“Burjuwaziya kurdî sedema paşdemayîna çand û hunera kurdî ye”

Hunermend Ganî Mîrzo li Barcelona / Rûdaw
Hunermend Ganî Mîrzo li Barcelona / Rûdaw

Rûdaw / Z.A –  Ganî Mîrzo sala 1968ê li Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî standina lîseyê berê xwe dabû Helebê û li wir bo du salanan mûzîk xwend, piştre vegeriya Qamişloyê û weke mamosteyê mûzîkê xebitî. Piştî qedandina leşkeriyê, ji bo xwendina mûzîkê berê xwe da Ewropayê. Ev bûn bîst sal ku ev awazsazê kurd li bajarê Barcelonayê dijî û piştî kedeke mezin karîbû cihekî xwe di nav hunermendên vî bajarî de bigire. Me ew li xwaringeha kebabê “Narîn”, ku ew birêve dibe, dît. Ganî ji Rûdawê re derbarê jiyana xwe ya hunerî de axivî.

Ganî rêya hunerê bi tembûr û cumbuşê despêkiribû, piştre jî derbasî ûdê bibû. Ew li taxeke bi navê Meyselûnê dijiya ku tê de gellek hunermendên folklorî tê de hebûn, yek ji wan jî Nezîr Mihemed bû ku bandora li Ganî kiribû: “Ew kirîv û cîranê me bû, gellek caran Seîd Yûsif dihat mala wî, min jî guhê xwe dida ber dîwêr ji bo ez dengê biziqên wan bibihîsim.” Ganiyê ku mûzîk ji temenekî biçûk di rêhên wî de diherikiya, li benda wê rojê nebû ku pereyên wî çêbibin, da ku bikaribe amûrekî mûzîkê bikirre, vêca neçar mabû ku amûra xwe bi xwe çêbike: “Berê tenekeyên helawê hebûn, wilo çar qurzî bûn, piştî ku ew teneke vala dibûn diya min ew didan aliyekî, ji bo ku bi tiştan dagire, min ew teneke didizîn û min darek dikir qotiyê û li ser darê jî du têlên frêna bisiklêtê didanî, dengê vê tembûra min ya pêşîn jî xweş dihat, diya min jî gazinc ji min dikirin û digot lawo te dîsa tenekeyên zeyt û helawê xera kirin.” Ganî dikene û axaftina xwe derbarê vê tecrûbeya xwe ku jêre bûye îlhamek ji bo kirina tecrûbeyên din didomîne: “Li wir boçûneke min ya çêkirina biziqên şeş-têlî derket holê, min ev boçûn da hosteyekî Ermenî li Qamişloyê, ji bo ku biziqan çêke. Wî derdorê 30 biziq çêkirin û niha jî difiroşe”.

Ganî despêkê ji bo xwendina mûzîkê xwest biçe Almanyayê, lê beşê ku tê de hatibû pejirandin ya mûzîka klasîk bû, ev beş jî ne bi dilê wî bû: “Ew behsa dîroka mûzîka klasîk dike, tiştekî teorî bû, ez jî bêhtir ji tiştên pratîk hez dikim”.

Wî gellekî ji mûzîka Flamenko hez dikir. Ew cûreyê mûzîkê bû sedemek ku werê Spanyayê û li koservatûara Liceu li Barcelona bo şeş salan Flamenkoyê bixwîne. Li kêleka xwendina xwe Ganî karê li xwaringehan, belavkirina reklaman û fêrkirina erebî û kurdî jî dikir. Piştî qedandina xwendinê Ganî beşa mûzîka rojhilatî li Liceu saz kir û bû mamosteyê wî beşî.

 “Enstîtuyên kurdî li Ewropayê çanda kurdî bi paş xistine”

Di van salan de jî sê berhemên wî çap bûn, yekemîn xebata wî bi navê “Ronî” derket. Çîroka belavkirina vê berhemê jî balkêş e; “Di dema xwendinê de min grûpek çêkiribû û me şahî lidardixistin, carekê jî me li festîvalekê konserek çêkir û min ew konser li ser dîskê biçûk tomar kiribû. Lêhatinek çêbû ku şagirteke min ya ûdê mûzîka wê konserê guhdar kir û mesrefa çapkirin CDya Ronî (derdorê 3000 Euro) xistibû ser milê xwe.” Li hember qenciya vî şagirtê brazîlî, Ganî mixabiniyê bi wê yekê dike ku dewlemendên Kurd ti piştgirî nadin çand û hunerê û bi êş serpêhatiyekê tîne bîra xwe: “Carekê min ji milyonêrekî Kurd 200 Euro standibûn, heyvek  derbas nebû, digel ku ew dizane ez di çi rewşê de dijîm, ew pere ji min xwestin.”

Birîneke din ya Ganî vedibe û keserên xwe bi me re parve dike: “Ev enstîtuyên kurdî ku li Ewropayê hene, çanda kurdî bi paş xistine, wek mînak ya Parîsê ku li ser serê Kurdan bûye bela. Di demekê de ku vê dezgehê arîkarî dida xwendekaran, ez ji Barcelonayê çûm ji bo dîtina birêvebirê enstîtuyê. Tenê pênc xulek dan min ji bo ku ez daxwaza xwe jê re bêjim. Min jê re got ez mûzîkê dixwînim û pêdiviya min bi arîkariyê heye. Digel ku wî arîkarî ji hinek xwendekaran re dişand Spanyayê, lê gote min ku nikare ti arîkarî bide min. Ev jî ne rast bû, wî dikarîbû”.

Piştî belavkirina CDya xwe Ganî, ew li Barcelonayê bêhtir hat naskirin û gellek konser li cihên emblematîk lidarxistin. Piştre jî xebata bi navê Totîko derket, ew jî bi arîkariya hikûmeta Katalonyayê hate çapkirin. Xebata herî dijwar ya Ganî berhema wî ya sêyem “1001 şev” bû, ew jî projeyek bû ji bo xebateke şanogerî ya derbarê şerê li Iraqê de. Ganî despêkê nexwest tevlî xebatê bibe, ji ber ku zanîna wî li ser şanoyê nîne, lê di dawiyê de û piştî axaftina bi derhênerê şanoyê pejirand ku mûzîka şanoyê çêke: “Em şeş mehan li ser hev li ser vê xebatê rawestiyan, hefteyê sê rojan me prove dikir. Derhêner jî hîşt ku di castingê de lîstikvanan veqetînim, ji ber ku heman listîkvan divê stranan jî bixwînin. Me ev xebat 150 caran li şanoyên Spanya û Portûgalê jî pêşkeş kir.” Li ser vê xebatê jî Ganî yek ji  namezetên xelateke bi navê Max bû. Piştre jî fîrmeyeke spanî xebata “1001 şev” jê re çap kir.

Bi însiyatîva wî Festîvala Morgenland li Kurdistanê lidarket

Li derveyî Spanyayê Ganî û grûpa xwe sala 2012yê beşdarî festîvala Morgenland li Osnabrücka Almanyayê bûn û havîna borî jî di nav çalakiyên vê festîvalê de li Hewlêrê konsertek lidarxistibû. Derbarê ezmûna xwe di vê festîvalê de, ew dibêje: “Têkiliyên min bi birêvebirê festîvalê Michael Dreyer hebûn, min ew vexwende Sûriyê û min ew bir heya Endîwerê û ji wî cihî min perçeyên din yên Kurdistanê nîşanî wî dan. Mebesta min û dengbêj Îbrahîm Kêfo ku Michael Kurdan nas bike, û ji wir boçûna çêkirina çalakiyeke taybet bi mûzîka kurdî  ´Kurdih Music in Focus´ li Almanyayê derket, ku tê de hunermendên wek Îbrahîm Kêfo, Aynûr û Kayhan Kalhor beşdar bûn.” Piştre Ganî Michael razî kir ku festîval li Kurdistanê jî bê lidarxistin. Ganî bi vê ezmûnê gellekî serbilind e: “Li kolanên Osnabrückê û Hannoverê reklamên derbarê mûzîka kurdî de hatibûn belavkirin, tiştekî pirr xweş bû. Li Kurdistanê jî me karîbû em tiştekî xweş pêşkêşî Kurdan bikin, wezîrê çandê jî gote me ku ev cara yekemîn e ku tiştekî wisa li Kurdistanê rûdide”.

 Di serdana xwe ya Kurdistanê de Ganî rewşa penaberên Rojava ji nêz ve şopand, ji bo arîkariya penaberan berhemeke wî bi navê “Kampa Domîz” derket. Ganî ji bo danasîna berhema xwe 8ê Gulanê konserek li Barcelona lidarxist û wê beşdarî festîvalekê li bajarê Murcia jî bibe.

Axaftina me ya demjimêrek û nîv bi Ganiyê xwînşîrîn re li ber mûzîka kurdî û ya gellek netewan zû derbas bû, ew herdem devliken bû û gellek henek dikirin, tenê dema behsa rewşa huner an jî wêjeya kurdî dikir rûyê wî acizî û xemgînî nîşan dida, hevoka wî ya dubarekirî jî ev bû: “Burjuwaziya kurdî sedema paşdemayîna çand û hunera kurdî ye”.

 

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s