“Revendên kurdî tenê di facebookê de çalak in”

Ji aliyê rastê çalakvan Reşîd Îbo

Rûdaw / Z.A – Roja yekşema borî revenda kurdên rojavayê Kurdistanê li Londonê xwepêşandanekê lidarxist ji bo şermezarkirina êrîşên rêxistina Dewleta Îslamê li Îraq û Şamê (DAÎŞ) li dijî Kurdan li rojava û başûrê welêt.

Çalakvan Reşîd Îbo ku yek ji organîzevanên vê çalakiyê bûn ji radyoya Rojava.fm re ragihand ku wan li pêşiya navenda hikûmeta Brîtanyayê protesto kirin: “Ji bo şermezarkirin tewanên DAÎŞê li dijî gelê Kurd li rojava û başûrê Kurdistanê”. Her wiha destnîşan kir ku wan nameyekê radestî bîroya serokwezrê hikûmeta Brîtanyayê David Cameron kirin: “Me di nameya  xwe de bal kişand ser tewanên rêxistina DAÎŞê yên berdewam li dijî gelê me, di dema ku civaka navnetewî tiştekî ji bo rawestandina herikandina cîhadiyan ji Ewropa û welatê din ber bi herêmê ve nakin. Me ji hikûmeta Brîtanyayê daxwaz kir ku piştgiriya Kurdan di şerê wan li dijî DAÎŞê bike, ku herêmên kurdî ji kuştin û koçberkirinê li ser destên vê rêxistinê terorîst biparêze. Her wisa ku tevbigere ji bo ku şerê li Sûriyê bilez rawsetîne, ku çareya herî baş ji bo Sûriyaya pêşerojê sîstema federalî û nenavendiya siyasî ye nemaze ji bo garantîkirina mafên gelê kurd û pêkhatiyên din li Sûriyê. Derbarê başûrê Kurdistanê de jî, me daxwaz kir ku hikûmet piştgiriya Kurdan di şerê wan li dijî DAÎŞê bike, û me li ser wê yekê tekez kiribû ku ezmûna Herêma Kurdistanê nimûneyeke serkeftî ye ji bo hevjiyana di nav gelan de û her wiha di warê parastina sîvîlan de.”

Pêşiya bîroya serokwezîr

Çalakvanê efrînî Reşîd Îbo di nivîseke xwe de bi rêya Facebookê rexne li revendên Kurdan li Ewropayê kir ji ber kêmbûna beşdarbûna wan di çalakî û xwepêşandana de “Gellek mixabin hejmara revenda kurdî li ba me [Brîtanya] mezin e, û bi awakî gîştî  li Ewropayê jî wisa ye, lê ew çalakbûna xwe tenê bi rêya Facebookê nîşan didin. Ji wan e ku Facebook dê mafên wan ji welatên dagirker  û DAÎŞê paşve vegerîne…, emê çawa piştgirya doza xwe bikin û emê çawa civaka navnetewî, di nav de civaka sîvîl û hikûmetan bi doza gelekî ku ji bo azadiya xwe têdikoşe binasînin, gelo bi rêya facebookê?.”

 Xwepêşander

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s