Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Sînama û Dokumentar’ Category

Huseyin Karabey û hevsera xwe tev herdû xelatên festîvalê

Huseyin Karabey û hevsera xwe tev herdû xelatên festîvala Mar del Plata

Z.A – Fîlma kurdî ya bi navê “Were Dengê Min” ku ji aliyê derhêner Huseyin Karabey hatiye kişandin roja şemiya borî du xelat li Festîvala Navnetewî ya Sînamayê a bajarê Mar del Plata li Arjantînê wergirtin.

“Were Dengê Min” xelatên baştirîn fîlm hem ji aliyê juriya festîvalê û hem jî aliyê gel wergirtin, qezenkirina xelata bi navê “Astora Zêrîn” ya ku ji bo fîlmê herî baş  tê dayîn tê wateya serkeftinek nû û girîng ji sînamaya kurdî re nemaze ku ev festival, ku îsal edîsiyona xwe ya 29mîn bû, yek ji festîvalên herî bi prestîj li cîhanê ye wek Cannes, Berlîn û San Sebastianê.

Fîlma Huseyin Karabey, weke piraniya fîlmên kurdî, behsa trajedya malbateke kurd dike. Li gundekî bakurê Kurdistanê Jiyan û dapîra xwe Berfê dest bi geştekê dikin ji bo rizgarkirina Temo (bavê Jiyan) bikin, ku ji aliyê artêşa tirk hatiye desgîrkirin. Leşkeran gundiyan bi veşartina tifingan tawanbar dikin, yên ku sîlehan radestî artêşê nekin wê bêne destgîrkirin, ji ber wê jî leşkeran Temo girtin. Lê  sîleh li gund jî nîne, ji ber Berfê û neviya xwe Jiyan gera xwe di nav çiya û newalên Kurdistanê re dikin ji bo peydakirina sîlehekê ta ku bikaribin Temo ji nav lepên leşkeran rizgar bikin.

Hûn dikarin li reporatjekê derbarê vê Fîlmê  di Funkhaus Europa kurdî  guhdar bikin.

 

Berfê û neviya xwe Jiyan di dîmenekê ji fîlmê de

Berfê û neviya xwe Jiyan di dîmenekê ji fîlmê de

Read Full Post »

Halabja aniversario

Hefteya borî roja 14ê adarê bi boneya 26mîn salvegera komkujiya Helebceyê çalakiyek li Navenda Dîrokan ya bajarê Zaragozayê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de xebata dokumenterî yê bi navê “Helebce, Jiyana Piştî Mirinê” hate nîşandan, ev jî yekemîn xebata dokumenterî ku derbarê vê komkujiyê li Spanyayê tê çêkirin. Dokumenter ji aliyê rojnamevanên televîzyona Aragonê Julián Flordelís û Eduardo Úbeda hatibû amadekirin. Her wisa nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Spanyayê Daban Şadala û profesorê dîrokê û pisporê komkujiyên di sedsala bîstan de Enrique Bernad beşdarî vê çalakiyê bûn.

Dokumenter rastî eleqeyeke mezin ji aliyê çapameniya herêma xweser ya Aragonê hat. Rojnamevan Julián Flordelís êşa Helebceyê û vîna xelkê ji bo vejandina bajarê xwe bi van gotinan anîbû zimên “Piştî bombebarana kîmawî, jiyan li Helebce nemabû, dar, ajal û mirov mirin, avahiyên li wê bajarî jî bi dînamîtê hatibûn teqandin, bo sê salan jî jiyan li wî bajarî tunebû, digel hemû van êşan xelkê dîsa bajarê xwe avakir”.

Sala borî Julián û Eduardo bi mebesta şopandina rewşa li Rojava berê xwe dabûn herêmê lê qeder berê wan da Helebceyê “Di despêkê de me xwest ku em herin Kurdistana Sûriyê, me dizanîbû ku rewşa li wir ji aliyê çapemeniyê nayê şopandin, tenê ragihandin derbarê şerê di navbera rejîm û şervanên posozîsiyonê hebû. Lê sînorên ji aliyê Îraqê ve girtî bûn, derbaskirina sînor jî ne pêkan bû. Piştre me berê xwe da mijarekê ku me berê nas dikir lê li Spanyayê nenaskirî ye û wiha jî em çûn Helebceyê”.

