Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Kurtejîna Jineneke Kurd’ Category

Tabloya Êşa Duaa / Rûdaw

Rûdaw / Z.A – Şêwekar Çîmen Îsmaîl sala 1966ê li Silêmaniyê hatiye dinê. Ji neh saliya xwe de wê dest bi resimandinê kiriye û di şazdeh saliya xwe de ew beşdarî yekemîn pêşangeha kolektîv bû. Digel ku wê puanên bilind ji bo xwendina tibê anjî mihendisiyê standibû jî, lê evîna wê ji şêwekariyê re hîşt ku ew biçe Baxdayê, daku li Akademiya Hunerên Bedew bixîne. Di sala 1988ê de wê bawernameya xwe stend û dûre bû mamoste li Enstîtûya Hunerên Bedew li Silêmaniyê. Çîmen Îsmaîl herwiha gellek salan wek rêvebira Navenda Zarok û Ciwanan li Silêmaniyê xebitî.

Çîmen Îsmaîl bi cilên Kurdî di roja vekirina pêşangeha xwe / Krgspain

Me Çîmen li Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya li Spanyayê dît û em pêre derbarê xebat û serdana wê ya Spanyayê re axivîn. Şêwekara kurd bi boneya lidarxistina yekemîn pêşangeha xwe li Spanyayê hatibû Madrîdê. 28 tabloyên wê yên bi teknîka zêta li ser qimaş li avahiya “La Caja del Arte” hatin nîşandan. Mijarên van tabloyan jî trajediya Kurdan, govend, mûzîk, xwezaya Kurdistanê û çend tabloyên abstrakt bûn.

Bîranîna yekemîn pêşangeh li Parîsê

Heta niha 15 pêşangehên Çîmenê li Herêma Kurdistanê çêbûne û ew beşdarî gellek pêşangehên kolektîv li çendîn welatên weke Almanya, Fransa, Kanada, Holenda, Koreya Başûr û Japonê bûye. Derbarê bîranînekê ji wan pêşangehan, Çîmenê ew kêlîkên xweş ji dema ciwaniya xwe wiha tîme ziman: “Di sala 1992yê de ez yekemîn jina kurd bûm ku ligel heft şêwekarên din çûbûn Fransayê, daku em di pêşangeheke kolektîv de beşdar bin. Xebatên me di navdartirîn galeriyên hunerê li Parîsê hatin nîşandan. Serokê berê yê Fransayê, François Mitterrand, û hevsera xwe, Daniel Mitterrand, jî di vekirina pêşangehê de amade bûn. Tiştê herî xweş ew bû ku tabloyeke min hatibû veqetenadin ji bo ku bibe postera pêşangehê”.

“Di nav gulan de jî nakokî hene”

Êş û trajediyên Kurdan di gellek tabloyên Çîmenê de cîh digrin. Ew sedema nîşandana van sosretan wiha tîne ziman: “Komkujiya Helebce, Tevkujiya Anfalan, Şerê Birakujî bandora xwe li me kiribû, ji ber wê jî min li ser van mijaran pêşangehek bi navê “Xweda Welatê Min Biparêze” lidarxistibû.” Cîhana gulan jî bû mijarek ji tabloyên Çîmenê re: “Dema ez tiştekî hildibijêrim, ji bo ku bibe mijara resimkirinê, ez li kûrahiya mijarê dinêrim. Min dît ku di nav gulan de jî nakokî hene, hezkirin û neyartî jî di nav wan de heye, carekê tu dibînî gulek ji yên din mezintir dibe û li ser hesabê gulên din dixwaze xwe berz bike. Kêfxweşî di nav gulan de jî çîdibe, gava hemû bi hevre di bin tava buharê de geş û rengîn xuya dikin”.

“Ji bo ku jin bi heyîna xwe hest bike, divê berhemdar be”

Di tabloyên şewekara kurd de cîhekî taybet ji jinê re heye. Jin di govendê de, jinên ku li amûrên mûzîkê dixin, êşa jinan ji ber wendakirina zarok anjî hevserên xwe di Tevkujiya Anfalan de, di tabloyeke pirr bi êş de Çîmen hovîtiya kuştina keça êzîdî Duaa Aswad tîne ziman: “Mixabin hêjî di civaka me de zor li ser jinê heye, hêjin hene ku xwe dişewitînin yan jî têne kuştin. Lê dikarim bêjim ku rewşa jinê niha ji berê baştir bûye, niha jin gellek pêş de çûne, nemaze di warê çand û hunerê de.” Lê di tabloya “Jin û neynik” de Çîmen rexneyê li jinan dike, ew dibêje “Gellek jin wateya hebûna xwe tenê bi zewac û dayîkbûnê ve girê didin. Ji bo jin bi heyîna xwe hest bike, divê berhemdar be, xwedî kesayetî be û çanda xwe fereh bike.” Çîmen di tabloyên xwe de evîna xwe ji bo bajarê Silêmaniyê nîşan daye û di pirraniya tabloyên xwe de rengên germ bikar tîne. Derbarê vê yekê de dibêje: “Wek tu dizanî ez Kurd im, li Silêmaniyê ji dayîk bûme û li Kurdistanê mezin bûme û bedewbûna sirûşta Kurdistan jî nayê wesif kirin. Ev jî bandora xwe li min kiriye, ji vir jî hezkirina min ji bo bikaranîna rengên germ tê“.

