“Dema navê Dublînê dibhêsim ez dîn dibim”

Azad Dalî li taxa Lavapiés ya Madrîdê
Azad Dalî li taxa Lavapiés ya Madrîdê

Azad Dalî li gundê Tel Xezalê ya bi ser Kobanê ve di sala 1986an de hatiye dinê û li dibistanê wê xwendiye. Li Helebê jî lîseyê stand lê ji ber xerabiya rewşa aborî ya malbatê nikarîbû xwendina xwe bidomanda û ji bo karê avakirinê çûbû Lubanê. Piştre weke gellek xortên Kobaniyê berê xwe da Cezayîrê seba karê kolandina bîran bike. Du sal li wir ma û dûvre du salên din jî di heman karî de li Mexribê derbas kirin. Ji Mexribê jî bi pasaporteke sexte derbasî bajarê spanî Sebtayê bû, piştî çar mehan ji mayîna xwe li kampê wî şandin bajarê Balênsiyayê (Valencia). Digel hewldanên xwe li çar welatên ewropî ji bo bidesxistina mafê penaberiyê Azad tiştek bidestnexist. Li qehwexaniyekê ya taxa pirrnetew Lavapiés li navenda Madrîdê em bi Azad re rûniştin, wî çîroka xwe ya serîlêdana li mafê penaberiyê bi Rûdawê re parve kir.

Spanya, Almanya, Danîmark û Swîsrayê penabertiya wî nepejrandin

Ji despêkê ve Azad rastî biryara qewtandinê hat, hîn salek li ser mayîna wî li Spanya derbas nebû deshilat jê xwest ku ji zemîna spanî û ewropî derkeve “Kertonek zer dan min tenê ji bo ku ez bikaribim şeş mehan li vir bimînim, piştre daxwaza min ji bo wergirtina mafê penaberiyê red kirin û ji min re gotin ji xaka Ewropayê tevde derkeve”. Lê Azad bi awakî nerewa ma û xwest sûdê ji yasayekê werbigre, ku mafê rûniştinê û kar dide ew kesên îlegal piştî derbasûna sê salan ji mayîna wan li Spanyayê. Di vê demê de Azad hewldabû şensê xwe li welatên din yên Ewropayê biceribîne, lê ew rastî girtin û zindakirinê hat “Di 2009an de min berê xwe dabû Almanyayê, min serî li mafê penaberiyê da lê polîsan [bi rêya standina şûnên pêçiyan] tê derxist ku min berê li Spanyayê îltîca kiribû. Ez du mehan di navendeke girtî ya penaberên nerewa mam, heya ku Spanya pejrand ku pêşwaziya min bike. Dema ez gihîştim balafirgeha Madrîdê jî polîsan ez serbest berdam û ji min re gotin tu bi ku ve dixwazî herî here”.

Hîn mehek li ser vegera wî ji Spanyayê re derbas nebû û li hember bêhêviya ji ber nebûna kaxesan Azad vê carê bi rêya pasaporteke romanî û otobusê çû Danîmarkayê. Dîsa ji vê hewldanê destvala derket û bi ser de jî “Ez bo çar meh û nîv li zindanê mam. Hebsê wan jî hebs bû, yanî 24 demjmêr girtî ye û ez xistibûm nav tawankaran jî. Ji ber vê rewşê min bo 20 rojan girêva birçîbûnê kir. Li dawiyê jî min vegerandin Spanyayê”.

Li Spanyayê jî Azad nikarîbû sûd ji yasaya sê salan werbigra ji ber ku ew nikarîbû kaxesa nemehkûmiyê dabîn bikra, wî xizmeta leşkerî nekiriye ji ber wê jî deshilata sûrî ev kaxes neda wî.

Polîsên swîsrî bi zorê Azad anîn Madrîdê

Di hewldana xwe ya dawî de Azad şensê xwe li paytexta Sîwsrayê ceriband “Min li Bernê eşkere ji wan re got ku daxwaza min ji bo mafê penaberiyê li sê welatan hate redkirin. Wan jî ji min re qala Dublînê* kirin, dema navê Dublîn dibhêsim ez dîn dibim. Min ji wan re got we Dublîn derxistiye seba hûn zulmê li penaberan bikin”. Azad bo heft mehan kete kampa penaberan, bi hêviya ku daxwaza wî bê pejrandin lê li dawiyê bersiveke neyênî dan wî, ji kampê jî wî birin zindanekê ji bo ku kaxesên vegera wî bo Madrîdê çêkin. Azad li dijî biryara nivîsgeha penaberiyê derket û nexwest ji zindanê derkeve lê wî bi dara zorê şandin Spanyayê “Min gote wan min di hebsê bihêlin bes min neşînin Spanyayê, guh nedan min û ez bririm ber deriyê firokeyê, lê ez hilnekişîm. Ez vegerandin hebsê, du meh ez li wir mam, piştre çar polîs hatin û destê min girêdan û ez xistim hundirê balafirê. Pîlot jî spanî bû, min jê re got ezê ji te re pirsgirêkan çêkim û hemû krîstalan bişîkinim, lê tew guh neda min. Ew çar polîsan ez bi kursiyê girêdam û bi min re hatin Madrîdê”.

Dil û heşê Azad niha li Kobanê ye

Niha ji ber şerê li Sûriyê hemû penaberên sûrî ku li Spanya dimînin dikarin mafê rûniştinê û kar bistînin, lê ew ne mafê penaberiyê ya Peymana Cinêvê ye ya 1951ê. Azad niha lo xwaringeheê kebabê kar dike û li bendê ye ku kaxesan bistîne ji bo bikaribe li derveyî Spanyayê kar bike. Lê Xema Azad a mezin ne wergirtina kaxesan e, kesera wî Kobanê ye, ew bang li yekîtiya partiyên kurdî dike ta ku li hemberî êrîşên DAÎŞê (Dewleta Îslamê li Îraq û Şamê) bisekinin, Azadê ku herdem bi ziman û hestên netewperwer diaxive gotinên xwe wiha bi dawî dike “Min tenê navê Kurdistanê û ala wê li ser dest û milê xwe deq kirine, Kurdistan di ser her tiştî re ye û divê em hemû axa wê biparêzin, axa Kurdistanê divê ji bercewndiyên hemû partiyan pîroztir be”.

* “Dublîn 2”: peymanek ewropî vê yekê destnîşan dike ku ew penaberên berê li welateke ewropî mafê penaberiyê xwestine ji nû ve daxwazên wan ji bo penaberiyê li welatên din yên Ewropayê nayên pejrandin û dîsa ji bo ew welatê pêşî ku têde mafê penaberioyê xwestine têne veguhestin.

Advertisements

One thought on ““Dema navê Dublînê dibhêsim ez dîn dibim”

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s