Delawer Omar: “Xwîna hatiye rijandin vala naçe, ewê azadî, rûmet û aşîtiyê bîne”

Barkirina gelê Efrînê ji ber dagirkeriya tirkan / Delawer Omar

Rojnameya dîjîtal ya herî navdar li Spanyayê Eldiario.es  hevpeyvîneke balkêş li gel şêwekarê kurd Dilawer Omar çêkir.

Dilawer (Delawer) Omar  di 12 saliya xwe de ji Sûriyê koçber bû, bavê wî di zindanên rejîma Baasê 5 sal derbas kiribû, ew jî ji ber çalakiyên xwe yên siyasî di derbarê kurdan û mafê mirovan de. Bavê Omar ji hemwelatiya sûrî û hemû mafên xwe hate mehrûmkirin, ji ber zordariyê malbat bi qaçaxî berê xwe dabû Qibirsê. Niha jî ew li Swîsrayê dijîn, Omar jî li vî welatî jî Huner, Siyaset û Têkiliyên Navnetewî xwend.

Dilawer di hevpeyvînê de axaftineke balkêş kiribû, nemaze derbarê nîşankirina êş û trajediya kurdan:

“Ez du salî bûm dema ev tişt rûdabû, lê di her adarekî de malbata min û 50 mîlyon kurd ev bûyer bi vêxistina mûmekê bibîr tînin. 5000 kes hatin kuştin, ev yek ji jenosîdên herî xerab piştî Şerê Cihanî ya Duyemîn, Helebçe lekeyek reş e di wîjdana mirovahiyê de”.

Omar niha ji bo hikûmeta swîstî kar dike, çanda fransî û ya swîsrî fêrî penaberan dike, di heman demê de jî wextê xwe dide şêwekariyê.

Derbarê hîştina kurdan bi tenê di dema daagirkirina Efrînê de, Omar dibêje :

“Hem mêr, hem jî jinên gelê min li Sûriyê li dijî DAÎŞê şer kiribûn, xwîna xwe rijandin ne tenê ji bo kurdan ji bo tevahiya cîhanê, digel vê yekê cîhan wan bi tenê hîştin”.

Şêwekarê kurd têkoşîna jinan  pir girîng dibîne ji bo serkeftina şoreşan:

“Jin serkêşiya her şorşekê dikin. Bê wan, serkeftin pêk nayê, wan rola xwe di raperîna gel standin, gelek ji wan hatin kuştin, êşkencekirin, destdirêjî li wan hate kirin ji ber ku serî li hemeber rejîmê hildan”.

Dilawer ji bo keça kurd Farinaz Khosrawani jî tabloyeke çêkir,weke tê zanîn ku Farinaz  ji bo ku ji desdirêjiya zilamekî ji hêzên ewlekariyê bireve xwe ji baniya hotêlekê avêtibû erdê û jiyana xwe ji dest dabû.

Her wisa li ser êşa jinên Afganîstanê jî Omar tabloyek çêkiribû, ew jî derbarê kuştina Farkhuda Malikzada li ser destê radîkalan li Kabûlê.

Di dawiya hevpeyvînê de rojnamevana Eldiario.es wiha dinivisîne: Li kêleka rengên sor û reş (rengên hezkirî li ba wî) û rûyên bêhêvî yên lehengên tabloyên xwe, Delawer gelek caran kevokeke spî nîgar dike. Ew jî sembola hêviyê ye ji bo berdewama têkoşînê, ta ku di bîra gel de bimîne ku hemû ev qurbanên tên dayîn vala naçin. Dilawer wiha boçûna xwe tîne ziman:

“Xwîna ciwanan ya ku hatiye rijandin vala naçe. Ewê azadî, rûmet û aşîtiyê bîne”.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s