Xebatên Çîmenê bi yên Van Gogh û Klîmt hatin ravekirin

Hinek çavdêr Çîmenê weke “Klîmta Kurd” bi nav dikin. Çîmen dibêje ku ew hemû xebatên şêwekarê Awisturyayî Gustav Klimt diecibîne, lê tesîra Klimt li wê nebûye: “Di despêkê de ez bi Van Gogh teşbîh kirim, di sala duyemîn ji xwendina xwe ya akademî de min biryar dabû ku ez nîgariyê bi rêya çavê xwe yê hundirîn bikim. Carekê min tiştek resim dikir, mamoste li xebata min nêrî û got “bes e Çîmen! Berdewam neke, tu îro bûyî Van Gogh.” Min di wê demê de tiştek li ser Van Gogh nedizanî, tenê min tiştê di hûndirê xwe de derxist û resim kir. Dema ez çûbûm Parîsê, min pirtûkek li ser xebatên Klimt kirîbû, hunermendekî pirr gewre ye û min ji hemû xebatên wî hez kirin, lê min nehîşt ku bandora wî li ser min çêbibe. Her wisa mijarên min jî ne wek mijarên ku Van Gogh û Klimt di tabloyên xwe de nîşan didin e. Tu dizanî ku di civaka me de mijarên zayendî gellekî hesas in û têne sansûrkirin”.

Çîmenê di serdana xwe de çû dîtina stadyûma Camp Nou (stadyûma F.C Barcelonayê) jî, ji bo ku çend diyariyan ji bo zarokê xwe Yaro re bikire: “Wî wiha kir ku ez jî weke wî bibim heyrana F.C Barcelonayê.” Derbarê gera xwe li Spanyayê, Çîmenê wiha hestên xwe tîne ziman: “Vê serdanê enerjiiyek mezin da min û ez tijî kirim, ezê hemû vê enerijiyê li Kurdistanê vala bikim”.

Advertisements

Read Full Post »

Wêneyek ji belgefîlma Medya tv li ser jiyana hunermen Tara Caf

Read Full Post »

Nemir Eyşe Şan

Eyşe Şan serhildana jina kurd li hemberî kevneşopiyên civakê yên feodal bû. Eyşe Şan, Eyşana Elî, Eyşe Xan… Ev navên ku hunermenda mezin pê hatibû navkirin.

Eyşe Şan di sala 1938’an li Kurdistana navendî, bajarê Ameda şewitî, çavên xwe li cîhaneke bi kul û êş û derdan û xeman tijî vekir. Di nava malbateke girtî û di nava pîvanên olî de mezin bû û perwerdeya xwe jî li ser hîmên olî dît. Bavê Eyşe Şanê bixwe jî dengbêjekî dengxweş bû… Her şev civata dengbêjan li mala xwe dicivand û heya sibê rê li pêşiya dengê qulungî vedikirin û kilam digotin. Eyşe Şana biçuk jî, di quncikekî malê de, bi dizîka li vê civata xweşbêjan guhdarî dikir. Kilama bavê wê ya “Bê Mal” pir bandoreke mezin li ser ruhê keça ciwan dikir. Eyşe Şanê bi xwe jî kilam digotin; kilamên destpêkê yên Mewlud “stranên olî” gotin, piştre jî keça ciwan derbasî stranên hestdarî û evînî bû. Di demeke kurt de, bavê Eyşanê ji vê cîhana şewitî û bêrehm bar kir, Eyşana xwe ya bask şikestî û dilşikestî bê pişt hişt.

