Aydar bang li şikandina dîwarên navbera Kurd û Îsraîliyan dike

 Xwepêşanderên Kurd li pêş balyozxaneya Tirkiyê li Îsraîlê

Xwepêşanderên Kurd li pêş balyozxaneya Tirkiyê li Îsraîlê

Roja heftê adarê nivîskar û rojnamevan Jonathan Spyer gotarek bi navê “Li paş xêzan: Kurdistan berz dibe” di rojnameya îsraîlî The Jerusalem Post de nivîsandibû. Spyer di gotara xwe de behsa hevdîtinekê ligel serokê Kongra Gel Zubêr Aydar dike, ku di dawiya sibata borî de li bîroyên Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNKê) li Brukselê rû dabû. Spyer destnîşankir ku “Ev yekemîn car e ku ev raydarê bilind yê PKKê ji bo alaveke ragihandinê yê îsraîlî re diaxive”.

Aydar behsa berzbûna Kurdistanê di Rojhilata Navîn de dike û dibêje: “Hîn sînorên wê yên fermî tune ne. Lê ew heye, bûye rastîyek. Deshilateke kurdî heye ku ji sînorên Îranê despê dike heya ku nêzîkî Behra Spî dibe.”

Sebaret rewşa li Sûriyê serokê Kongra Gel got ku Kurd dawiyeke ji vê şerî re nabînin, stratejiya wan jî ew e ku herêmên xwe biparêzin û xwe li derveyî vê şerî bihêlin “Eger pêkan be, em hez dikin ku em Sûriyeke demokratîk damezrînin, ango [ku Sûriyê] bibe dewletek federal an jî ji bo herêmên xweser re bê dabeşkirin”.

Li gorî Aydar dibe ku Sûriyê jî ber bi hilweşînê ve here, Kurd jî wê herêmên xwe hukim bikin: “Dibe ku nexşeya Rojhilata Navîn biguhere. Ji aliyê Xwedê nehatiye danîn, ti kes ji me pirs nekiribû dema wan [Fransa û Bîrtanya] nexşe danîbûn. Di hemû haletan de divê Kurd ji hemû  pêşveçûnên pêkan re amade bin.”

Derbarê redkirina netewên herêmê ji hebûna Îsraîlê re Zubêr Aydar got: “Divê Ereb, Tirk, Îranî û Kurd hebûna Îsarîlê li Rohilata Navîn bipejrînin. Divê wê yekê  binasin ku ew [Îsraîlî] ji vê herêmê ne. Ku ew gelek esîl in li vê herêmê…, mafê vê netewê heye ku li ser xaka xwe bijî”.  Her wisa  rayedarê PKKê bang li “Şikandina dîwarên navbera Kurd û Îsraîliyan” dike, “ku hevdû nasbikin. Eger em bikaribin hevaltiya xwe bidomînin, herdû alî dê sûd ji vê yekê werbigrin. Pêdiviya herêmê bi ezmûna îsraîlî heye. Ji ber wê jî girîng e ku em têkiliyên xwe pêş bixin û geş bikin, ne tenê wek du gelan lê her wiha li ser astên herî bilind”

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s