
Ev deh sal bûn min dest bi nivîsandina bi kurdî kiriye, sala ku herî pir mêvan serdanên blogê kirine 2010an bû, nêzîkî 27.000 serdan bûn. Di van salan de min bi sedan gotar, hevpeyvîn, reportaj û nûçe weşandin.
Ez pir razîm e ku min ewqas sal wextê xwe da çêkirina nûçeyan bi ziman kurdî. Ev ziman hêjay e ku mirov pê binivisîne. Kurdî gelek derî li min vekirin û kesayetiya min jî dewlemend kir.
Çiqas guneh e ku mirov bi zimanê koka xwe nexwîne, yan jî xwe nawestîne ji bo nûçeyên bi kurdî bixwîne. Min pir kes naskirin ku li Ewropa ji dayîk bûne lê dêbavên wan penaber ji welatên din hatine, dema ji wan pirs dikim, hûn zimanê dêbavê xwe dizanin, bi êş dibêjin mixabin na, wan em fêrî ziman nekirin.
Digel ku ez dilteng dibim ji ber kêmbûna xwendevanan, lê heya ku yek kes nivîsên min bixwîne ezê weşana bi kurdî bidomînim.
Keko em nivìsên te dixwînin, dişopînin. Ji kerema xwe berdewam be di kurdî de. Gelek silav
Spas ji bo gotinên te hêja Înnolo
Brako! înş. Keda te naçe ave. Gelek rewşenbîr hene kû degerên wan pir dereng hatiye fehm kirin. Newroz pîroz be!!!!
Spas kekê Muaz.
tu her bıji hevale heja