Newroza te pîroz be Efrîna min

 

Di meha çileya borî de min nivîsek biçûk derbarê şêrê li Efrînê nivîsandibû, min bi şewatek mezin dinivîsand û dibero jî çavên min jî şil dibûn.

Min li wêneyên Efrînê di înternetê de dinêrî ji bo ez  hinekan veqetînim û di nivîsê xwe de biweşînim, wêneyên gundan û xweşikbûna xwezaya Efrînê kezeba min jî dişwitandin. Helbet ev şer kezeba hemû efrîniyan şewitand.

Lê ez hêvîdar bûm ku gelê Efrîn li berxwe bide,  ji ber wê jî min nivîsandbû:

“Dagirker ti carî  nikarin rê li kurdan bigrin ta ku hêvara 20 Adarê agirê Newrozê li Efrînê danedin”.

Ne rejîma Baasê karîbû ne jî dagirkerên tirk dikarin vê yekê pêkbînin.

2o roj man ji bo pîrozkirina Newrozê, ji xwe di van rojên bihorî de her rojek berxwedanê Newroz bû.

Berxwedan Efrînê, wek Berxwedana Konbanê, êdî cihekî xwe di rûpelên dîrokê de girt.

Îsal di 21 Adarê de wê çavên cîhanê li ser pîrozkirina Newroza #ÇiyayêKurmênc be.

Ji ber dadana vê agirê em xistin nav dîwarên zindanê
Ji ber dadana vê agirê em tên rastî kuştin û lêdanê
Li dorê vê agirê emê herdem bikin govend û dîlanê

Newroza te pîroz be Efrîna min

#NewrozaEfrîn #Pîrozbe

Digel wêrankirinê ti hêz nikara rê li hatina buhara Efrînê bigre

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s