Eyşana 9 salî, di bin barê jiyanê de dinalî û nalînên wê weke lehiyên gotinan ji kûrahiya dilê wê yê narîn derdiket. Nalîn dibûn stran û awazên xwedawendî, weke bawişkên biharê dipenîn… Lê dengê wê li dîwarên zindana mezin a bi navê „Kurdistana Şewitî û Qedexekirî“ diketin û dîsa dengvedana wan di ruhê Eyşana kubar de vedigeriya û di bêdengiyeke goristanî de winda dibû…

Eyşanê vê carê pişta xwe da meskenê kul û derda „Diyarbekir“, buxçika çîrokên êşê û jîna bi azar hilgirt û koçî bajarê kurdan Dîlokê kir. Li bajarê Dîlokê, Eyşanê dest û zendên xwe hilmaland û dest bi têkoşîna jiyan û hunerê kir. 2 salan li ser hev bi zimanê tirkî „wê demê jî kurdî qedexebû“ di radyoyê de stran gotin. Her diçû û navê Eyşe Şanê yê hunerî bilind dibû, êdî bajarê Dîlokê nikaribû daxwazên Eyşe Şanê têr bikin.

Di sala 1963’yan de, berê xwe da bajarê huner û çandê Stenbolê… Li Stenbolê, êdî rê li pêşiya Eyşana Elî nedihat birîn! Li wir bi zimanê kurdî û tirkî jî, bi dehan konserên mezin û şahî pêşkêş kirin. Jixwe bi strana xwe „Ez Xezalim“ nav û dengê wê wek stranbêjeke kurd bilind bû. Di demeke kurt de, kaseta xwe ya destpêkê (bi kurdî û tirkî) tomar kir. Bi vê kasetê jî nav û bangê wê sînor derbaskirin û heman di hemû Kurdistan û derveyî Kurdistanê de belav bû. Vê yekê jî hişt ku gelek kes bixwazin ku ked û navê Eyşe Şanê ji xwe re bidizin û wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Êdî li derdora wê tiji gurê çavbirçî bun! Vê rewşê jî Eyşe Şan pir xemgîn dikir û ditirsand. Ji bo ku rêwîgeha xwe ya hunerî bidomîne û dengê gelê xwe yê bindest bigihîne cîhanê, berê xwe da Ewropa û li Almanyayê xebata xwe ya hunerî domand. Lê li wir jî sultanê êş û xeman, kul û derdan bi yaxa Eyşe Şanê berneda. Her diçu û qedera bêbext, dilê wê bi pençên xwe yên qirêj diguvaşt. Keça Eyşe Şanê ya bi navê Şahnaz ku 18 mehî bû, mir.

Eyşe Şan di ciwaniya xwe de

Were yar… Qederê yar Qederê şer bikim mîna qederê xelkê tu ji min re nebû yar
Te ez kirim peyakê rêdûrê westiyayî peyayê piyadar
Tu bû siwarekî bi rim û bi mirzaq
Li ser pişta sêwîxelqê bûy siwar
Yar yar yar qederê
tuyê li dawiyê bûye gurekî
siba tu birçî ye har yar yar yar…

Dîsa jî hunermenda dilşikestî û hembala kul û derdan vegeriya Stenbolê. Vê carê jî li Stenbolê nikaribû rehet bixebite. Ji ber stranên kurdî her roj, ji aliyê sîxurên dewleta faşîst ve dihat tirsandin.

Di sala 1979’an de, Eyşana Elî derbasî Bexdayê bû. Bi alîkariya hin dost û hevalan, wê çend stranên xwe di radyoya Dengê Bexdayê (beşê Kurdî) de tomarkirin. Pişt wê jî, yek ji evîndarên dengê wê yê narîn, ku serokê bajarê Hewlêrê bû, Eyşana-Elî dawetî Hewlêrê dike. Di dema jiyana Eyşe Şan (li Başûr bi navê Eyşe Xan dihat naskirin) du hunermendên kurd ên herî mezin dîtin „Mihemed Arif Cizrawî û Îsa Berwarî“. Di demeke kurt de di nava wan de hevaltiyeke pir mezin çêbû. Bi hev re gelek konser û stran gotin. Êdî wisa lê hatibu ku M.A. Cizrawî, çend stranên xwe li ser evîna Eyşe Xanê re saz kiribûn. Mînak strana „Lê lê lê wayê. Eyşanê lê wayê, çav biçûkê lê wayê….“

Di vegera xwe ya Tirkiyeyê de, cara duyem zewicî, vê carê du kur û keçek anî. Lê demek derbas nebû ku zarokê wê jî ew terk kirin û bi tenê hiştin.

Dayika xwe nedît

Eyşe Şan (1938 Amed-18.12.1996 Îzmîr) Foto: kommuzik

Eyşana dil bixem, nikarîbû vegeriya mala bavê xwe ya li Amedê; ji ber ku bira û mirovên wê soz dabûn ku wê bikujin. Ji ber ku li gorî kevneşopiyên wan pir şerm û bêvariyê ku jinek stranan di civata mêran de bibêje.

