Ji bilî çiyan pir in hevalên kurdan

Thomas Schmidinger / Foto: Z.A

 

Pêr min berê xwe dabû bajarê Kolnê ji bo ez guhdarî profesor Thomas Schmidinger bikim derbarê pêşkêşkirina pirtûka wî derbarê Efrînê  “Kampf um den Berg der Kurden” (Şerê li ser Çiyayê Kurmênc).

Çalakî di qehwexaneya Café zum Ludolph  de hate lidarxistin. Nêzîkî 40 kes amade bûn, 8 ji wan kurd bûn, 3 ji Efrînê, yên din jî ji Kobanê û Dêrsimê bûn. Digel ku dibêjin 5000 kurdên Efrînê li Bonnê dijîn, yek ji wan li wir tunebû. Mixabin medya kurdî jî ne amade bû, belkî haya wan ji vê çalakiyê tune bû, heyf çalakiyek pir serkeftî bû.

Nivîskarê pirtûkê Thomas behsa navaroka pirtûka xwe kir û pirsên mêvanan derbarê Efrînê û mijarên cûrbecûr bersivandin. Min jî kekê Thomas çend pirs kiribûn, berî û pitşî çalakiyê jî pêre axivîm. Ew jî xemxurê Çiyayê Kurmênc e û digel wê yekê ye ku efrînî vegerin nav zêtûnên dayîk û bavan, axa pîr û kalan. Ji ber ew jî wek me ditirse ku Efrîn nasnameya xwe ya kurdî wenda bike.

Kekê Thomas hinekî bi kurdî jî diaxive û li ser pirtûka ku min kirî îmzeya xwe avêt û bi kurdî nivîsî “gelek spas Zinar”.

Hêvî dikim ku di demeke nêzîk de em hevpeyvînekê ligel kekê Thomas yan jî nivîsekê derbarê pirtûka wî bi kurdî bixwînin. Tiştê ku ez têgihîştim di vê çalakiyê de ku:

Ji bilî çiyan pir in hevalên kurdan, Thomas Schmidinger jî yek ji wan.

Têbînî: Heypeyvîna heya niha bi kekê Thomas re hatiye çêkirin di Yeni Özgür Politika hatiye weşandin.

 

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s