Tolik û Kerbeş li Spanyayê

Barana ku îsal di meha adarê de li herêma Don Kîxotê bariye di 100 salên berê de nebarîbû. Gelek çem vejiyan, lehî  gelek zevî di bin avê de hîştin. Spas ji vê baranê re  ev bû mehek ku em şîva tûlikê her çend rojan dixwin. Di hefteya borî de em ji xwe re çûbûn golek nêzîkî bajarê Ciudad Realê. Lêmişta (lehî) ku çêbûye gihîştibû orta bendenên … Continue reading Tolik û Kerbeş li Spanyayê

Felah Mustafa: “Kurdistanenke yekgirtî û serbixwe xewna her kurdekî ye”

Di roja 3ê nîsanê de şandeyeke ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta xurtkirina hevkariya herêmê ligel Spanyayê serdana Madrdê kir û hevdîtin ligel wezîrê derve yê Spnayayê José Manuel García-Margallo û bepirsiyarên curbecûr yên dewletê çêkirin. Şandeyea kurdî ji van berpirsiyaran pêk dihat: Felah Mistefa, berpirsê têkeliyên derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, cîgirê serokwezîrê hikûmetê Îmad Ehmed, wezîrê plansaziyê Elî Sindî, Kamran Ehmed wezîrê avadaniyê … Continue reading Felah Mustafa: “Kurdistanenke yekgirtî û serbixwe xewna her kurdekî ye”

Balyoza tirk li Madrîdê destwerdide karûbarên parlemena Baskê

Madrîd (Rûdaw) – Di 18ê sibata borî de balyoza Tirkiyeyê li Madrîdê, Ayşe Sinirlioglu, faksek ji seroka Parlemena Baskê, Bakartxo Tejeira, re şand. Sinirlioglu tê de nerazîbûna xwe ji pêşniyara grûpa baskî ya bi navê “EH Bildu” ya derbarê mafên Kurdan û şermezarkirina qetilkirina hersê çalakvanên PKKê li Parîsê nîşan dide. Sinirlioglu di nameya xwe de ji Tejeira daxwaz dike ku “hemû hêza xwe bi kar … Continue reading Balyoza tirk li Madrîdê destwerdide karûbarên parlemena Baskê

Herêma Kurdistanê beşdarî Pêşangeha Navnetewî ya Turîzmê li Spanyayê (Fitur)

Madrîd/Rûdaw – Ev cara yekemîn e ku Herêma Kurdistanê cihekî xwe li pêşangeha navdewletî ya Turîzmê li Madrîdê distîne, di pêşangeha ku bi navê Fîtûr tê naskirin îsal bêhtirî 167 dewlet û 8900 fîrme beşdarî vê çalakiyê bûn ya ku di navbera 30ê çileyê û 3ê sibatê hate lidarxistin. Beşdarbûna Herêma Kurdistanê jî bi rêya Nûntertiya Hikûmeta Herêmê li Spanyayê, Rêvebiriya Giştî ya Geştûguzariyê li Kurdistanê … Continue reading Herêma Kurdistanê beşdarî Pêşangeha Navnetewî ya Turîzmê li Spanyayê (Fitur)

“Ji bo doza kurdî ezê dîsa pêlava xwe bavêjim Erdogan”

Zinar Ala   Spanya (Rûdaw) – Xortê kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê, Hokman Cuma, yê ku di Sibata 2010ê de li Spanyayê pêlava xwe avêtibû serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan û bi sê salan zindan hatibû cezakirin, roja 2ê vê mehê ji zindana Sevilla serbest hate berdan. Rojnameya El País di versiyona xwe ya digîtal de ragihand ku dadwera dadgeha 9ê ya bajarê Sevilla, Isabel … Continue reading “Ji bo doza kurdî ezê dîsa pêlava xwe bavêjim Erdogan”

Li welêt çalakvanê siyasî, li Spanyayê kebabfiroş

Madrîd (Rûdaw) – Saîm Sever yek ji penaberên nû ye ku hatiye Spanyayê. Hem li welat, hem jî niha li Spanyayê gellek êş dîtine. Li yek ji xwaringehên fîrmeya Nemrûdê ya Kebabê, ku li navenda Madrîdê ye, me hevdu dît. Saîm bi kurdiyeke resen derd û kulên xwe bi Rûdawê re parve kirin. Saîm di sala1979ê de li bajarê Gimgimê hatiyê dinê. Di zarokatiye xwe … Continue reading Li welêt çalakvanê siyasî, li Spanyayê kebabfiroş

Rehîm Qadirî: ‘Roja hûn bibin yek ezê nunertiya we li Madrîdê bikim’

Zinar Ala Madrîd (Rûdaw) – Li Spanyayê kesên ku ji bo danasîna pirsa kurdî dixebitin dikarin li ser pêçiyên destekî bên hejmartin. Rehîm Qadirî yek ji wan kesan ku ji bo danasîna doza Kurdan li Spanyayê xebat kiriye. Ji bo em Rehîm Qadirî ji nêz ve binasin, me berê xwe da mala wî li bajarokê Fuenlabrada yê bi ser Madrîdê. Rehîmê ku ji çêkirina şîvan … Continue reading Rehîm Qadirî: ‘Roja hûn bibin yek ezê nunertiya we li Madrîdê bikim’

‘Me peykerê Hafiz Esed anî xwarê’

Zinar Ala Madrîd (Rûdaw) – Seîd Ehmed (26 salî, ji Amûdê) yek ji wan ciwanên Rojavayê Kurdistanê ye ku neçar mabûn dev ji gund û bajarên xwe berdin û bi hêviya ku jiyaneke baştir bijî, berê xwe bidin Ewropayê, ji bo ku nekevin destên hêzên ewlekariyê, ji ber beşdarbûna wan di şoreşa sûrî de. Lê piştî dibin penaber, nemaze li welatekî wek Spanyayê, êdî poşman dibin … Continue reading ‘Me peykerê Hafiz Esed anî xwarê’

“Ku ez bimirim jî ne xema wan e”

Madrîd (Rûdaw) – Îsam Ramadan (36 salî) penaberkî ji Dêrîka Hemko ye, ev bûn çar sal di rewşekî xerab de li Ewropayê dijî, Îsam  di 26ê hezîranê de xwest dawî li jiyana xwe bîne, nêzîkî  45 hebe ji eyarê giran û sivik bi hevre vexwaribûn û ji heşê xwe çûbû, hevalekî wî di navenda hewandina penaberan bi wî hesiya û xebatkarên navendê agahdar kirin û … Continue reading “Ku ez bimirim jî ne xema wan e”

Çîmen Îsmaîl: “Di nav gulan de jî hezkirin û neyartî heye”

Rûdaw / Z.A – Şêwekar Çîmen Îsmaîl sala 1966ê li Silêmaniyê hatiye dinê. Ji neh saliya xwe de wê dest bi resimandinê kiriye û di şazdeh saliya xwe de ew beşdarî yekemîn pêşangeha kolektîv bû. Digel ku wê puanên bilind ji bo xwendina tibê anjî mihendisiyê standibû jî, lê evîna wê ji şêwekariyê re hîşt ku ew biçe Baxdayê, daku li Akademiya Hunerên Bedew bixîne. … Continue reading Çîmen Îsmaîl: “Di nav gulan de jî hezkirin û neyartî heye”