Kamîremevan Eduardo jî derbarê ew tiştên ku li Kurdistanê pê mat maye wiha axivî: “Bi taybetî hêza gelê kurd ez mat kirim, di tevahiya jiyana xwe de li hemberî cîranên xwe şer kiriye, digel ku gellek êş kişandiye lê ew gelek mêvanperwer e. Ne tenê mêvandariya me kirin lê her wisa mêvandariya gelê Îraqê jî dikirin”. Derbarê kêşeyên ku rastî wê hatibûn di dema tomarkirina hevpeyvînên ligel xelkê Helebeceyê ya sereke ya ziman bû, Eduardo ev pirsgirêk wiha vedibêje “Kesên ku temenên wan jorî 35 salî ye kêm hene ku înglîzî zanibin, Julián jî bi erebî dizane lê kurdan digel ku zimanê erebî dizanin nedixwestin bi vî zimanî biaxivin, ew ji aliyê îraqiyan gellek êş kişandin û naxwazin bi zimanê wan biaxivin.”

Read Full Post »

Foto: cinemaadhoc.info

Umut Dag li Mala Erebî  li Madrîdê / Foto: cinemaadhoc.info

Rûdaw / Z.A – Fîlmê derhênerê kurd Umut Dag yê bi navê “Kuma” di van rojan de di salayên sînamyê de li Spanyayê tê nîşandan. Kuma peyveke tirkî ye û bi kurdî tê wateya hewiyê, navê fîlm ji zimanê spanî re weke “Jina duyem” hate wergerandin.

Fîlm pêrgî eleqeyeke mezin ji aliyê çapameniya spanî  hat, rojname û malperên sînamayê bi  dehan nivîs derbarê fîlm weşandin, pirraniya nivîsan jî bi şêweyeke erênî xebata derhênerê kurd nirxandin. Bi helkefta nîşandin û danasîna fîlma xwe li Spnayayê Umut Dag serdana Madrîdê kiribû.

Derhênerê ciwan, yê ku li Viyênayê ji daykî bûye, di fîlma xwe de di 93 xulekan de çîroka hevjiyana hewiyan dinasîne. Fatma bi bihaneya xwestina bûkekê ji kurê xwe re Hesen berê xwe dide gundeke kurdî li Antoliyayê û destê Ayşe ji kurê xwe re dixwaze, lê ya rast Fatma keça ciwan ji zilamê xwe re Mustafa dixwaze, sedema daxwaza wê jî ku ew bi nexweşiya penceşêrê ketiye û berî ku koça dawî bike dixwaze jineke ji zilamê xwe re dabîn bike ta ku şûna wê bigre wek stûnek ji kona malbatê re piştî mirina wê. Pîştî dîmenên despêkê yên daweta bi def û zirneyê Umut bi kamîraya xwe ronî dide ser hurguliyên hejviyana keça ciwan Ayşe ligel Fatma û malbata wê di malekê de li paytexta Nemsayê.

Tê zanîn ku diyardeye pirzewaciyê li Rojhilata Navîn xwedî damarên kûr in, di pirraniya haletan de civaka kevneşop zewaca zilaman bi jina duyem re rewa dibîne çaxa jina yekem stewr be yan jî  dema ew jin nexweş bikeve, sebaret zindîya vê diyardeyê li Tirkiyê derhênerê kurd ji Radyoya Netewî ya Spanyayê re got: “Digel ku pirzewacî li Tirkiyê qedexe ye lê li gorî statîstîkan di sala 2011an de 186.000 haletên zewaca bi jina duyem re li vî welatî rû dane, staîstîk ev hejmar bêlî kirine lê hejmara rasteqîn hîn jî ji vê mezintir e.”

“Peydakirina listîkvanên kurdaxêv wê gellek dijwar ba”

Fîlm bi zimanê tirkî û almanî hatiye kişandin, Umut derbarê veqetandina wî ji listîkvanan re got ku wan li bajarên Koln, Berlîn, Stenbol û li Viyênayê li lîstikvanan geriyane, wî dil hebû ku listîkvanên kurd ji fîlmnê xwe re peyda bikra lê ew dizanîbû ku derfetên vê yekê kêm in “Digel ku zimanê min yê dayîkê kurdî ye, lê min biryar dabû ku ez bi tirkî fîlm bikşînim, ji ber ku min dizanîbû ku peydakirina listîkvanên guncaw ku bi zimanê kurdî biaxivin wê gellek zehmet ba.”

