Gotina “bav û kalan” serê me xwariye

Berî 5 mehan ez beşdarî konferanseke jinên êzdî li Almanyayê bûm, medyakarek navdar di axaftina xwe de behsa têgeha “bav û kalan” kiribû, min rexna li wê kir, ji ber ku bi rêya bikaranîna vê gotinê ew keda jina kurd di civaka kurdî de paşguh dike. Rexneya min rastî kêfxweiya beşdarên konferansê hatibû, rojnemavan jî ew rexne li xwe girt. Mixabin ta niha min ti … Continue reading Gotina “bav û kalan” serê me xwariye

YASA “Roja Çanda Kurdî” li MigraPolis pîroz kir

Roja şemiya borî 24 îlonê, di çarçoveya çalakiyên hefteya navçandî de “Interkulturelle Woche 2016”, ez beşdarî du çalakiyan bûm. Sibê ez li bajarê Münsterê bûm, min û hevalên xwe di Komele Odakê de li ser sehnê me govenda kurdî û yewnanî gerand, me dîlanên wek sertakî (reqsa Zorba), bagiyê, çepkî girt. Di dîlana dawî de jî em ji ser sehnê daketin û me xelkê jî tevlî dîlana Delîlo kir. Ji … Continue reading YASA “Roja Çanda Kurdî” li MigraPolis pîroz kir

Dengbêjî dilên baskiyan kêfxweş kir

Di meha nîsana borî de min berê xwe dabû welatê Baskê ji bo ez beşdarî hevdîtinek navnetewî bi navê  “Europa bat-batean” (Europa ji nişka ve) bibim, ev çalakî hunermendên ji Katalunya, Sardînya, welatê Baskê û Kurdistanê anîn ba hev, min nûnertiya Kurdistanê kir di van çalakiyan debi gîştî me heft konseran lidarxist li herdû perçeyên welatê Baskê li Spanya û Fransa. Diviyabû ez wek wergêr beşdar bama,  beşdarbûn … Continue reading Dengbêjî dilên baskiyan kêfxweş kir

Xweseriya “Demokratîk” li Rojava

Roja we bi xêr xwendevanên vî zimanî şîrîn: Niha ez wek di weşanên berê de bêjim “Bê Şîrove”, belkî hinekan tênegihin ji ber çi ez naxwazim nivîsek derbarê  wêneyek, vîdyoyek an jî hevokekê biweşînim. Sedema vê yekê jî dubarekirina nivîsên ku min derbarê van mijaran kirine,  dibêjim êdî ne hewceye dîsa ez serê xwendevanan bi van mijaran mijûl bikim.  Lê biborin, îro ezê dîsa serê … Continue reading Xweseriya “Demokratîk” li Rojava

Gelo dawî li leşkerkirina zarokan li Rojava hatiye?

Ev bûn bêtirî du salan ku şervanên jêrtemen (yên bin 18 salî) di nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) de cih digrin, pirraniya van zarokan jî ji malbatên hejar tên ku nikarin zarokên xwe xwedî bikin û bişînin dibistan. Gellek mixabin jî bi sedan ji van zarokan ji eniyên şer re hatine şandin, hinek birîndar bûn û hinekan jî çavên xwe ta ebed girtin. Mixabin … Continue reading Gelo dawî li leşkerkirina zarokan li Rojava hatiye?

Lîstikvaniya min di “Xanima Berbangê” de

Ev bû demeke dirêj e ku dixwazim vê gotarê binivisînim lê kêliyeke aram bi dest min nediket. Nivîsa min derbarê beşdarbûna min di şanoyeke spanî bi navê “Xanima Bebangê” ya şanonûserê spanî Alejando Casona. Di rojekê de ji sibata 2012an derhênerekê şanoyê telefonî min kir û li min pêşniyar kir ku ez tevlî provayên lîstika navborî ku ew derhêneriya wê dikir. Bê ku ez du … Continue reading Lîstikvaniya min di “Xanima Berbangê” de

Şerê rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê

Ev bûne du sal ku  rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê  di nivîs û şîroveyên  xwe de beravnaiya şoreşa ku ew dibînin di rêya rast de dikin. Piştî xeleka nû ji buyerên birakujiyê li Amûdê,  ku berê li Efrînê û Kobanî jî  rû dabûn, şerê rewşenbîran dîsa gurr bû, wek mînak jî şerê dawî ya di navbera romannivîs J.D yê ku piştgiriyê dide “Şoreşa Sûrî”  û romannivîs H.Y  … Continue reading Şerê rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê