“Comandante Arian” fîlmekî derbarê têkoşîna jineke efrînî ji bo azadiyê

Postera fîlma Fermandar Arian ya derhênera katalan Alba Sottora

Arian Efrîn fermandareke YPJê ye, ji Çiyayê Kurmênc e û li Efrînê mezin bûye, di ciwaniya xwe tevlî refên gerîlayên kurd bû ye. Ji ber çi?

Ji ber ku di 12/13 saliya xwe de Arian bû bînera (şahida) kuştineke hovane di derheqê keçeke kurd rûdabû. Keçike 12 salî ji aliyê çend mêran ve hate binzorkrin (îxtîsab), ji ber vê kiriyarê keçek bû dûcanî. Merivên keçikê ji ber adetên kufikî dawî li jiyana keça xwe anîn. Ji wê demê de Ariyan biryar dabû vê rastiya tehl ya ku jin têde dijî biguherîne, ji ber wê jî ew ramiya ku bi rêya şerê çekdarî wê bikaribe ev qedera xirab ya jinan biguherîne.

 Alba Sotorra: “YPGê û YPJê berevaniya sîstemeke siyasî dikin ku li ser bingeha wekheviyê navbera jin û mêran, parastina hawirorê û demokrasiya rast. Şervanên YPJê lehengên yekemîn şoreşek li cîhanê ku jin xistin di navneda guherînê de. Ji ber wê, ez wek jinek sînamevan bi wê yekê serbilind im ku ez bi rengeî ji rengan di vê şoreşê de beşdar im”, ji axaftina derhênera katalan di konferansa TEDxREUS.

Derhênera katalan têkoşîna jinên kurd bi rêya fermendara YPJê dişopîne, fîlm behsa şerê jinan li hember Dewleta Îslamî ji bo rizgarkirina Kobanê û herêmên din, ev şer ku têde gelek şervan jiyana xwe ji dest dabûn û birîndar bûn, Arian jî yek ji wan kesên ku di vê têkoşînê de bi giranî birîndar bû.

Fîlm heya niha beşdarî gelek  festîvalên navnetewî bûye û wê di 9ê meha mijdarê (meha 11) de  li sînamayên Spanyayê bê nîşandan.

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s