Ji bilî “Hewiyê” Umut  kurtefîlmek bi navê “Baba” di sala 2011an de  kişandiye û li vê dawiyê jî fîlmeke wî  bi navê “Cracks in Concrete” beşdarî  edîsyona 64mîn ya Festîvala Fîlman a Navnetewî Berlinale bûye.

 Derbarê pirsa ku ew bi rêya sînamayê çi dixwaz bibêje, derhênerê kurd wisa bersiv dide: “Ne tişt, ez fîlmên xwe ne ji bo şandin nameyan dikşînim, tenê ji bo qisekirina çîrokan ta ku bighêjin hest û dilên ew kesên ku van çîrokan dibînin.  Ne erka mine ku ji xelkê re bêjim ev baş e û ev xerab e, tiştê ku xelkê ji çîrokên min fam bike ew têgihîştina wan e.”

Hêjayî gotinê ye ku “Kuma” heya niha beşdarî 60 festîvalan bûye û li 50 welatan hatiye nîşandan. Cara yekemîn di beşê Panorama ya Festîvala Sînamayê ya Berlînê  de hate nîşandan. Li Festîvala Sînamaya Ewropî  ya Lecce jî “Xelata Cemawer” wergirtbû, her wisa li Festîvala Navnetewî ya Salerno “Xelata  Taybet ya Juriyê” standibû.

Read Full Post »

Hêvron Amkî havîna borî li Malaga

Hêvron Amkî buhara borî li Malaga / Foto: Mark Haley

Ku em berê xwe bidin  malperên kurdî yan jî di nav reportajên û nivîsên rojnameyan de bigerin ji sedî 9o  em pêrgî navê û wêneyên nivîsakar û rojnamevanên zilam tên, ev jî tê wateya ku rojnamegeriya kurdî bi gîştî rojnamevaniyek nêrî ye, û em yên ji vê zayendê çiqas em hewl bidin nêrînên jinan nîşan bidin dîsa em bi perspektîveke nêrî raman û nêrînan wan tînin ziman.  Rojnamegerî eyinika civakê ye, Ji bo ku em rewşa civakê baş nas bikin û dengê xelk rind bibhîsin divê hejmara pênûnsên mê di rojnamegeriya kurdî bighêje qet nebe ji sedî 50.

Ez weke rojnamevan ku beşekê mezin ji demê xwe di xwendina rojnameyan û nivîsandina nûçe û reportajan derbas dikim  bixêrharinê li Hêvron Amkî dikim, ku berî du hefteyan yekemîn reportaja xwe di rojnameyeke kurdî weşand û îro nivîsa wê di malpera Rûdawê de hate weşand. Fermo nivîsa wê bixwînin.

Zarokên Münsterê “Bêkes” xelat kirin

Hêvron Amkî / Rûdaw – “Das war der Hammer” (Ew gellekî xweş bû), wiha zarokeke alman nêrîna xwe derbarê fîlmê kurdî “Bêkes” anîbû zimên. Fîlmê derhênerê kurd Karzan Kader beşdarî festîvala filmên zarokan li bajarê Münsterê (Eyaleta Nordrhein-Westfalen) bibû û ji aliyê zarokên alman ve gellekî hatibû hezkirin. Zarokan piştî ku ji salona sînemayê derketin, nêrînên xwe yên cûrbecûr li ser tabloyekê, ku li pêşiya sînemayê hatibû danîn, nivîsandin. Zarokekî bi navê Lukes (11) hestên xwe derbarê fîlm de wisa şîrove kirin: “Fîlm gellekî xweş bû, lê ez pirr diqeherîm gava herdu birayan (Dana û Zana) şerê hevdu dikirin, lê ya baş ew bû ku di dawiyê de hertim li hev dihatin û ev tişt ez dilxweş dikirim.”

Bertekê zarokên alman di hundirê salayê de

Ji hêleke din ve hinek zarok hebûn ku di dema temaşekirina fîlm de hin şîrove dikirin, wek mînak zarokek derbarê dîmenekî de ku tê de Dana xwe davêje çemê ji bo gerdena evîndara xwe ji bin avê derîne, lê wi nikarîbû avjeniyê bike û banga arîkariyê dike, komeke ji zilaman wî dibînin û dixwazin arîkariya wî bikin lê ew jî nizanin avjeniye bikin, zaroka alman ji vê yekê mat dimîne û dibêje “Baba, ma çawa ew hemû nikarin avjeniyê bikin, gelo ev rast e, lê ew henekên xwe bi me dikin?” Di dîmeneke din de Dana sîleyekê li Zana dixîne, Zana jî dikene, zarokeke din li hember kenîna Zana ecêb dimîne û dibêja: “Çawa sîleyan dixwe û dikene!”. Tiştê balkêş û cihê mixabîniyê ye, digel ku li bajarê Münsterê derdorê 200 malbatên kurd dijîn, lê zarokeke kurd di salona sînemayê de tine bû.

