“Rêya vegerê nîne, serxwebûn jî pir ne dûr e”

Roja Sant Jordi li Ramblayê
Roja Sant Jordi li Ramblayê, ala Katalunyayê jî li her derê bû / Foto: Z.A

Roja navnetewî a pirtûkê ya ku di 23ê Nîsanê de tê pîrozkirin li Katalunyayê bi navê roja Sant Jordi tê naskirin, li vir ev roj xwedî taybetiyeke balkêş e, ew “Cejna pirtûk û gulan e”.

Di vê kevneşopiya kevnar ya gelê katalan de mêr gul diyarî jinan dikin û jin jî pirtûk diyarî mêran dikin. Di cejna îsal de partî û tevgerên ku ji bo serxwebûnê têdikoşin bi xurtî beşdarî çalakiyan bûn ta ku pirsa serxwebûnê têkeve rojeva Katalanan. Radyo û televîzyonên katalanî û spanî bi awakî zindî çalakiyên cejnê diweşandin.

Li Cadeya Ramblayê, ya herî navdar li Barcelonayê ku ji meydana Katalunyayê despê dike û li behra Spî bi dawî dibe, firoşgehên gul û pirtûkan pey hev hatine rêzkirin, di nav de jî standên partî û tevgerên katalnî jî cih digirtin.

Ezmana Barcelonayê sayî bû û hewa pirr xweş bû, Meydana Katalunyayê, cadeya Ramblayê û herdû rêyên çûnûhatina erebeyan bi xelkê û geştyaran ve tijî bû. Ji zarokên 14 salî heya kesên jorî 80î salî di wê cadeyê de dimeşiyan, gellek ji wan yan gulek yan jî pirtûkek di destên xwe de rakiribûn.

Oriol Rosés i Belló
Oriol Rosés i Belló

Katalunya û Spanya weke cîran wê baştir bijîn”

Em nêzîkî standekê ya Ciwanên Netewperest yên Katalunyayê bûn ku li bin slogana “Katalunya ne Spanya ye” agahî û pankart belav dikirin. Ew rêxsitineke ku endamên wê ji 16 heya 30 salî ne, ji sala 1980î ji bo serxwebûnê têdikoşin, nûnereke wan li parlemana Katalunyayê jî heye. Endamekî vê tevgerê bi navê Oriol Rosés i Belló  derbarê armancên xwe yên sereke wiha axivî:

Em hest bi wê yekê dikin ku em ji spaniyan cuda ne, ti tiştên me li dijî spaniyan nîne, tenê em dixwazin dewleta xwe ava bikin, em xwe bi xwe hukim bikin, ku maf, yasa. Azadîyên me jî hebin”.

Li hemberî dijatiya hikûmeta Madrîdê ji serxwebûna Katalunyayê, Oriol pirr giringiyê nadê vê pirsgirêkê û dibêje:

Em bawer dikin ku wek cîran em dikarin di rewşeke baştir de bijîn, em dixwazin bi rêya pêvajoyeke demokratîk, pak û zelal, bi rêya dengdanê û bê bikaranîna tundiyê ji Spanyayê veqetin”.

Ciwanê katalan matmayîna xwe ji berteka Yekîtiya Ewropayê (YE) derbarê çarenûsa katalana wiha tîne ziman:

Ez tênagihim çawa YEyê ku xelata Nobelê ya Aştîyê di 2012an de wergirtiye û weke parêzera mafên mirovan û demokrasiyê tê binavkirin, piştigiriya xwe pêşkêşî Katalunyayê nake dema ku Spanya êrîşî Katalunya dike û dibêje ku emê li derveyî YEyê bimînin, ku referendûm li dijî makazagonê ye û mafê me nîne ku em biryara xwe derbarê serxwebûnê bidin. Ji ber wê jî berteka YEyê dûrî wan mafên ku ew dibêje parastina wan dike”.

Josep Maria Terricabras
Josep Maria Terricabras: “Bê guman jî ez serxwebûna Kurdistanê destek dikim”

Li Ramblayê jî li standa partiya Esquerra Republicana (Çepa Komarî, hêza duwem li palamanê) çivîneke çapemeniyê bi fîlosof û siyasetvanê katalan yê serbixwe Josep Maria Terricabras hate lidarxistin. Terricabras, yê ku li serê lîsteya partiyê weke kandîdat beşdarî hilbijartinên Ewropî dibe, serokwezîrê Spanyayê Mariano Rajoy hişiyar kir ji bo ku nebe kelem li hember vîna gelê katalan ji bo pêkanîna referndûma derbarê serxwebûna Katalunyayê, ku çavlirê ye di 11yê Mijdara bê de were lidarxistin.

Fîlosofê katalan  berî ku nêrîna xwe derbarê serxwebûna Katalunya bide ji me re got:

Yekemîn tiştê ku ez hez dikim bêjim, ku ji gellek salan ve ez parastina gelê kurd û Kurdistanê dikim, min bi rêya rojnameyên belavok weşandin ji bo piştgiriya kurdan. Bê guman ez serxwebûna Kurdistanê destek dikim”.

Josep Maria Terricabras dibêje ku dema gel vîna xwe ji bo bidesxistina tiştekî diyar bike ev dibe yasa, hewceya gel bi dayîna sedeman nîne ji bo daxwaza cudabûnê, wek çawa di rewşa veqetandina hevseran de, dema du kes dixwazin ji hev veqetin, tenê dibêjin ku êdî naxwazin bi hev re bijîn, her kesek dixwaze di rêyekê de biçe ji ber ku ew tişt ji herduan re baş e:

Gelê katalan ji zûde dixwaze rêya xwe bistîne bê ku ziyan ji kesî re hebe, em xêra her kesî dixwazin. Dema gel jî serxwebûnê bixwaze li dawiyê wê ev tişt bibe rastî. Ez bawer dikim ku êdî ev gel gihşîtiye asta ku bêje ew bûye jorî 18 salî û êdî dikarebiryara xwe bistîne, emê di îsrara xwe de bi pêşde herin heya ku em serxwebûnê bi dest bixin, ev yek jî pirr ne dûr e”.

Sant Jordi

Firoşgehên pirtûk û kulîkan li Ramblayê û derdora wê heya dawiya şevê man, katalan pirtûk û gulan diyarî hev dikirin (Li gorî tradîsyonê mêr gulên sor diyarî jinan dikin, jin jî ji aliyê xwe ve pirtûkan diyarî mêran dikin) û yên evîndar jî hevdû radimûsandin, nivîskar jî pirtûkên xwe ji xwendevanên xwe re îmze dikirin. Sant Jordî ya îsal di herêmeke xweser ya Spanyayê hate pîrozkirin. Gelo sala bê wê ev cejn li dewletek bi navê Katalunya bê pîrozkirin?

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s