Helbestvan Myriam Bianchi* piştgiriya Efrînê dike

Efrîn di dilê helbestê de
Dîwarên spî yên malan dihejin
Li pehniyê Akîlês dan
Zarok jî bêparastin man
Di nav mijdûmana bajarê ku berê aram bû
Zilamên tarî derketin holê
Ji azadiya ramanan ya pîroz mehrûm in
Bê dilovanî wek robotan tevdigerin
Ew zilamên ku Efrînê xerakirin pir biçûk in
Di bin çavika mîkroskopê elektronî de
Mîkroorganîzmên hûr in

Zarokên Efrînê melayket in
Pakrewanên gel in
Gelo ti carî emê ji deshilata hêzên mezin parastî bin
Xembariyek herdemî ye
Navbera gelên reben û yên hêzdar
Zilamek li ser kevirekî digrî
Di nav kavilên mala xwe de rûniştî
Dayîk li ezman dinihêrin
Ji xwe dipirsin
Rehmet li ku maye?
* Myriam Bianchi helbestvanek ji Ûrûguayê ye.
Hêjayî gotinê ye ku Myriam bi rêya vê helbestê piştgiriya xwe ji xelkê Çiyayê Kurmênc re nîşan da, her wisa di Facebookê de ji bo parstina Efrînê wêneya profîla xwe guherand.
One thought on ““Efrîn di dilê helbestê de””