Temashevanên fîlm ne tenê ji zarokan pêkdihat, lê kesên ji temenên cûrbecûr jî hebûn. Jineke alman ya temen 55 salî ya bi navê Gisela nêrîna xwe derbarê Bêkes de wiha ji Rûdawê re got: “Fîlm gellekî balkêş e û ne tenê ji bo zarokan e, bi rastî gellek dîmen hebûn ku hêstir bi çavên min xistin”.

Xelata “Çûkê Rengîn” wergirt

Derbarê beşdarbûna Bêkes di festîvala zarokan de, rêvebera festîvalê xanim Wegmann li ser pirsa me ku ji bo çi wan ev fîlm ji bo festîvalê hilbijartin, wiha got: “Tiştê girîng li ba me ew bû ku fîlm bikaribe nameyekê bigihîne zarokan û ku zarokên me rewşa zarokên kurd nas bikin. Her wisa fîlm ji bo zimanê almanî hatiya dublajkirin, ev jî têgihiştina zarokan ji fîlm re hêsantir dike”. Xanim Wegmann wisa berdewam dike û dibêje: “Me xema wê yekê kişandibû ku fîlm neyê hezkirin, ji ber ku zarokên me hertim dixwazin li fîlmên action temaşe bikin, lê ez îro gellekî kêfxweş im ku ewqas zarok beşdar bûn û nêrînên xwe yên erênî derbarê fîlm de nîşan dan”.

Di dawiya vê çalakiya yek hefteyî de, ku tê de nêzîkî 20 fîlm hatibûn pêşkêşkirin, juriya festîvalê ku ji heft zarokan pêkdihat xelata yekem ya bi navê “Der bunte Vogel” da fîlmê Bêkes.

Fîlmê Bêkes dramayeke biêş e ku bi şêweyekî komedîk behsa zarotiya du birayên sêwî Dana û Zana di salên nodî de li Herêma Kurdistanê dike. Herdu bira dixwazin Superman bibînin, da ku arîkariya wan bike ji bo ku xewnên xwe bi cih bînin. Ji bo dîtina wî jî biryar didin ku li ser pişta kerekî biçin Amerîkayê lê ew pêrgî gellek astengiyan tên û plana wan pûç dibe.

Hêjayî gotinê ye ku “Bêkes” di versiyona xwe ya kurt de çend xelatên navnetewî wergirtibûn, yek ji wan jî Xelata Oskara Zîvîn bû.

Nûçeyên têkildar:

Dilfiroz û Hêvron ji ezmûna Erasmusê dilxweş in

Hêvron Amkî: “Ez ê li ser Kurdistanê biaxivim, ne li ser Sûriyê”

Read Full Post »

Ji rastê Oriol Garcià û David  Meseguer di berbendeke ya YPGê

Ji rastê Oriol Garcià û David Meseguer di berbendeke ya YPGê

Rûdaw / Z.A – Dokûmentera “The silent Revolution” (Şoreşa Bêdeng) yekemîn xebata dokûmenterî ya demdirêj e ku derbarê Kurdên Rojava de hatiye çêkirin, piştî vekişandina hêzên rejîma Esed ji herêmên kurdî. Herdu rojnamevanan David Meseguer û Oriol Gracià derhêneriya vê xebatê kirine. Xebata wan wê di 17ê Mijdarê de li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê bê nîşandan. Me bi rêya Skype xwe gihand hevderhênerê dokûmenterê David Meseguer. Davîd ji Barcelonayê pirsên me derbarê dokûmenterê de  bersivandin.

Rûdaw: Çi dihêle ku du rojnamevanên katalan biçin Kurdaxê û dokûmenterekê li wir bikişînin?

