Xweseriya “Demokratîk” li Rojava

Zarokek ji Kobanê di nav şervanên YPGê de /RusyaToday
Zarokek ji Kobanê di nav şervanên YPGê de /RusyaToday

Roja we bi xêr xwendevanên vî zimanî şîrîn:

Niha ez wek di weşanên berê de bêjim “Bê Şîrove”, belkî hinekan tênegihin ji ber çi ez naxwazim nivîsek derbarê  wêneyek, vîdyoyek an jî hevokekê biweşînim. Sedema vê yekê jî dubarekirina nivîsên ku min derbarê van mijaran kirine,  dibêjim êdî ne hewceye dîsa ez serê xwendevanan bi van mijaran mijûl bikim.  Lê biborin, îro ezê dîsa serê we bi van mijaran biêşînim ji ber ku em nikarin çavê xwe derbarê çewtiyan bigrin, ku em neaxivin û rexne nekin kî wê behsa van şaşiyan bike.

Ji despêka raperîna gel li Sûriyê min behsa manîpûlekirina zarokan kir, di vî warî de hemû hêz û partiyên kurd wekhev in. Hemû zarokan wek lîstokan bi penikan dilivînin, psîkolojî û kesayetiya wan jî  di wê temenê biçûk de diherimînin.

Min berê jî gotibû mijara leşkerkirina zarokan pir xerab e, ji bilî binpêkirina mafên zarokatiyê,  li ser asta navnetewî welatên an rêxstinên ku zarokan di şer de bikartînin navxirab in. Min ev yek berî salekê  ligel berpirsekî payebilind ya PYDê jî gotûbêj kiribû, serfermandariya YPGê got dê êdî kesên jêrtemen di nav refên xwe de nehweîne, lê mixabin hîn em dibîbinin ku yên jêrtemen (bin 18 salî) li Rojava çekan hildigrin.

Tiştên ku berî demekê min şîrove nekirin

– Duyemîn Konferansa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Efrînê, ku vê mehê lidarketibû, biryareke radîkal standibû, min biryarên vê konferansê bi kurdî di Ajansa Hawar News de xwendibû, piştre di heman ajansê de min di beşê erebî de xwend, lê ev biryar bi zimanê erebî nehatibû weşandin. Biryar bi kurdî wiha bû: “Konferansa me radigihîne ku wê sîstema perwerdeya neteweya demokratîk li ser felsefeya Rêber APO ava bike; lewre her êrîşeke li ser Rêber APO û felsefeya wî weke ku li ser saziya me tê kirin dipejirîne û li dijî wan êrîşan dikeve nava çalakiyan..”. Deshilata li Rojava xwe bi xwe ji rojnamevanên biyanî re dibêje ku ew sîstema “Demokrasiya Radîkal” dimeşîne, biryara SZK li Efrînê jî fermanên ev “Demokrasiya Radîkal” jî bi cih dike.  Min heya niha ti rêxstinek an jî partiyek li cîhanê nediye ku navê radîkal li ser sîstemên rêvebiriya herêm an welatê xwe xisitiye, ez nizanim zilamên Qendîlê  têgeha “Demokrasiya Radîkal” ji ku anîne, gelo ev felsefeya birêz Ocalan e?

Navenda çand û hunerê ya Cemîl Horo / Hawar News
Navenda çand û hunerê ya Cemîl Horo / Hawar News

– Sala borî Kobanê şalûlê deşta Sirûcê Baqî Xido bi çalakiyeke balkêş bibîranî, xelkê Cizîrê jî Mihemed Şêxo jibîr nekir. Mixabin li Kurdaxê 25mîn salvegera barkirina bilbilê Çiyayê Kurmênc Cemîl Horo bê çalakî derbas bû. Beriya du salan jî li Helebê li taxa Şêx Meqsûdê Xweseriya “Demokratîk” navendek ya çand û hunerê bi navê Cemîl Horo vekir, lê gorî wêneyên ku derbarî vê navendê hatine weşandin wêneyeke Cemîl Horo tune bû, lê helbet wêneyên Ocalan li wir cih digritin.

Wêneyên Ocalan li Rojava li her derê hene, ev yek jî wêneyên dîktatorên berê Hafêz û kurê wî Beşar Esed tîne bîra me.

Li Rojava gelek lêçûn (mesref) ji bo al û wêneyan tê rijandin, xwezî ev lêçûn herin ji bo avakirina dibistanan û kirîna  lêçûnên xwendinê ji bo zarokan.

Berî mehekê mamosteyek ji Efrînê ji min re gotibû krîstala odeyekê li dibistana wan şikestî bû û zarok ji serman re zor dikşînin. Mamoste arîkarî ji “hevalan” xwestib lê: “Heval ji me re gotin pere nîn e”. Lê tekez  ji bo wêneyên “serokê gelê kurd” pere herdem hene.

Ji bo kes nebêje ku ez tenê rexne li sîstema Xweseriya “Demokrat” û serfermandariya YPGê dikim, bila haya wan hebe ku ez bi awakî rojane agahiyan derbarê berxwedana YPGê/YPJê di derbarê parastina Rojava de û danasîna doza kurdî  bi zimanê spanî diweşînim. (www.facebook.com/ActualidadKurda)

Sedema sereke ya nivîsa îro jî  ev vîdyoya li jêr ku piştî rizgarkirina Kobanê hate belavkirin, mirov têde dibîne çawa hinek şervanên YPGê sîleh dane zarokekî, yek jê re dibêje: De şorê bike, nêzîkî DAÎŞê bibe. Yê din jî dibêje: Bêje bijî berxwedana YPGê, mixabin şervanekî din jî gellek fîşekan davêje ezmên, helebt “pere tune ne”.

Têbînî: Ji bo xwendina nivîsên min derbarê manîpûlekirin û leşkerkirina zarokan li Kurdistanê li ser vê girêdanê bitikîne. (an di kategoriya Zarok de li nivîsan bigerin).

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s