Pêr roja çarşemê li herêma xweser ya Baskê sê xortên kurd di avsarka kamyonekê de hatibûn dîtin. Ajokerê kamîyon li benzîgehekê ya bajarê Hernani rawstiya bû. Despêkê polîs guman kiribûn ew kes penaberên sûrî bin lê piştî guhdarkirina daxuayniyên wan, derket holê ku ew ji bajarê Kerkûkê hatine.
Bûyer danê êvarê saet 18.40 rûdabû, ew jî bi saya şofêrên ku li benzîngehê bûn, dema wan dengê derbeyan û qêrînê ji hundirê avsarkê bihîstin, tavilê derî vekirin û dîtin ku sê xort têde bûn û tenê turikên xewê bi wan re bûn. Di cih de polîs û ambûlans hatin cihê buyerê, her sê xort ketin nexweşxaneyê ji ber daketina asta germbûna wan, wan nêzîkî 10 saetan di bin germbûna 10 derecyan de mabûn.
Tendûrustiya du xortan zû baş bû lê yê siyem, 19 salî, serma xwaribû û tevahiya rojê di nexweşneyê de mabû. Ciwanên kurd ji polîs re gotibûn ku ew ji Dewleta Îslamî û ji çengê reviyane.
Li gorî daxuyaniyên xortan wan 25.500 dolar dabûn mafyayê da ku wan ji Tirkiyên heya Brîtanyayê bînin. Lê piştî rêwîtiya mehekê xortên kurd gihan welatê Bask û ew niha neçar in ku serî li mafê penaberiyê li Spanayê bidin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di meha tebaxa borî de 71 penaber li Austuryayê di avsareke kamyonekê de bê giyan hatin dîtin, di nav wan de çend penaberên kurd ji Rojavayê Kurdistanê jî hebûn.