David Meseguer: Hevrêyê min Oriol Katalan e, lê ez ji Herêma Valencia me, lê wek tu dizanî em jî li Valencia bi katalanî diaxivin. Derbarê pirsa te de, yekemîn pêwendiya min bi doza  kurdî re di Newroza Amedê ya 2010ê de despêkiribû û ji wê demê de ez mijûlî kêşeya kurdî bûme. Ez li cihên cûrbecûr li Bakur û Başûrê Kurdistanê bûm. Derbarê Rojava de jî di Tebaxa 2012ê de ez çûbûm Efrînê, wê çaxê rejîm nû ji herêmê derketibû, Kurd jî nû şoreşa xwe despêkiribûn. Di Mijdarê de dîsa ez çûm serdana Efrînê û taxên kurdî li Helebê. Di van herdu caran de min gellek reportaj ji rojnameyan re û vîdyoyek ji televîzyonekê re amade kiribûn, lê piştî wê ez ramiyam ku tiştê niha li Rojava çêdibe dîrok e û divê mirov vê dîrokê bike dokûmentereke demdirêj. Ez bi hevrêyê xwe re Oriol axivîm û me biryar da ku em di Newrozê de dest bi kişandina dokûmenterê bikin.

Elî Elî yê 70 salî zimanê kurdî fêr dike

Elî Elî yê 70 salî zimanê kurdî fêr dike

Ji bo çi “Şoreşa Bêdeng”?

Pirsa kurdî herdem di medyaya cihanî de nayê guftûgokirin. Di şerê li Sûriyê de tenê behsa hêzên Esed û yên opozîsyonê tê kirin, lê medyayê pirr cih neda şoreşa çandî ya Kurdan piştî çewsandina bi dehsalan ji aliyê rejîma Baasê ve. Vê piştguhkirina alavên ragihandinê ya şoreşa kurdî hîşt ku em vî navî ji xebata xwe re hilbijêrin.

We çawa xebata xwe fînanse kir?

Min û Oriol bi pereyên ku me ji karên xwe yên berê komkiribûn lêçûnên kişandina dokûmenterê da. Niha me kampanyayeke Crowdfunding (sîstema berhevkirina pereyan, pirranî bi rêya înternetê) destpêkiriye, da ku em  lêçûnên edîsyona dokûmenterê derxînin. Hêviya me jî ewe ku em bi rêya vê kampanyayê hinekî ji lêçûnên geştên xwe derxînin, herwisa em bikaribin danasîna vê xebatê di nav televîzyonên cihanê de bikin.

Xwepêşander solgana Yeke yeke yek gelê Kurd yeke hildane

Xwepêşander solgana Yeke yeke yek gelê Kurd yeke hildane

We Kurdax û xelkê wê çawa dîtin?

Li Efrînê ez hest dikim weke ku ez li mala xwe bim, klîmaya gundê min weke ya gundên Efrînê ye, ango ya Behra Spî ye, heman hewa û xweza ye. Îsal dema em li wir bûn buhar bû, dîmenên siruştê gellekî bedew bûn. Efrîn bi rengê kesk û kulîlkan xemilî bû. Li ba me jî zeytûn hene, dema bi gundiyan re diaxîvîm pirr caran me derbarê zeyt û zeytûnan de gotûbêj dikir. Xelkê jî bêhampa destek da me û ji bo kişandina dokûmenterê arîkariya me kir.

Şîrîn di cejna Newrozê de strana Welatê min Kurdistan e distre

Şîrîn Bako di cejna Newrozê de strana Welatê min Kurdistan e distre

Û rewşa jinan çawa bû?

Ez têgihiştim ku jina kurd di nav jinên Rojhilata Navîn de ya ku herî zêde maf bidest xistiye ye. Jin di siyaset, artêş û asayîşê de cih digire. Kesên ku vê dokûmenter bibînin, nemaze yên ewropî, wê mat bibin. Kesên ku ji berê rastiya gelê kurd nas nakin, wê ji xwe bipirsin “Ev çi ye? Em li Rojhilata Navîn in û jin tê de roleke girîn dilîzin!”

Çi astengî an jî anekdot bi we re çêbûn?

Ji serdanên min yên berê xelkê dizanîbû ku hevala min heye, ji ber wê keçik nêzîkî min nedibûn. Lê hevala Oriol tine ye, ji ber wê jî di wan gundên ku em tê de derbas dibûn eleqeya gellek keçikan ji bo Oriol hebû. Min digot tekez wê Oriol li vir bizewice. Wekî din derbarê astengiyan de jî, pirsgirêka kêmbûna anjî nebûna elektrîkê astengiyên teknîkî ji me re derxistin. Hinek caran jî, dema me li nêzîkî sînoran dîmen dikişandin, hinek kêlîkên tensiyonê çêdibûn, ji ber ku em nêzîkî leşkerên tirk bûn.

