Vîdyo: Fîlma “Dagirkeriya Tirk” li Efrînê

1) Ji fîlma “#DagirkeriyaTirk“, dokumentarek derbarê dagirkeriya #Tirkiyê ji Efrînê re û reva xelkê ji #ÇiyayêKurmênc. (Adara 2018an) #Pirs: Tu pêşeroja #Efrînê çawa dibînî û jiyana te wê çawa be li vir? #Bersiva zilamekî kurd: Bi xwedê pêşeroj nenas e…, ev xelk hemû li vir dorpêçbûye. #Dewletê derî jî di pêşiya me de girtin, dewlet em bi tenê hîştin…, mala min li #Helebê heye, ez li vir çi dikim? Qet nebe heta çareyekê … Continue reading Vîdyo: Fîlma “Dagirkeriya Tirk” li Efrînê

Kurmanciya Ermenistanê

Originally posted on Têngîz Siyabendî:
Têngîz Siyabendî NASANDINA DEVOKÊ Û DEVERÊ BI KURTÎ Êzdiyên ku niha li Ermenistanê de dijîn hema mirov dikare bêje ji sedî sed ziryeta êzdiyên Serhedê ne. Ji sedema bûyerên sedsala 19-an û 20-an bi taybetî ji sedema şerê Osmanî-Rûsan (1877-1878), Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) û herwiha ji sedema komkujiya ermeniyan (1915) jî ku di gel wan gelek… Continue reading Kurmanciya Ermenistanê

Agahî û vîdyo derbarê krîsa Coronayê

Ez li vir çend agahiyan ku min di weşanên xwe yên zindî derbarê belavbûna vîrûsê li gelek welatên ewropî belavkiribû dinivisînin: Rawêjkara Almanya xanim Angela Merkel û serokwezîrên eyaletên Almanyayê li hev kirin ku Rewşa Awarte ranegihînin, ji bilî wê biryara “Qedexekirina Têkildariyê” dan. Ji bo rê li belavbûna vîrusa Corona yan jî Convid 19 bigrin, yan jî hêdî hêdî bikin êdî ji îro ve … Continue reading Agahî û vîdyo derbarê krîsa Coronayê

LI SER KURD(Î)BÛNA KURDÊN ZIMANXERÎB

Originally posted on Xebroşkbêj:
Di van salên dawî de di gelek platforman de gelek kes li ser kurdên ku berhemên xwe bi tirkî/erebî nivîsandine peyivîn û nîqaş hatin kirin: ew kurd in lê berhemên wan ji ber ku ne kurdî ne, nabin endamên wêjeya/hunera kurdî. Yaşar Kemal ê tirkînivîs an jî Selîm Beraket ê erebînivîs malê kurdan e yan na? Em vê pirsê… Continue reading LI SER KURD(Î)BÛNA KURDÊN ZIMANXERÎB

Mîkaîl Aslan: Payîzê Zerya Mi / Payîza Dilê Min

  Dema min ev stran cara pêşî guhdar kir hema hêstir li ser henarên rûyê min xwe şimitandin. Rondik jî ne carek tenê herikîn. Helbet melodiya stranê xemgîn e, lê stran ez vegerandim salên zarokatiyê jî, digel ku die malê de em kurmancî diaxivîn lê me stranên zazakî/kirmanckî jî guhdar dikir. Dema me stranek nekurmancî ji kasêtek an jî televîzyonê guhdar dikir, bavê min hema … Continue reading Mîkaîl Aslan: Payîzê Zerya Mi / Payîza Dilê Min

Strana Grûpa Abdal ji bo bîranîna komkujiya Roboskî

  Roboskî Ez im ez dayê tu megrî! Kurê te yê dest bi hinne ye Ne li berfa sipî bozê hêvî Ne li çiyayên rê … reş e Oy Berxê min bê mirad Oy Berxê min dil şewat Berfa berfînan dihele Roboskî ka bêje kî hat Ez im ez apo tu megrî Birazî her bi te re ye Tu wekî bîhna bavo yî Dil û … Continue reading Strana Grûpa Abdal ji bo bîranîna komkujiya Roboskî

Fîlma “Klamek ji bo Beko”

  Klamek ji bo Beko yek ji fîlmên herî pêşîn ên kurdî ye. Mijara fîlmê li ser rêwîtiya dirêj ya lehengê fîlmê, Beko ye. Beko li birayê xwe yê ku nexwest xizmeta leşkerî bike û ji gund reviyabû digere. Lehengê fîlmê berê xwe dide Rojava û ji wir diçe sînorên navbera bakur û başûrê Kurdistanê. Beko li wir rewşa kurdên başûr ji nêz ve dişopîne, … Continue reading Fîlma “Klamek ji bo Beko”

“Comandante Arian” fîlmekî derbarê têkoşîna jineke efrînî ji bo azadiyê

Arian Efrîn fermandareke YPJê ye, ji Çiyayê Kurmênc e û li Efrînê mezin bûye, di ciwaniya xwe tevlî refên gerîlayên kurd bû ye. Ji ber çi? Ji ber ku di 12/13 saliya xwe de Aryan bû bînera (şahida) kuştineke hovane di derheqê keçeke kurd rûdabû. Keçike 12 salî ji aliyê çend mêran ve hate binzorkrin (îxtîsab), ji ber vê kiriyarê keçek bû dûcanî. Merivên keçikê … Continue reading “Comandante Arian” fîlmekî derbarê têkoşîna jineke efrînî ji bo azadiyê