De were menale!

  Aboriya Jinê   /  Foto: Hawar News
Mixabin, di nêrîna min de, malperek kurdî ku dilê mirov hênik bike, tu bêje ew hêjayî serdanê ye tune ye. Berê vê min rexneyek bi rêya Twîtera xwe @zinarala ji du malperan re şand, lê ew guh nadin rexneyan. Min derbarê nivîsên nezelal di medya kurdî de hişyarî da wan!

Sernivîsên nûçeyên wan wisa bûn:

@sputnik_krd:
Balafira ambulans ket: 5 mirî

@RudawKurdi: Bombeya PKKê teqiya: 4 kuştî û 4 birîndar!

Lê ew hîn bi vî awayî diweşînin, wisa jî xwendevanan ji xwe direvînin. Mixabin nebûna malperek kurdî xwedî dîzaynekî baş û ku bizanibe nûçeyan çêbike dihêle ku kurd bi zimanên din nûçeyan bixwînin.

Li aliyekî din karê Ajansa Hawar News jî qels e, mixabin digel keda kedkarên malperê lê ew bi awakî pispor kar nakin. Lê spas ji nûçeyên vê malperê re ez hinek agahiyan derbarê rewşa Rojava werdigrim. Her ku serdana malperê bikim jî ezê hinekî bibasim ji ber şêweya weşana nûçeyekê an jî ji ber navaroka wê, gelek car ji ber karên Rêvebiriya Xweser li Rojava, di hemû waran de şaşî çêdibin, mixabin ji bo karê serraskirin û başkirina karên rêvebiriyê xemsarî heye û xebateke cidî nayê kirin.

Ev bûn gelek car ez bal dikşînim ser şaşiyên nivîsandina bi kurdî, her wisa li ser nivîsandina pankartan gelek car tîpên erebî ji tîpên kurdî meizintir in, ji bo çi? ma ne divê çavên xelkê bêtir li hevokên bi zimanê kurdî kevin ta ku tîpên zimanê dayîkê baştir bibînin û fêr bibin.

Ev bûn zêdeyî 5 sal zimanê kurdî li Rojava tê fêrkirin, peymangeh jî gelek mamosteyên kurdî amadekirin, ji bo çi heya îro şaşî di nivîsandina pankartan li xwepêşandan û bîroyan..hwd çêdibin.

Bala xwe bidin wêneyên van du nûçeyan teze ji Kobanê û Qamişlo, hûnê nas bikim ji ber çi ev nalîn.

.
Têbînî: Ev wêne ya 25ê mijdara 2017an, dîsa şaşiyên nivîsandinê têde diyar in.
Meşa 25ê Mijdarê li dijî tundiya ser jinan li Helebê / Foto: Hawar News
serhildan
Şaştiyên  nivîsandina pankartan li Rojava berdewam in, bi erebî “serî hildin” hatiye nivîsandin “serî hildin” lê bi kurdî “serî hilde”, wêne roja 31 Tirmeh 2018 hate weşandin / Foto: Hawar News
Serî hildin
Şaştiyên nivîsandina pankartan li Rojavaberdewam in, bi erebî  “serî hildin” hatiye nivîsandin lê bi kurdî “serî hilde”, wêne roja 31 Tirmeh 2018 hate weşandin  / Foto: Hawar News
Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s