Keçikan çawa eleqeya xwe nîşan dida?

Wek mînak dema em çûn gundê Gorda, ji bo em çend dîmenan ji dengbêjê gelêrî Bavê Selah bikşînin, li wir çend keçikan çav berdan Oriol û jê pirs dikirin Facebook an e-maila te heye, îşev tuyê werî şahiya Newrozê?

Du şervanên YPGê ku di heman demê de hejînê hev in

Du şervanên YPGê ku di heman demê de hejînê hev in

Di wêne û vîdyoyên ku we derbarê dokûmenter de belav kirine, dezgehên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tên nîşandan, gelo hûn behsa partiyên din jî dikin?

Em baş dizanin ku PYD destekeke mezin ji gel werdigire û kontrola wê li ser herêmên kurdî mezin e. Lê me ne tenê nêrînên PYDê nîşan dane, herwisa me nêrînên partiyên din wek Partiya Yekîtî jî standiye, lê di trailer de mirov nikare gellek tiştan nîşan bide.

Gelo tiştekî ku we di vê şoreşê de dît û ne bi dilê we bû heye?

Roja bîranîna komkujiya Helebçeyê em li bajaroka Cindrêsê bûn, me dît ku di meydana gîştî de alîgirên partiyên PYDê, Yekîtî û Azadî hebûn. Wê caxê alozî di navbera alîgirên Azadî û hêzên asayîşê de derketin û me dengê teqîna gulleyan bihîst û weke hemûyan me tavilê xwe veşart. Gellek tirsa me hebû ku şerekî kurdî kurdî rûbide. Baş e ku niha li hember êrişên al-Qaîdayê li dijî Kurdan egera derketina şerekî di nav Kurdan de kêm bûye.

Gotineke we ya dawî heye?

Em gellekî kêfxweş in bi çêkirina vê xebatê. Rast e, gel ji rewşa şer gellek êşê dikşîne, lê di heman demê de ev kêlîkên dîrokî ne ji Kurdan re. Dibistan êdî zimanê kurdî fêr dikin, Kurd dezgehên xwe bi xwe birêvedibin. Şensê me hebû ku di wan 17 rojên ji dema kişandina documenter de gellek çalakî li kolanan çêdibûn, vê yekê jî xebata me dewlemend kir.

Ji bo temaşekirina trailerê:  http://www.verkami.com/projects/6792

Read Full Post »

Kurekî Behzad di nav konteynera gemarê de li xwarinê digere / Wêneyek Ji dokumentalê

Kurekî Behzad di nav konteynera gemarê de li xwarinê digere / Wêneyek Ji dokumentera Hellas Hell

Pirraniya penaberên kurd ku bi rêya Yewnanê gihiştine welatên din yên Ewropayê, gellek zor û zehmetî kişandine, gellek jî hêj li wir asê mane û di nav mercên pirr xirab de dijîn. Li Yewnanê ferq nake eger mirov li hundirê navendên hewandina penaberan girtî be, yan jî li derveyî wan “azad” be, di herdu rewşan de penaber êş û keseran dikişînin. Azadî û Behzad du ji wan penaberan e ku li ser rêya Ewropayê li Yewnanê asê mane û ezmûneke tehl li wî welatî jiyane ku ewê zû bi zû ji bîr nekin.

Ciwanê kurd yê bi navê Azadî li navendeke hewandina penaberan li Yewnanê dijî, ya rast ji jiyanê bêtir li wir dimîne. Navend li nêzîkî bajarê Corinto ye, ew berê wargeheke leşkerî bû, niha jî ji bo hewandina 1000 penaberan tê bikaranîn. Li gorî gellek rêxistinên penaberan, penaxwaz di mercên ne mirovane de dijîn, xizmeta tenduristî jî nabînin û pêrgî danûstandineke xerab ji aliyê polîsan ve tên. Li gorî mercên Yekîtiya Ewropayê, pêkan e ku penaber heya salek û nîvê jî girtî bimîne.