Tenê dayika wê jê re dibû pişt û heval. Lê piştî ku dayika wê jî mir, wê nikarîbû ku biçe ser cenazeyê dayika xwe. Berî mirina dayika wê, xwest ku keça xwe cara dawiyê bibîne, lê kurên wê, ev daxwaza dayika xwe bicih neanîn. Wan soz dabûn ku lingê Eyşanê, nekevê deriyê mala wan.

Wisa jî, dayika Eyşe Şanê bêyî ku keça xwe bibîne mir. Bandora vê bûyerê li ser Eyşe Şanê pir mezin û bişewat bû. Di dilê wê de kaniya êş û xeman vebû.


Dayikê qurban ava çemê Diyarbekir îro diherike leme leme eeee
Dayikê qorban pêl li pêlê dixe davê keleme
Wele îro dayika min nexweşe waya min turine
Hêsirên çavên min dêrana xwedê weke baranê biharê diherike, nasekine
Hey wax dayê xerîbim dayê, hey wax dayê nemînim dayê,
Hey wax dayê bêkesim dayê, bê te kesê min nemaye li vê dunyayê ez bimrim dayê

Dema ku Eyşe Şanê ev stran distirand, bi kelogirî, bi şewat û ji kûrahiya dilê xwe yê xemgîn û digot. Êdî Eyşe Şana deng pîroz, weke bilbileke bêkes, nexweş, feqîr û bêpişt ma. Êdî dilê wê nikarîbû ev qas êşê rake, êşên wê, êşên Kurdistaneke birîndar bû, welatekî zindan, qedexekirî û bi ax, nalîn û ah bû. Dengê Eyşe Şanê jî, nalîna hemû jin û dayikên kurd yên dilkeser bû… Ew bûbû wijdan û qîrîna hemû evîndarên ku negihiştibûn mirazên xwe bû… Dengê Eyşe Şanê, dengekî xwezayî, resen, pak û azad bû, dengekî muzîkal, zîz û bi awaza jiyanê mijt bû… Di dengê wê de, hemû rengê kevala (levha. tablo) jiyana kurd û Kurdistanê bû.

Stran û dengê Eyşe Şanê, hem dibû daberîna (îfade) êş û azarên kurdan, hem jî dibû dengê şahî, dîlan û keyfxweşiyên wan. Hem kurd li ber stranên wê yên xemgîn, digiriyan û hem jî bi stranên wê yên şad re dîlan digerandin. Di aliyekî din de jî, di stranên Eyşe Şanê de, cihekî mezin ji êş, hêvî û rewşa jina kurd û pirsgirêkên jiyana jinê digirin. Hem jî, wesfa bedewtî, dilsozî, evînî û lehengtiya jina kurd jî di stranên xwe de destnîşan dike. Sedema zorahiya jiyana kurdan jî wisa diyar dike: „Derdê bindestiyê pir êş û eleman diafirîne û eger welatekî me yê azad hebûya yê gelê me jî bêtir qîmeta nirxên xwe bizanîbûya, em ê bibin fedayê bindestiya gel û welatê xwe“.

Çend stranên Eyşe Şan

LÊ LÊ BÊMAL

Lê lê bêmal, lê lê bêmal, lê bê mal, lê lê bêmal

Ezê te ji hevesa dilê xwe re te aşne bikim

Lê bêmal,

Lê bêmal tu ne dirêjî

Ji hevesa dilê xwe re

Mantokî bajarî ji li bejna te kim

Lê lê bêmal

Sewdaliyê çavê te me

Oy, oy, oy, oy, oy, oy, oy, oy, oy

Ez heyrana bejna te me

Wîîîîîîî, wîîîîîî , wîîîîîîî

Lê lê bêmal, lê lê bêmal

Lê bêmal tu ne sêvî

Ji sêvê Meletyê

Ez ê te sal û donzde meha

Te di paşila xwe kim de bigerînim

Lê bêmaê………..

