“Gêrnîka” Helebçeya gelê bask e

Wêneyke dîwarî ya tabloya Pablo Picasso li bajaroka Gêrnîkara / Foto: Z.A

Guernica (anjî bi zimanê baskî Gernikara) bajarekî li bakurê Spanyayê bi cîh dibe, ew bajar li dunyayê hatiye naskirin bi xêra tabloya şêwekarê cîhanî Pablo Picasso.

Li 27ê nîsana 1937an Balafirên almanî bajara herî çandî û dîrokî ya gelê Bask bombebaran kir, tê texmînkirin ku di encama bombebarankirinê de ji 250 heya 300 kes mirin.

Sedema çêkirina tabloya Gêrnîka:

Tê zanîn ku piştî Balafirên nazî bombeyên xwe, yên ku giraniya her yekê ji wan bi qasî nîv tonek bû berdan ser Gêrnîkayê, Hikumeta Komara Spanyayê ji Picasso xwestbû ku tabloyek çêke ji bo beşê spanî di pêşengeha navnetewî ya sala 1937 an li Parîsê.

Şêwekar û peykervanê navnetewî Pablo Picasso xwest nerazîbûna xwe li hember hovîtiya almanan nîşan bide, ji ber wê di yekê gulanê ji sala 1937 an dest bi afirandina tabloya xwe kir û nav lêkir “Guernica”.

Gêrnîkar pitşî bombebarankirina naziyan / Foto: Wikipedia

Agahî derbarê tabloya Gêrnîka:

Şêwekar: Pablo Picasso
Sal: 1937
Şêweya hûnerî: Sêdûrî (kûbîsim)
Teknîka boyaxkirinê: Zeyta li ser qimêş
Dirêjî: 777 cm
Pehnî: 349 cm
Cîh: Mûseya Batîşaha Spanyayê “Reina Sofía” li Madrîdê.

Jêder: Wîkîpediya spanî.

Tabloya Gernikara

Advertisements

One thought on ““Gêrnîka” Helebçeya gelê bask e

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s