Azadî (21) di Tebaxa sala borî de ji Rojavayê Kurdistanê gihîştibû Yewnanê. Lavakirinên bavê wî û mirina hevalekî wî hîştin ku ev ji Sûriyê derkeve. Bêyî ku bikaribe serî li mafê penaberiyê bide, ew ji ber pasporteke sexte hate destgîrkirin û piştî du mehan ji mabûna wî li qereqolan, ew birin navenda hewandina penaberan li Cornito. Ev bûn du meh ku Azadî ji wê navendê serbest bûye, ew dibêje ku mercên jiyanê di wê navendê de gellekî xerabtir in ji mercên jiyanê li zindanên Sûriyê. Tiştê ku hatibû serê Azadî di vê navendê de, ji aliyê rêxistina Amnesty International ve hatibû dokumentekirin. Carekê Azadî dîmen tomar dikirin ku çawa polîs penaberan diçewisînin. Dema polîsek wî dibîne, yekser polîs li dora wî kom dibin, milê wî badidin, hustiyê wî digirin û ber bi dîwêr ve dehf dikin, heya ku nikare bihna xwe bistîne û jê pirs dikin “ji ber çi te vîdyo tomar dikir, ma tu rojnamevan î?” piştre polîs bi pehînan li sîng û rûyê wî didin. Ciwanê kurd derbarê vê ezmûna bi kul de dibêje: “Min li ber xwe neda, min xwe ji dest wan filitand û min serê xwe li dîwêr dixist. Dema min xwest ku ez xwe li eynikekê bixim, wan bi min girt û êrişa xwe rawestandin”.

Digel giliyên rêxistinên mafên mirovan, ti lêpirsîn derbarê êrişa li dijî Azadî de nehat kirin, kesên êrişkar jî ji bo du heftan ji navendê dûr ketin, lê piştre vegeriyan û ketin rikê Azadî. Mafê serdanan lê qedexe kirin û ew xistin bin fişara derûnî de. Digel ku hikûmetê biryar dabû ku hemû penaberên sûrî serbest bêne berdan, lê tenê Azadî di zindanê de mabû û jêre gotin “em te qet bernadin”. Azadî tekez dike ku wî ev hevok ji devê berpirsyarê sereke yê navendê Vassilios Stavropulos bihîstibû.

 Penaberan bêyî xizmeta tenduristî dihêlin

Di vê navendê de xizmeta tenduristî nayê pêşkêşkirin. Penaberê afganî Mihemed Hesen bo 11 mehan li wê navendê bû, digel ku wî gellek caran arîkarî ji bo nexweşiya xwe xwestibû, lê ew herdem dihat piştguhkirin. Tenê beriya mirina wî bi mehekê ew birin nexweşxaneyê, ew jî ji ber protestokirina penaberên navendê, lê êdî dereng bû, Mihemed di 27ê Tîrmeha borî de jiyana xwe ji dest dabû. Azadî jî dibêje ku wî ti derman ji bo birînên xwe yên ji ber êrişa polîsan ne standibû. Careke din jî ji ber ava xirab kevirek di gurçika wî de çêbû û piştî 15 rojên ji lavakirinê ew birin nexweşxaneyê, lê tenê mîlek (fitîl) dane wî.

Ji ber ku di navendê de gellek hewldanên xwekuştinê çêdibin, berpirsyar mecbûr man ku darên di nav kampê de bibirrin û boriyan jî jêkbiin, da ku penaber ji jor de xwe neavêjin xwarê. Azadî, ku niha serbest e û tenê dixwaze “ji vî welatê gû” derkeve û biçe Almanya yan jî Holendayê, ji bo ku dêbav û sê xuşkên xwe jî bîne wir, ew hê jî di şevan de xewnan dibîne ku ew hêj li Corinto ye.

Ji nav gemarê nan û xwarinê derdixînin

Rewşa penaberên ku li derveyê navendên hewandinê dijîn jî ne baştir e. Di vê bareyê de jî dokumenterekî bi navê “Dojeha Penaberan li Yewnanê” hatiye amade kirin û tê de behsa jiyana pirr dijwar ya penaberan li vî welatî ewropî tê kirin. Di dokumenter de kordînatora rêxistina penaberan ya Migreurop, Sara Prestianni, dibêje: “Yewnan her tişî dike, ji bo ku penaberan nerihet bike, da ku ji Yewnanê birevin, Ewropa jî bi bêdengî tiştan dişopîne û biryarên Yewnanê jî dipejirîne.” Prestianni dibêje ku wergirtina mafê penaberiyê li Yewnanê tê wateya “razana li kolanan, jiyana di nav mercên xerab de, nebûna sîstema hewandinê û xizmeta tendûristî”. Dokumenter çîrokên xemgîn yên çend penaberan vedibêje. Behzad Nasredîn yê ji Rojavayê Kurdistanê yek ji wan penaberan e. Ew ligel hevjîn û sê zarokên xwe li ser caddeyê di bin çadirekê de dijî. Behzad bi rûyekî xemgîn ji kamerayê re dibêje: “Pêşeroja zarokên me winda bûye, ew nan û xwarinê  ji nav gemarê derdixînin û ji me re tînin û em jiyana xwe pê dikin.” Ew hewl dikin ku biçin Ewropayê, lê polîs wan digire, zarokê 12 salî jî digirî. Ev zêdeyî 15 caran e ku malbat hewl dide ku ji Yewnanê derkeve, lê polîs wan digire û li wan dixin: “Dilê me bi xwîn e, dengê qîrîna zarokên me tê, ez nikarim herim wan xilas bikim. Polîs li vir dîktatorî ne, ez nikarim tiştekî bikim”.