Lê bêmal ez a roka remazanê

Sahur û fitara xwe bi te vekim

Lê lê bê mal

Sewdaliya çavê te me

Wîîîîî, wîîîîîîî, wîîîîîîîîî

Ez heyrana bejna te me

Oy, oy, oy, oy, oy, oy, oy

„Lorkê lorkê“, „Dayikê Qurbanê“, „Qederê yar“, „Cemîle here were“, „Xezal Xezal“, „Lê lê dînê“, „Memir memir“, „Xivşê“, „Kirasê te melese“, „Yar Meyro“, „Derdê Hewiyê“, „Hepsîyo“, „Min tu dibu“, „Memê Alan“, „Nazliyê“, „Wey Saliho“, „Werin Werin Pêşmergeno“… û hîn jî bi dehan stranên din yên ku bi dengê wê yê zîz-zelal, di nava gelê kurd de belav bûne. Piştî ku şoreşa Kurdistanê bilind bû, hêviyeke mezin di dilê Eyşe Şanê de çêbû û çend stranen xwe li ser şoreşê gotin.

Hunermenda ku wek mêvana dîroka huner û strana kurdî ya resen bû, bi tenê jiya, piştî nexweşiyeke dirêj û giran (pençeşêr), bêkes, di nexweşxaneyekê de dima. Kêm kesan serlêdana wê dikir, vê jî hestên tenyamayînê di dil û mejiyê wê de dikelandin. Çi mixabin ku hunermendeke me ya wisa bi qedr û qîmet, têkeve rewşeke wisa belengaz. Di wê nexweşxaneyê de, Eyşe Şanê rojên payîza jiyana xwe ya xemgîn dijmartin û berve dawiya bêdawî de gavên lezgîn diavêtin.

Hasan Akbal li cem gora Eyşe Şanê

Li bajarê xerîbiyê Îzmîrê, roja 18’ê kanûna 1996’an, çavên xwe ji cîhana şewitî girtin û çû ser dilovaniya xwe… Bêyî ku çavên wê di bênahiyên xwe yên dawî de, tu kesî ji evîndar û heyranên xwe bixemilîne… Bi tenê bû, bi tenê çû … Ne dost, heval û heyran li ber wê hebûn… Belê evîndara hezara bêkes, li nexweşxaneyeke jibîrkirî, tev keser û êşên xwe çû

Ew çû, bi hezaran awazên dengê wê yê bilbilî di dilê kurdan de weke destmalek ku birînên dilan derman dike maye. Bi tenê çavên xwe girtin, lê niha jî di mejiyê her kesî de jiyan dike. Hunermendên me kurdan, bi taybetî jî yên jin, her tim bêxwedî bûn, bêkes û bêpişt bûn… Lê êdî ew zeman bê veger çû…

POLAT CAN

Çavkanî:

1- Kovara Sorgul, hêjmara 11, 1998.
2- Kovara Huner, hêjmara 2, 1998,99.
3- Rojnameya Mezopotamya,
hêjmara 19-an, 2003.
4- Hevpeyvîna bi keça Eyşe Şanê (Yasemîn)re.

Çavkanî: YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

.

 

Read Full Post »

Navê min Sevê Evîn Çîçek e

Ez li sala 1961’an li herêma Q(k)oçgîrî’yê ji dayîk bûme. Yanê rojava Dêrsim. Di dema Komara Tirkan de herêm ser bajaran hatiye belav kirin. Bajarên Sêwaz (Sewastia-Sevasmos), Erzingan û Argyropolis (Gumusxane), Dêrsimî ne. Navê heremê bi Kurmancî Çît e. Tirkan kirine “İmranli”. Em ji navçeya Çîtê ra dibênê Macîran. Paşayê Emperatorîya Osmanîyan(Romî) Abdulhamit II. Macîrên Kafkasya li vira bi cîh kirine. Erdê kurmancan dane wan. Loma nav bûye Macîran.

Navê  gundê min Çîman e. Gundê min pişta xwe daye Çiyayê Çengeliyê. Ew çiya seba Kurmancên herêmê pîroz û bimbarek e. Serî de, 40 çaviyan de av dikele-diherike. Kurmancên ku baweriya berîya ola Zerdeşt takîb dikin nav demê de, hin guhertin jî li baweriyên wan çêbûne, niyazên xwe li vî çiyayî dikin. Hemû dicivin û gora bawerîya xwe pêwîstiyan pêk tînin. Ez di zaroktiya xwe de tevlî niyazên vî çiyayî bûme.

Li herêmê  çavikên avan, dar, çiya, kevirên gir, marê reş, pezkûvî pîroz in. Kes nikare xwe tev li marê reş, yan pezkûvîyan bike. Kurmanc naçin ciyên biyanî. Bawerîyên biyanî, yên netewên din qet qebûl nakin, nêzikî wan nabin. Sedan sed edetên toreyên berîya hezar salan dişopînin. Bi teybetî li zivistanê, di meha Adarê de bi kombunan, komikî civatên xwe girê didin. Hersê Heftmal royên pir girîng in.

