“Şeva Wêjeya Kurdî” li Madrîdê

Ji çepê: Yasmîna Şewqî, Daria Monastyrskaia (pêşkêşvan), Pepa Baamonde, Daban Şadala û Irfan Guler / Rûdaw
Ji çepê: Yaşmîna Şewqî, Daria Monastyrskaia (pêşkêşvan), Pepa Baamonde, Daban Şadala û Irfan Guler / Rûdaw

Roja 21ê Gulanê çalakiyeke bi navê “Şeva Wêjeya Kurdî” li Madrîdê lidarket, cara yekemîn e ku li Spanyayê çalakiyeke wisa rûdide, ev jî bi saya hevkariyeke navbera nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê û pirtûkxaneya Offside Books bû. Despêkê hevrêvebira pirtûkxaneyê Fatma Kayhan bixêrhatina mêvanan kir û got: “Ev fersendeke ji bo ku kurdên Madrîdê hev bibînin, hev naskin û derbarê pirtûk û berhemên wêjeyî biaxivin.” Fatma spasiya nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ji ber serperştiya vê çalakiyê. Piştre nûnerê hikûmeta herêmêa Kurdistanê Daban Şadala jî axivî û spasiya nivîskar Yaşmîna Şewqî û wergêr Pepa Baamonde ji ber tevlîbûna wan û spasiya wergêr Irfan Guler jî kir ji ber keda xwe di wergerandina pirtûkên derbarê kurd û Kurdistanê. Her wisa spasiya xwe pêşkêşî Fatma û hevserê wê Marc Nessfield ji ber rola wan di organîzekirina vê şevê de. Daban mixabiniya xwe nîşan da ji ber nebûna wergereke spanî ji berhemên kurdî re: “Em Kurd xwedî wêjeyeke xweş lê hîn em ji wê yekê dinalin ku wergera wêjeya kurdî ji spanî re nîne”.

“Kurd xwedî çandek û şaristaniyeke pirr bi pêş de ye”

Ji aliyê xwe ve jî nivîskara kurd-galîsî Yaşmîna Şewqî spasiya hevrêvebirên pirtûkxanyê kir ji ber însiyatîva wan di lidarxistina şevekê derbarê wêjeya kurdî li Madrîdê: “Însiyatîveke pirr xweş e, ji ber ku em kesên ku dixwazin kurdan bidin nasandin em pêrgî gellek astengiyan tên û peydakirina çalakiyeke wisa li paytextê tiştekî pirr girîng e.”Her wisa spasiya Daban Şadala kir ji ber destetkirina wî ji şevê re û wî weke “parêzvanekî mezin ji çanda kurdî re” bi navkir. Yaşmîna di axaftina xwe de behsa navaroka romana xwe “Kurdos destino libertad / Kurd ber bi azadiyê ve” kir ku têde behsa azara kurdan di bin deshilata Seddam Husên de dike: “Ev roman derbarê pismamê min Azad e, pirraniya kesayetiyên di romanê de derbas dibin di rastiyê de jî hene lê nav hatine guhertin, di romanê de dîmenên pirr biêş hene nemaze jî dîmenên tirsê, xemkêşî û êşkencekirinê. Ji aliyê hestiyarî ve jî nivîsandina vê romanê gellek zor bû, nemaze ez bo demekê li Îraqê jiyame û rewşa welêt ji nêz ve nas dikim”.

Nivîskar Yasmina Shawki
Nivîskar Yaşmina Shawki

Yaşmîna derbarê armanca nivîsandina romana xwe diyar kir ku li welatên rojavayî xelk dirame ku li Rojhilata Navîn tenê terora îslamî heye û perwerdeya xelkê kêm e lê: “Ev ne rast e, bi rêya vê pirtûkê dixwazim bêjim ku kurd li wir hene, ku ew xwedî çandek û şaristaniyeke pirr bi pêş de ye û di heman demê de ew çandeke hezar salî ye.” Derbarê pirseke ji mêvanan li ser zehmetiyên çapkirina romanê Yaşmîna wiha axivî “Ew kabûsek bû, min di 2004an de nivîsandina romanê qedand lê weşanxane piştî sê salan bersiv dan min û çap kirin, dansandina wê jî hêj zortir bû, dansandina romanekeê derbarê mijareke nenaskirî karekî pirr zor e.”

