Serpêhatiya serkirdeyekî êzdî ji Şingalê

Wêje ji pirtûkeke dîrokî derbarê êzdiyên Mêrdînê hatiye wergitin
Wêne ji pirtûkeke dîrokî derbarê êzdiyên Mêrdînê hatiye wergitin

Rûdaw / Z. A – Mirovzanê asûr-arjantînî Ricardo Georges Ibrahim di axaftineke xwe de ji vê rojnameyê re  (Hejmara 250) behsa serkirdeyek êzdî kiribû ku xiristiyanên Mêrdînê jê re dibêjin “Amo Şêro” (Dibe ku bê wateya apê Şêro, anjî nav Hemo Şêro be)  û wî weke lehegekî mezin bi bîr tînin, nemaze ku wî ji bo parastina jiyana ermenî û asûriyan li dijî hêzên osmaniyan şer kiribû. Georges ku berê xelkê wî jî di 1915an de rastî komkujiyan hatibû bi êşa êzdiyên Şingalê hest dike nemaze jî ku êzdiyên vê herêmê xelk û merivên wî ji qirkirinê rizgarkirin: “Êzdiyên Sincarê [Şingal] jiyana xwe xistin metirsiyê û birçîbûn jî derbas kirin ji bo parastina jiyana 3000 asûrî û ermeniyan, hinek ji wan jî merivên me ne ku koçberî Arjantînê bûn”. Derbarê êrîşên  Dewleta Îslamê li dijî kemîneyên olî li parêzgeha Nînewayê Ricardo wisa ji Rûdawê re dibêje: “Ji nû ve em dibin bira di xelekeke nû de ji sosretên komkujiyên olî li welatê me yê hevbeş Mezopotamiya.”

Piştî ketina Şingalê di destên îslamiyên tundrê de Ricardo gotarekê bi navê “Amo Şêro: Serkirdeyê êzdî yê ku asûrî û ermeniyan hemêz kirin û jiyanên wan parastin” di malpera “Entre Tierras” de weşand, Heman çîroka ev lehengê êzdî ku Ricardo berî salekê ji devê ciwan û temenmezinên Mêrdînê yên xiristiyan guhdar kiribû, di pirtûka “Mêrdîn 1915. Anatomiya patolojîk ya herifandinekê“ ya nivîskarê fransî Yves Ternon jî dibîne.

 “Piştî ku ez û zarokên xwe bêne qirkirin, bila wê çaxê Tirk çi dixwazin bikin bila bikin”

Li gorî agahiyê di pirtûkê de derbas dibin, di adara 1918an de hêzeke ji artêşa osmanî nêzî Şingalê  dibe, bi armanca ku dawî li berxwedana şêxê êzdî  Amo Şêro bîne. Fermandarê osmanî ligel Amo Şêro diaxive û jê dixwaze ku sîlehên xwe deyne û ew xirsitiyaniyên ku diparêze radestî wî bike. Amo Şêro ji vê daxwazê aciz dib û dibêje ku ew nikare wan kesên ku li ba wî bûne mêvan radestî ti kesî bike. Amo Şêro helwesta xwe wiha vedibêje: ”Mijareke ya rûmetê ye. Heya ku çavên min vekirî bin, ti kesî venagerînim. Piştî ku ez û zarokên xwe bêne qirkirin, bila wê çaxê Tirk çi dixwazin bikin bila bikin. Efser çekên me dixwaze. Ew bêhiş e. Eger em sîleh vegerînin, emê bikevin ber destên wan”.

 Amo Şêro bi hemû oldarên çiyayê Şingalê re dicive û ji wan re daxwazên efserê osmaniyan diyar dike û li wan jê pêşniyar dike ku van daxwazan neyên bicihkirin. Lê civata êzdiyan di nav xwe de hevbeş bû, hinekan li hember hovîtiya osmaniyên  dixwestin alaya spî hildin û henekan jî dixwestin berxwedanê bikin, lê Amo Şêro daxwaza  yekrêziya wan kiribû. Şêxên êzdî berê xwe didin du gundan ji bo ku bi çareseriyekê  biramin, lê Amo Şêro li benda biryara wan nema. Grûpeke biçûk ji zilamên gund yên belengaz durist dike û êrîş dibe ser komeke leşkeran ku li nêzî çiyayê Şingalê vedihesiyan û wan dikuje. Piştre Artêşa osmaniyan dest bi êrîşê dike. Amo Şêro vedikşe gundê xwe û şîret li xiristiyanan dike ku malên xwe berdin, xwarin û vexwrin bi xwe re rakin û ber bi başûr ve herin.

Penaberên xirstiyan ji wir direvin, leşker jî dighêjin Mamîsayê û hemû malên xiristiyanan xira dikin û malên gundê Amo Şêro talan dikin û dişewtînin

Amo Şêro tê desgîrkirin û ji hêla waliyê Musilê bi dayîna 2000 lîreyan an jî bi kirina karên giran ji bo pênc salan tê cezakirin. Şêx Şêro neçar dimîne ku bo pênc salan di kolanên Musilê de karên dijwar bike heya roja mirina xwe.

Ricardo li gel gotara xwe wêneyeke  weşandiye derbarê du zilmanên êzdî bi cilên keneşop  li Mêrdînê di sedala 19an de. Wêne ji pirtûkeke dîrokî derbarê êzdiyên Mêrdînê hatiye kişandin. Ew mixabiniya wê yekê dike ku ew nikarîbû wêneyeke ya Amo Şêro peyda bikra û wiha gotara xwe bi dawî tîne: “Ev çîrok hêjayî ku ji xelkê re bê hewaldan û lêkolîn li ser çêbibe, Amo Şêro hêjayî ku bê bibîranîn weke lehengek û serkerdeyekî mînakdar. Divê  lehengiya wî bê naskirin, bila herdem di bîraweriya me de bijî. Bila cihekî wî, yê rûmetdar û bi serbilindî, di bîraweriya civaka êzdiyan yê aniha de jî hebe.”

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s