Osmanîyan xwestibûn weku hemî herêmên din vê heremê jî bikin Muhamedî, xwe ra girêbidin. Loma pir zêde xwînê dirijînin, eşîrên-êlên kurmanc sirgûn dikirin.  Loma “Alî” yê ereban bûye berruya (maskeyê) kurmancên vê heremê. Şuna Xizirê Kal’da niha hin kes bang “Alî” dikin. “Ya Xizirê Kal” biye “ya Alî” Kurmancên vê heremê ne Erabî ne jî Kur’an ê qet fêmnakin. Sureta “Yasiné”hin kesên ku bûne xoce dixwînin. Osmanîyan dema netew jmartine behsa netewa kurmancan nekirine. Ser xetanda (kaxezan) da gotine “Misilman”. Kurmancên vê herêmê ku eleqa wan bi Mihemedîtîyê tune bû, wekî “Musulman” nivisandine. Îro jî ser hemî nasnameyên xelkên vê herêmê “ol = Îslam ”, “netew=Turk”  tê nivisandin. Kesên ku teybetîyên herêmê nizanin dibên rast ew kes Mihemedî ne, kurmanc jî nînin. Ew sedan sed kurmancin, weku bawerî jî agirperestin. Bin zorê tirsê da xa xevdikin-vêdişêrin.

Kemalîstan herêm bi qirkirina-jenosîda di 1921an de alê aborî da mahv kirine. Xelayê bejn kinik hîştî ne. Min li gundê xwe dest bi dibistana yêkemîn kir. Komi kuflet (malbat) bi sedemên aboriyê koçî bajarê Tirkiyê, Estenbolê-Stenbolê kirin. Ez vegerîyam gund, min sinifa sêyemîn li gund xwend. Paşê hemû sinifên din li Estenbolê xwendin. Zanîngeha Marmarê, beşa zanistî ya Aborî û Rêvebiriya rêxistinan qedand. Salekê jî dibistanek teybetî da domî kursa zimanê îngîlîzî kir.

Jiyana min a karê (şixul):

Dema min di sala 1980’de lîse (kolej) bi dawî kir, dest bi kar kir. Min îdeolojiya çep diparast. Loma bi zanabûn xwest sinifa karker nas bikim. Li atwelyeyên konfeksiyonan de bûm karker. Hem durîn hînkir, hem jî jiyana karkertiyê, têkilî nêzîk va sopandin, naskirin…

Siyaset:

Hêla-aliyê din ve têkiliya min bi netewperestên kurmancra her pêş diket. Ez fêrî siyasetê dibûm, min bi xêra wan famkir ku welatekî me heye navê wî Kurdistan e. Derbaye-cunta leşkerî ya 12’ê îlona 1980 avabû. Leşker fermî li ser text bûn. Bi hezeran kes top kirin. Girtîgeh-heps tijî bûn. Ji % 80 Kurd bûn, bi taybetî Kurdên Rîya Heq berîya Zerdeştî’ye girtin bin çavan. Kurmanc bûyin suçek mezin bû! Kurmanc û ne misilman, suc girandikir!

Kurdên welatparêz li bajarê Stenbolê jî danî hev. Meha gucigê (sibata) sala 1981’an de, ez jî hatim girtin. Du mehan di oda, xaniyê zilmê de mam. Du mehan ez bûm şahîdê, gorîya zilmê. Zilm li min û kurmancên welatparêz dikirin. Paşê hatim girtin. 6 mehan jî di girtîgehên leşkerî de mam.

Ji hepsê hatim berdan, min dest bi zanîngehê kir. Hem dixebitiyam-dişuxulîyam, hêla din va jî min dixwand. Di sala 1983’an de bi Kurdekî herêma Botan’ê re zewiciyam. Di 1985’an de zanîngeh qedand. Di wê navberê de min dest bi hînbûna zimanê biyanî kir. Sala 1986’an bûm dayîk. Lawê min Hozanê Gelîyê Zîlan hat dinê. Dawiya 1990’an da jî lawê minê din Dêrsima Hîşyar bû.

Min di 1986’an de biryar girt ki vegerim Kurdistanê. Vegerîyam nav miletê xwe. Li bajarê Sêrtê min dest bi jiyaneke nû kir. Ez li herêmeke din, nav komikufletek vekirî ku zarokên xwe wekhev dîbînin da girbibûm. Mafên-heqên law û qîzan yek bû. Şertên şerîatê, civata mihemedî li min pir, pir bîyanî bû. Kurmancên herema Sêrtê ez “bajarî, bîyanî“ dîdîtim, qebul dikirim.