Read Full Post »

Wêneyek ji fîlmê Bêkes, ji çepê  Zamend Taha û  Serwer Fazil

Wêneyek ji fîlmê Bêkes, ji çepê Zamend Taha û Serwer Fazil

Rûdaw / Z.A – Fîlma dirêj ya derhênerê kurd Karzan Qadir ya bi navê “Bêkes” gera xwe li ser salayên sînamayê li cîhanê didomîne. “Bêkes” di festîvala dawî ya filman a li Dubey  Xelata Gel wergirtibû û piştre di 28ê sibata bihorî de wek beşekî ji “The Picturehouse Selection” li salayên sînameyê li Sîngapûrayê hatibû nîşandan. Di 16ê adara bihorî de bibû fîlmê vekirinê ya edîsyona 27 ji Festîvala Navnetewî ya Fîlman li Freiburgê (Swîsre).

Ji 29ê nîsanê heya 16ê gulanê  jî li Foruma Navnetewî ya Sînamayê (33) li paytexta Meksîkê hate nîşandan û bi çavên erênî ji aliyê rexnekarên sînamayê hatibû nirxansin. Karzan Qadir ji malpera meksîkî Filmeweb re diyar kir ku pêvajoya çêkirina  vê fîlmê wek dermankirinek bû ji bo ew êşên hestiyarî ku di zarotiya xwe de derbas kiribûn, derbarê vê yekê Karzan dibêje “Bêkes  gellek buyerên watedar  ji jiyana min tîne ziman. Tê bîra min dema em ji Kurdistanê derketin ez û malbata xwe me dixwest em biçin Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê, lê em neghîştin armanca xwe ji ber ku pereyên temam peyda kiriba ji bo qçaxciyan. Wek sînameger fîlm behsa gellek tiştan derbarê min û her wisa li ser gelê kurd dike, ev gel jî hêjayî rûmetkirinê ye”.

Di rawestgeha xwe ya dahatû de “Bêkes” dê roja 2 hezîranê di nav çalakiya nîşandan fîlmên derhênerên “ereb”  de ya bi navê “Contemporary Arab Cinema”  li gundê Pleasantville (New Yorkê)  bê nîşandan.

Karazan bi rêya facebookê ragihand ku “Bêkes” wê li ser DVDê jî bê temaşekirin “Siba Bêkes diç ser DVD, tu nizanî çiqas em bi vê yekê dilxweş in. Tekez be ku tu DVDya xwe ya Bêkes bikrî, têde çend dîmenên çêkirî û yên li paş metiryala dîmenan heye. Tenê wê çaxê tuyê fam bikî ku çêkirina  Bêkes ne hêsan bû”.

“Bêkes” bi awakî komîk behsa jiyana trajîk ya du zarokên bêkes  Dana (Serwer Fazil) û birayê xwe  Zana (Zamend Taha) di salên nodî de li Herêma Kurdistanê. Dana û Zana di Superman de hêviyeke mezin dibînin ta ku wan ji êş û azaran xelas bike, ji bo dîtina wî  jî biriyar didin ku li ser pişta kerekî, ku nav lê dikin, “Michael Jackson” biçin Amêrîkayê lê ew di rêwîtiya xwe de pêrgî gellek astengiyan tên  ku xewna wan ji bo dîtina Sperman pûç dike.

 Hêjayî gotinê ye ku “Bêkes” di versiyona xwe ya kurt de çend xelatên navnetewî wergirtibûn yek ji wan jî Xelata Oskara Zêvîn bû.

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: