Qeyrana Ukranyayê bal dikşîne ser gaza Kurdistanê

Nivîskar û dîroknasê spanî Manuel Martorell di gotara xwe ya dawî de li rojnameya dîjîtal Cuarto Poder behsa kêşeya pêdiviya Ewropa ji gazê dike ku niha ji ber qeyrana Ukraniyayê gurr bûye, nemaze piştî ew gefên ku Vladimir Putin li Ewropayên xwarine bi birrandina mifteya gazê li ser ewropiyaneger cezayên wan li dijî Rûsyayê giran bin.

Manuel bi hejmaran bal dikşîne ser pêgirêdana (îtîmad) Ewropayê bi Rûsyayê re ji ber pêdiviyên enerjiyê. Ji %31 ji gaza ku Ewropayê bikartîne ji Rûsyayê tê, pêdiviya Almanyayê ji gaza rûsî jî digihje heya ji %40. Ji ber metirsiyên qotkirina gazê jî, êdî welatên Yekîtiya Ewropayê tevdigerin ji bo pêdiviya xwe ji gazê misoger bikin, wek mînak wezîrê derve yê Spanyayê José Manuel García-Margallo serdana Cezayîrê kiribû ji bo danûstandinekê derbarê bilindkirina rêjeya şandina gazê ji Spanyayê re.

Pisporê pirsa kurdî û ya Rojihlata Navîn di gotara xwe de dibêje ku ew bîrên gazê ku di vê dawiyê de li Kurdistanê derbûne Wê bibin sûdwergirên sereke ji qeyrana Ukranyayê, ku li gorî jmarkirinên hikûmeta herêmê ew bîrên hatine dîtin dikarin gazê heya 70 salî ji Ewropayê re dabîn bike”.

Ji bo şandina gazê jî ji Ewropayê re Manuel dinivisîne ku çavên kurdan li ser boriyên veguhestina gazê ya Nabucco û ya Trans-Adriyatîk ne lê ewê li bendê nemînin heya ku borî bikevin qonaxa bikaranînê. Manuel bal dikşîne ser daxuyaniyên berê yên Wezîrê Enerjiya Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî derbarê xemkêşiya ji ber rawestandina projeyên boriyên gazê ber bi Ewropayê ve û tekezkirina wezîr li ser wê yekê, ku dema çêkirina boriyan pêkneyê, dê gazê bi alavên xwe bighînin bendera Ceyhanê ji bo ku avî bikin û bi gemiyên-embar bişînin bazara ewropî.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s