“Mucîzeyeke kurdî di fotbûla swêdî de”

Foto: Avat Andimeh

Sernivîsa vê nûçeyê ya rojnameya herî navdar bi zimanê spanî El País e:

Bavê wî li dijî Seddam şer dikir, dîktatorê ku kurdan li bakurê Îraqê  bi gazê kuştibû. Pêşrew Ezîzî (Peshraw Azizi), temen 30 salî, têkoşîna bi rêya fotbûlê veqetand.  “Ew ji bo serxwebûna Kurdistanê şer kiribû, min biryar da ez şerê wî berdewam bikim bi rêyeke pir aştiyane” wisa Kapîtanê Dalkurd eşkere dike. Eqîpa Dalkurdê ku ji aliyê 9 penaberên kurd hatiye avakirin  di duşema borî debeşdarî kategoriya herî bilind di fotbûla swêdî de.

Rojnameya bi ferehî behsa rêya dijwar ku Dalkurd têde meşiyabû heya gihîşte vê astê, ku ev 13 sal  in têdikoşe ji bo pêkanîna serkeftinan, pênc lîstikvanên kurd di eqîpê de cih digrin.

Pêşrew Ezîzî li Silêmaniyê hatiye dinê, ew di 12 saliya xwe gihştiye Swêdê, berî ku bighêje Dalkurdê di nav eqîpa swêdî de Syrianska lîstiye, her wisa di nav du eqkîpên swêdî/aşûrî lîstiye, Pêşrew dibêje: “Doza aşûriyan jî dişibihe doza kurdan”.

Pêşrew her ku dema wî hebe berê xwe dide Kurdistanê. Berî vê serdana pêşmergeyan û zarokên penaber kiribû. “Hinek min nas dikin, dema min dibînin hestiyar dibin, lê leheng ew in” [ne ez im].

Pêşrew bi rêya fotbûlê êdî bûye stêrkeke kurdî li cîhanê, ewê siba ligel ronakbîrên ji welatên curbecûr beşdarî hevdîtineke navdewletî li zanîngeheke spanî bibe.

Di dilê Pêşrew de êşa Çiyayê Kurmênc jî cih digre, ew jî pişgiriya xwe dabû Efrînê.

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s