Li Spanya 3 Kurd ji ber endametiya PKK’ê hatin zindankirin

Madrîd (Rûdaw) – Hefetya borî, di heman dema ku li Fransayê li dijî çalakvanên PKKê operasyonek hat birêvebirin û tê de 16 kes hatibûn binçavkirin, li Spanyayê jî wezareta hundir ragihand ku polîsên wan di opersyoneke bi navê “Capadocia” de 6 welatiyên kurd, 4 ji wan li Madrîdê, destgîr kirine, ku guman li ser heye ku ew girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê ne û bi karê … Continue reading Li Spanya 3 Kurd ji ber endametiya PKK’ê hatin zindankirin

“Herêma Kurdistanê dikare bibe motora aborî ya tevahiya Rojhilata Navîn”

Z.A – Nîvsakrê baskî Manuel Martorell derbarê Kongreya Zanistî ya Kurdî li Hewlêrê gotarek di bin sernivîsa “Barzanî bang li diyasoprayê dike ta ku ji Kurdistanê welatekî nû li Rojihilata Navîn çêbike” di malpera Cuarto Poder deweşand. Dîroknas û rojnamevan Manuel Martorell yê ku du pirtûk li ser Kurdan nivîsandine û li hemû perçeyên Kurdsitanê geriyaye gotara xwe wiha despê kiriye: “Kesê ku li Kurdistana … Continue reading “Herêma Kurdistanê dikare bibe motora aborî ya tevahiya Rojhilata Navîn”

Hevpeyvîna Radyoya Spanyayê ligel me

Wek berê min berê bi rêya facebookê diyar kiribû ku ezê hevpeyvîna ku bi min ra hatibû çêkirin di blogê de biweşînim, îro program di malpera radyoya Spanî hatibû weşandin. Di hevpeyvînê de ez li ser jiyana xwe, pirsa kurdî û şoreşa Sûriyê diaxivim. Programa bi axaftin û pêşkêşkirinek ji çêkera programê Pilar despê dike, piştre strana Ciwan Haco “Dil ketimê” tê guhdarkirin. Xulek 9:20  … Continue reading Hevpeyvîna Radyoya Spanyayê ligel me

Şêrzad Efrînî: Çima Şivan Perwer.!!!!!

Min gotara hunermend Şêrzad Efrînî ji malpera Welatê Me wergirt û min hinekî kurdiya wê serrast kir, gotar bersivek bû li ser nivîsa Pîr Xidir Arî ya bi navê  “Xebata dawî ya hunermendekî Kurd jarkirina zimanê  xwe” Çima Şivan Perwer.!!!!! Berî çend rojan min di hinek malperên kurdî de, yên bi zimanê Erebî  weşandin dikin, li ser hunermendê bi nav û deng Şivan perwer gotar … Continue reading Şêrzad Efrînî: Çima Şivan Perwer.!!!!!

El País ligel Hokman Cuma hevpeyvînekê çêkir

Rojnameya herî mezin li Spanya El Pais serdana Hokman Cuma, Kurdê sol avêtibû serokwezîrê Tirkiyê, kir û hevpeyvînekê pê re çêkir. Hokman Cuma di hevpeyvîna ya dawî ji rojnameya El Pais re gotibû: Mayîna  min di zindanê de hêjaye eger êdî xelk êşa Kurdan nas bike”. Hokman piştgirya xelkê  ne tenê ji derveyî zindanê werdigre, her wiha “Piştgiraya wezîfedarên hebsê û girtiyên din jî werdigre”, … Continue reading El País ligel Hokman Cuma hevpeyvînekê çêkir

“Heywan Qezenc Kirin”

Îro rojnameya El Mundo sernivîseke balkêş weşandibû di bin wêneya serokê Katalunya Josep Montilla û cîgirê wî Josep Lluis Carod-Rovira, yê ku serxwebûna Katlunya destek dike. El Mundo sernivîsa  “Heywan Qezenc Kirin” di serrûpela xwe de weşandibû Nûçe jî behsa qedexekirina parlaman Kataunî ji lîska gamêşan di herêma Katlunyayê de. Tê zanîn ku serokê Katalunyayê li dijî qedexekirinê  deng dabû belam cîgirê wî Josep Garod  ji … Continue reading “Heywan Qezenc Kirin”

Netewa herî mezin bê dewlet li cîhanê ji 50 mîlyon Kurd pêk tê

Avesta – Radyoya Netweî ya Spanya ligel berpirsiyarê PDKê li Spanya û Portugal Carlos Kurdî Gravî û rojnamevan Zinar Ala hevpeyvînekê derbarê Kurdan çêkir. Di despêka reportajê de bêjerê Radyoya Netewî ya  Spanya (RNE) dibêje: Netewa herî mezin bê dewlet li cîhanê  ji 50 mîlyon kurd pêk tê, di nav çar welatan de perçe bûye, û niha têdikoşin tenê ta ku nansmaeya wan bê rêzgirtin. … Continue reading Netewa herî mezin bê dewlet li cîhanê ji 50 mîlyon Kurd pêk tê