Bi derfetên biçûk baxçeya zarokên Kurd bi rêve dibe

Rûdaw / Z.A – Nisrîn Emîr ji gundê Şadiya yê ser bi Efrînê ye û li Helebê ji dayîk bûye, li zanîngeha vî bajarî jî wêjeya fransî xwendiye û piştî derçûnê karê mamostetiyê kiriye. Di dawiya 2009ê de Nisrînê berê xwe dabû Almanyayê û li bajarê Bonnê niştecih bibû. Piştî şeh mehên xwendina zimanê almanî, wê xwe di kursa Mamosteyên Zimanê Kurdî de li zanîngeha … Continue reading Bi derfetên biçûk baxçeya zarokên Kurd bi rêve dibe

Manîpûlekirina zarokan li Rojavayê Kurdistanê

Z.A / Rûdaw – Peyva manîpûlekirin ku koka wê ji peyva latînî “manupulus” tê, tê wateya kiryara livandina  tiştekî bi rêya destan yan jî  bi rêya alavekî. Cureyên manîpûlekirinê gellek in lê bi nêrîna min ya herî xerab manîpûlekirina zarokan û mêjiyê wan e. Ev bû salek û nîv ku hinek derfet ji xelkê Rojavayaê Kurdistanê çêbûne ku bikaribin bîr û ramanên xwe bi awayekî eşkere … Continue reading Manîpûlekirina zarokan li Rojavayê Kurdistanê

Gerîlayê zarok Ramazan Casim jiyana xwe ji dest da (Wêne)

Îro malpera ANFê nûçeyekê weşand derbarê eşkerekirina navê sê gerîlayên HPGê ku li 16 cotmehê   jiyana xwe ji dest dan piştî êrîşeke bi ser wargehên  artêşa Tirk di navçeya Çelê ya bi ser Colemergê. Di nav ev sê gerîlayên HPGê Ramzan Casim (Kod Erdal Serêkaniyê) heye, digel ku ANF temenê vî gerîlayî eşkere nake lê ji wêneyê dixuye ku ew temen biçûk e, bawer … Continue reading Gerîlayê zarok Ramazan Casim jiyana xwe ji dest da (Wêne)

Vîdyo: Şêwekar Mîro Bakurî “Bîranînên bi Zimanê Dayîkê” li Washingtonê nîşan kir

Di bernama Lêkgihandina Kurdan ya ku rojnamevan Dexîlê Şemo di televîzyona Dengê Amerîka re (VOA)  pêkêş dike hevpeyvînek balkêş ligel şêwekar Mîro Bakurî hate çêkirin.  Bakurî jimareke tabloyên xwe di festîvaleke xortan de li Washingtonê nîşan kiribû. Mîro Bakurî ji VOAre got ku  hemû wêneyên ku çêkirine yên projeyeke bi navê “Bîranînên bi Zimanê Dayîkê”, hunermend Bakurî dibêje ku li Kurdistanê gellek pirsgirêkên zimanê Kurdî … Continue reading Vîdyo: Şêwekar Mîro Bakurî “Bîranînên bi Zimanê Dayîkê” li Washingtonê nîşan kir

Dîsa bikaranîna zarokan ji bo propogandaya siyasî

Îro Ajansa Firatê ya Nûçeyan  nûçeyek di bin sernivîsa “Kurd li Helebê nunerên xwe diyar dikin” weşand, berî her tiştî sernivîs çewt e ji ber ku di nûçeyê de û di wêneyên ligel wê hatine weşandin mirov têdigihje ku ew tenê behsa  nunerên PKKê anjî PYDê tên kirin. Baş e em herin ser mijara xwe xwe ku berê jî min  bal kişandiye li ser vê … Continue reading Dîsa bikaranîna zarokan ji bo propogandaya siyasî

Vîdyo: Ji bo “serût” Apo palê dike

Me li ser çavê zarok girtin ji bo parastina nasnameya wî Berî vê me di nivîsên xwe de cend caran  rexne li partiyên kurdî kir  ji ber bikaranîna wan ji zarokan re de di warê propogandya siyasî de, lê  ev bikaranînan xerab hîn didome. Îro jî ez pêrgî vîdyoyeke hatim ku li herêma Kurdaxê hatiye kişandin. Di vîdyo de çalakiyek xebata “bidil”  ya palê ji bo piştgiriya … Continue reading Vîdyo: Ji bo “serût” Apo palê dike

Baskî fêrî govenda kurdî dibin (Vîdyo)

Di 5ê meha 12ê de ji sala bihorî, bi boneya beşdarbûna Kurdistanê wek “welatekî” mêvan li fûara pirtûkan li Welatê Bask, ez û Siwar jî hatin vexwandin ji bo çêkirina workshopek ji bo zarokan  bi navê “Stran û goven ji Kurdistanê”. Her wiha gelek beşdarvanên kurd hebûn wek ji bakurê Kurdistanê rojnamevan Eser Uyansiz, xwediyê îmtiyaza Azadiya Welat, mamosteya zimanê kurdî Ronayi Onen û wergêr … Continue reading Baskî fêrî govenda kurdî dibin (Vîdyo)

Bikaranîna zarokan ji bo propogandaya siyasî

Wêneyek ji kampanyaya tevgera Goran di hilbijartinên dawî de / Foto: Rudaw Duh malpera Rûdaw nûçeyek bin sernivîsa  Daxwiyaniya Goran û reaksyonên wê bi dîtina pisporên rojavayî weşandibû, nêrîna yek ji van pisopran nêzîkî nêrîna ku min berî çend rojan weşandibû derbarê daxuyaniya Goranê. Rêveberê Beşa Giştî yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa yê Grûba Krîza Navnetewî (International Crisis Group) Yûsif Hîlterman rexne li bersiva dijwar … Continue reading Bikaranîna zarokan ji bo propogandaya siyasî