Strana Grûpa Abdal ji bo bîranîna komkujiya Roboskî

 

Komkujiya Roboskî 28ê Berfanbarê 2011an

Roboskî

Ez im ez dayê tu megrî!
Kurê te yê dest bi hinne ye
Ne li berfa sipî bozê hêvî
Ne li çiyayên rê … reş e

Oy Berxê min bê mirad
Oy Berxê min dil şewat
Berfa berfînan dihele
Roboskî ka bêje kî hat

Ez im ez apo tu megrî
Birazî her bi te re ye
Tu wekî bîhna bavo yî
Dil û laş jî bi te re ye

Oy Berxê min bê mirad
Oy Berxê min dil şewitand
Berfa berfînan dihele
Roboskî ka beje kî hat

Ez im ez bira tu megrî!
Birayê te hê ciwan e
Bi ehd şahid e cîhan
Sebra çiyayan namire

Oy Berxê min bê mirad
Oy Berxê min dil şewat
Berfa Berfînan dihele
Roboskî ka bêje kî hat

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s