyayê mafê penaberiyê dixwazin qet li bendê bersiva Nivîsgeha Penaberiyê namînin, hema piştî derketina wan ji balafirgehê berê xwe didin welatên din yên Ewropayê nemaze jî Almanya. An xizmên wan tên pêşiya wan û bi erebeyê wan tînin ba xwe, an jî ew bi xwe bi rêya trênê, ku têde nasname nayên kontrolkirin, diçin ba merivên xwe.
Ji ber peymana “Dublîn 2”, ew kesên ku berê li welateke ewropî mafê penaberiyê xwestine ji nû ve daxwazên wan ji bo penaberiyê li welatên din yên Ewropayê nayên pejrandin û dîsa ji bo ew welatê pêşî ku têde mafê penaberioyê xwestine têne veguhestin. Gellek penaberên kurd ku mafê penabeiyê li Spanyayê xwestine, şensê xwe diceribînin û diçin welateke din ji bo serîlêdana mafê penaberiyê, gellek ji wan paşde têne vegerandin, hinek ji wan jî venagerin, şûnên pêçiyên wan li welatên din nayên bêlîkirin û wiha daxwaza wan ji mafê penaberiyê re tê pejrandin. Lê îstîsna heye ji bo bidesxistina mafê penaberiyê li welatekî din ji Yekîtiya Ewropayê (her wisa Îsland, Swîsre, Nerwêc û Liechtenstein peymana Dublînê îmze kirine) ew jî dema merivên van penaberan li welatên ku peymana Dublîn îmze kirine hebin û di heman demê de ew meriv xwedî statuya penaberiyê bin an jî serî li mafê penaberiyê dabin, wê çaxê egerek heye ku penaber ji ber sedemên mirovî (malbatî an jî çandî) mafê penaberiyê bidestxin û li gel merivên xwe bimînin û wisa ji Spanyayê re neyên veguhestin.