Wergêr Pepa  Bammonde pirtûka helbestvanê kurd û werga spanî nîşan dide
Wergêr Pepa Baamonde pirtûka helbestvanê kurd û werga spanî nîşan dide

Helbestên Ahmed Arif êş û çewsandina kurdan vedibêjen

Beşê diwemîn ya şevê derbarê dîwana “Min ji hesreta te qeyd kevn kirin” ya helbestvanê kurd Ahmed Arif bû, ku ji aliyê herdû wergêr Irfan Guler û Pepa Baamonde ji tirkî bo zimanê spanî hatiye wergerandin. Wergêra galîsî Pepa Baamonde derbarê têkiliya xwe bi kurdan re got ku ew bi êşa kurdan ji ber qedexekirina çand û zimanê wan hest dike ji ber ku ew ji herêma Galîsyayê tê û wan jî rastî qedexekirina zimanê dayîkê hatin. Pepa di heman vê bareyê de derbarê serdaneke xwe ji Kurdistanê re axivî û nemaze ji çend gundên kurdan re li Antoliyaya Navîn ku hêj ziman û kevneşopiyên xwe parastine “Li wir xortekî pirtûka Ahmed Arif diyarî min kir û ji min re gotibû: Ev helbestvanê kurd ya herî mezin li ba me, divê tu wî bixwînî. Min jî kurdî nizanîbû, merqeke mezin li ba min çêbû ku ez navaroka helbestan fam bikim. Piştre bi hevkariya Irfan me pirtûk wergerande spanî.”. Pepa jî derbarê dijwariya çapkirina pirtûkê axivî û got ku gellek weşanxane xebata wan ji ber sedemên curbecur redkirin, lê li dawiyê wan karîbû helbestên Ahmed Arif bi spanî û galîsî jî çap bikrana “Irfan bi rêya têkliyeke şexsî xwe gihand weşanxanya Visor, her wisa bi rêya wergertina arîkariyek ji wezareta çandê li Tirkiyên û ji du bîroyên parêzkariyê li Stenbolê pirtûk bi spanî çap bû. Piştre pirtûk bi zimanê galîsî jî çap bû.” Pepa li dawiya axaftina xwe perçeyeke biêş ji helbetsekê bi navê “Ey Hewar” xwend.

2014-05-21 20.04.49
Parêzer û wergêr Irfan Guler

Parêzer û wergêr Irfan Guler ku ji Stenbolê hatibû ji bo ku beşdarî vê şevê bibe kêfxweşiya xwe bi lidarxistina vê çalakiyê anî zimên û spasiya kesên ku wê organîzekiribûn. Irfan tavilê dest bi axaftina xwe ser helbestvanê kurd kir: “Carekê rojnamevanekî ji Ahmed Arif pirs kiribû: Gelo pêkan e mirov bi nivîsandina pirtûkeke tenê bibe helbestvan?, Ahmed Arif jî wiha bersiv dabû: Eger pêkan e ku mirov bi pirtûkeke tenê bibe pêxember, ji bo çi helbestvan na?.” Irfan di axaftina xwe de li ser jiyana helbestvanê kurd axivî û bal kişand ser girîngiya berhema wî ya tekane ji bo kurdan nîşan da “Dema hûn pirtûka wî bixwînin, hûnê bibînin ku ew bi awakî zelal behsa kurd û Kurdistanê nake lê hemû navaroka pirtûkê ji Kurdistanê derketiye. Wî bi tirkî helbestên xwe nivîsandine lê helbest behsa çiyayên Kurdistanê, êş û çewsandina kurdan dikin. Wî helbestên xwe di navbera 1945-1955an de nivîsandine, lê berhema wî sala 1968an ronahiyê dît, lê berî çapkirina vê berhemê jî xelkê helbestên wî ezber kiribûn, ji ber ku wî behsa rewşa rasteqîn ya xelkê dikir. Helbetsên Ahmed Arif demeke ji dîroka kurdan bi bîr tîne, ew behsa raperîna kurdan, şoreşên wan û êşên têkçûnê jî di sedsala borî de. Ahmed Arif pêşbîniya wê yekê kiribû ku biryara hesabdayînê wê ji çiyan derkeve, ku hêviya kurdan li çiyan ne. Wiha bû jî, piştî 30 salî jî gerîlayên kurd derbasî çiyan bûn. Di salên 50î de ti kes nediramî ku kurd wê dîsa şer bikin.”

Piştre Irafn çend helbestên Ahmed Arif yên evînî xwendin û ligel Pepayê bersiva pirsên mêvanan da. Û li dawiyê beşdarên çalakiyê li ser pirtûkan îmze kirin û ligel mêvanan wêneyên bîranînê kişandin.

Têbînî: Beşek ji vê reportajê di rojnameya Rûdawê de hate çapkirin.

2014-05-21 20.14.29
Beşek ji mêvanên çalakiyê û hevrêvebira pirtûkxaneyê Fatma Kayhan li ser piyan e
Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s