Rastîya din, tengasiya min a herî mezin ziman bû. Min devoka herêma Bohtan qet fêm nedikir. Li Kurmanciya Koçgîrî’yê gelek dûr û cuda bû. Bi riya olê, Kur’an ê pir zêde Erebî ketibû nav!

Bi mehan li Koçgîrî yê dûr mayîn, perwerda bi zimanê dagirkeran, min pratîka kurmancîya, devoka herêma xwe jî wendakiribû, qezî pir zêde bîrkiribûn. Nav demê de hewl da, hindik, hindik (hêd, hêdî) hubûm-fêrbûm devoka Botan û bi ser ketim. Bi rehetî bi milleta xwe ve têkilî û danûstandin pêşve bir.

1989’an da min beşê pisporî guherand. Min dest bi rojnamevaniyê kir. Çima ? Di navça bajarê Sêrtê de neteweyek din niştecî ne. Wan re dibên “Ereb”. Bi eslê xwe Erebên li ola cuîne mi, Asurîyên ku bûna mihemedî ne mi? Nizanim. Ew jî nizanin. Wan ra dibên “Mihelmî”. Taybetiya wî gelî ew e; alîkarê, alîgirê Komara Tirkiyê ne, bi hemî fera xwe hemberî kurmancani ne ! Li herêmê aborî dest wan da bû. Mezinê kurmancan li xwe danedînîyan ku kirîni-firotinê bikin. Nav “Karekî sivik, bêqiymet” bû. Loma pere, qapîtal dest mehelmîyan da kom dibû. Ew bajarî, Kurd jî gundî bûn. Hêla din va bi sedan jî koçer hebûn.

Rêvebirên-avakerên komara tirkan bi projeyên teybet nehiştîbûn ku nav neteva kurmancan da guhertinên civaknasî pêk bên, Kurd bibin bajarî. Şer dom dikir. Kurdan zilm didît. Kuştin, andakirin, pelişandin, heps, şewitandin, penaberkirin, qedexe li ser qedexeyan…..

Kes tunebû  ku binivîsîne. Loma min karê xwe berda û dest bi rojnemevaniyê kir. Rojnavemanîyê da nuçeya mina yêkemin “ Nahala – nevala Qeseban ” bû. Dagirkeran 103 kurmanc kuştin, avitin vê nahalê, nav qirşiqalên bajarê Sêêrtê. Min ew mijar weki nuçe bi rojnemavenekî din va yêk amade kir. Ser navê wî camêrî nuçe hati weşandin.

Di 1988’an de me Komela Mafê Mirovan beşa bajarê Sêrtê ava kir. Ez û hin hevalên mêr bûne rêvebir. Sala 1990-1992’an jî bûm seroka şaxê bajêr ya vê komelê. Di sala 1990’an da, rêxistina navneteweyî, HRW-Komiya Çavdêriyê Heqqê Merîyan xeleta “Parastina Mafên Mirovan” da min.

Me şaxê “Partiya Keda Gel” li bajêr ava kir. Min di berpirsiyariyê de cîh girt. Bûm rêvebir. Ew partî li hêla dozgeriyê ve hat girtin.

Bihara sala 1993’an de çûm Başûrê Kurdistanê. Sê meh û nîv li başûr mam. 3 meh li kampa PKK’ê ya Zelê derbas bû. Min li wê derê lêkolîn kirin.

Vegerîyam bakurê welat. Dozgerên Komara Turkiyê xwestin min bavêjin hepsê. Rê, çareserî nema. Loma mecbur mam, bê dil, bê xwestin revîyam, derketim derveyî welat. Kesên ku navê min jî nav wan da bû hatin girtin; hinên-qismekî wan bi hovîtî hatin kuştin, wendakirin, hinan jî dozgeran navbera 10-15 salan  cezayê hepsê dan wan. Yên ku kanîbûn jî revîyan dervayî welat, yan jî çûn başur. Li başûrê welat jî min nedikanîya xwe biparêzim. Loma hatim Ewrupa.

Li penaberîyê, di nav demê de bi buyeran xanimi, camêr pir zelal, eşkere dibin. Barê malê, berpirsîyarî hemî hevra-himik li ser pillên-milên min bûn. Ez rêvebir-ez berpirsîyar bûm. Civatek, çandek…nû.

Mêrê  kurd, jina kurd tene seba-bo hestên, xwestinên, pêwîstîyên xwe weku hacetek bi kar tîne. Jin derencîge-merdîvane! Mêr tenê seba navê xwe pêlê dike,  derdikeve! Mêr mafan-heqan nizane. Xwe ra xwestvane, tenê xwe diparêze. Rehetîya xwe difikre. Li pîvanên mirov-merîbûyînê bê xeber, pir dûre. Milet bindest e, mêr bindest e, heqqan nizane! Ki kanî weki-mîna dagirker dixwaze mêrîyan bifetisîne. Malan bike zîndan-girtîgeh.

