Gotina “bav û kalan” serê me xwariye

Berî 5 mehan ez beşdarî konferanseke jinên êzdî li Almanyayê bûm, medyakarek navdar di axaftina xwe de behsa têgeha “bav û kalan” kiribû, min rexna li wê kir, ji ber ku bi rêya bikaranîna vê gotinê ew keda jina kurd di civaka kurdî de paşguh dike. Rexneya min rastî kêfxweiya beşdarên konferansê hatibû, rojnemavan jî ew rexne li xwe girt. Mixabin ta niha min ti … Continue reading Gotina “bav û kalan” serê me xwariye

Dengbêjî dilên baskiyan kêfxweş kir

Di meha nîsana borî de min berê xwe dabû welatê Baskê ji bo ez beşdarî hevdîtinek navnetewî bi navê  “Europa bat-batean” (Europa ji nişka ve) bibim, ev çalakî hunermendên ji Katalunya, Sardînya, welatê Baskê û Kurdistanê anîn ba hev, min nûnertiya Kurdistanê kir di van çalakiyan debi gîştî me heft konseran lidarxist li herdû perçeyên welatê Baskê li Spanya û Fransa. Diviyabû ez wek wergêr beşdar bama,  beşdarbûn … Continue reading Dengbêjî dilên baskiyan kêfxweş kir

Hêvî Mustafa: “Êrîşî me dikin ji ber ku me sîstemek bi çand û olên cûrbecûr avakiriye”

Kovara “La Marea” ya spanî, ku bi awakî mehane tê weşandin û bêtirî 100 hezar şopînerên wê di toreyên civakî de hene, hevpeyvînek balkêş bi seroka kantona Efrînê Hêvî Mustafa re çêkir. Hevpeyvîn di bin sernivîsa: “Êrîşî me dikin ji ber ku me sîstemek bi çand û olên cûrbecûr avakiriye” li kiyoskên Spanyayê hate belavkirin Di vê hevpeyvînê de serokwezîra herêma Çiyayê Kurmênc Hêvî Mustafa destnîşankir  … Continue reading Hêvî Mustafa: “Êrîşî me dikin ji ber ku me sîstemek bi çand û olên cûrbecûr avakiriye”

Em têne kuştin!

Hêvron Amkî – Weke her sal 2013an jî ji bo jinên kurd saleke tarî bû, nûçeyên xweşewtandin û xwekuştina jinan, kuştina wan li ser destê hevser an jî endamên malbatên wan li seranserî Kurdistanê bi dawî nebûn. Sala 2014an jî bi çend bûyerên xerab despêkir, piştî sersalê bi rojekê medya ragihand ku keçek 17 salî bi navê (Z.E) li Silêmaniyê xwe xeniqandibû. Di 6ê mehê de … Continue reading Em têne kuştin!

“Buhar” 45 hezar zarok li Kurdaxê vaksîne kirin

Rûdaw / Z.A  – Niyazî Hebeş sala 1981ê li Helebê ji dayîk bûye, wî di 2005ê de weke bijîşkê hundirîn dest bi karê xwe li Helebê kir. Ji despêka raperîna gel li Sûriyê ew tevlî çalakiyên aştiyane li dijî rejîma Esed bû, di despêka 2012ê de ew rastî hewldaneke kuştinê hat û di Tîrmeha heman salê de ji aliyê kesên nenas ve hate revandin û … Continue reading “Buhar” 45 hezar zarok li Kurdaxê vaksîne kirin

Mihemedê mabetî 17 sal in li Mongolyayê dijî

 Rûdaw / Z.A – Berî  24 salan ciwanekî ji Efrînê bi navê Mihemed Hacî dabû xwe Rûsyayê û ji bo bidesxistina pêşerojeke baştir wî dixwest ji wir biçe rojavaya Parzemîna Kevnar lê qeder berê wî da welatekî Asyayê ku Kurd lê nîne û asta sarbûnê di hin devran de dadikeve heya 45 binê sifrê. Ji paytexta vî welatî Ulaanbaatarê Mihemed ji Rûdawê re derbarê jiyana xwe … Continue reading Mihemedê mabetî 17 sal in li Mongolyayê dijî

Li şûna Qendîlê berê xwe da Almanyayê

Rûdaw / Z.A –  Di bihara 2011ê de bi hezaran ciwanên kurd di artêşa Sûriyê de xizmeta leşkerî dikirin, beşek ji wan xwedî şensekî mezin bûn û bi saxî ji leşkeriyê rizgar bûn, lê gellek ji ber vî şerî an birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan. Bextê Rizgar* hebû  ku dema leşkeriyê bi selametî derbas kir, lê ew beriya du salan li … Continue reading Li şûna Qendîlê berê xwe da Almanyayê