Ya me hevaltîk, rêhevaltîk, zewicandinek gora pêwîstîyan nebû. Min pir rind famkir ku ez her alîva-hêlêva têm xapandin, xebitandin. Gav avêtina min, serkeftina min, hînbûna min naye xwestin. Hest veşartî ne, nayên eşkerekirin. Hêla din va bersivên xwestinan nayên dayîn, bê deng, bi zimanê canê xwe mêrik ber min dibe çeper. Nedikanim şixulê-karê welatperwerîyê, entellektuelîyê bikim, ne jî xwe nûkim.

Ki bavê lawên min bikanîyana qelema-pênusa destê min de difirand-dişkînand ku ez nenivsînim. Kîtaba dest min qîşdikir-diçirand ku ez nexwînim! Mêjîyê min puç dikir ku ez kara netevî nekim. Keda-emegê min seba navê xwe bikardianî-dişixuland. Min her ku rastî fam kirin seba min zewicandin bû êş, jan, zilm, hêsîrtî. 1999 an da me hevdû berda. 17 sal in penaberim, ligel herdu lawên xwe dîmînim. Ne zewicî me.

Min dixwast ez fêrî zimanan bim. Serî da ez fêrî zimanê Îtalî bûm. Paşê salên 1998-1999 li zanîngehê, li enstîtûya Fransî ez hînî zimanê Fransî bûm.

Perwerdeya zanîngehê ya bilind-akademîk dom kir. Ez li hûbûnê têr nabim. Qefilandinê-westandinê nizanim. Dermanê jan û êşan hînbûne. Giranîya penabertîyê sivik dike. Pêwîste mirov îmkanan fam bike. Servext be. Bi planan, projeyan ro êvarke. Demê, şertan pêkbîne, lê karê bibîne,  xwe nûke. Lêgerîn tama jîyanê dide, xweş dike. Min li pebaberiyê gelek lêkolîn kirin, berhemên ku hatine çapkirin  jî ev in:

1- Nikarin tixuban daynin ber evînan (1998, Wesanên Medya )

2- Herekata Rizgariya Netewî ya Koçgîrî’yê (1999, APEC )

3- Azwêrî û Girtîbûna Azwerîyan (2000, Peri) Azwêrî û Girtîbûna Azwerîyan de dadgeha tirkan salek û 3 meha ceza dan.

4- Rêwîyên Araratê, Bazirganîya Merîyan, Koçkirin, Penaberî (Wesanên Perî, 2005)

5- Bijinanî Darizandin (2006, Wesanên Perî)

Helbestên ku hatine çapkirin

Awaza Serpêhatîyan I, II, III (Weşanên Perî, 2004)

Lêkolînên ku çap nebû ne ;

1-Bin Agir da Nizam – Edelet

2- Bin Sîya Qirkirinan de li Tirkîyê Dewleta Netewî

3- Artêşa dewleta tirkan û rêvebiriya dewletê

4- Li emperatorîya leşkerîya Osmanîyan – li komara leşkerî ya tirkan rewşa   Kurmancan (1914-1925).

5- Hereketa Netewî ya Kurmancan û Mistefa Kemal

Read Full Post »

Dema em serdana çi malperke Kurdî bikin em tenê rastî ruyên mêran tên, em ji % 90 wêneyên nivîskarên mêr û nûçeyên li ser serok, ronakbîr, dengbêj… û siyasetvanên mêr dibînin. Û dema nûçe li ser jinan hebin, piraniya wan nûçeyên negatîv in, xwekuştin, xweşewtandinê û …hwd.

Gelo di civaka Kurdî de jin tune ne, an jî jin nizanin binivîsînin, nizanin serokatiyê bikin, bi siyaset, aborî, wêje û hunerê fam nakin?

Dema em bixwazin agahiyekî li ser kurtejîna jineke Kurd (nivîskar, hunermend, siyasetvan..hwd) bixwînin, em rastî gelek agahiyan nayên.

Kesên ku serdana wîkîpedya Kurdî bikin, wê bibînin ku tenê kurtejîna mêrên Kurd têde cih grintine, em hindik kurtejîna jinên Kurd dibînin?

Emê hewl bidin her demekê kurtejîna jineke Kurd biweşîne û bi xwendevanan bide naskirin.

Li benda me bin!

AVESTA

Read Full Post »

%d bloggers like this: