“Comandante Arian” fîlmekî derbarê têkoşîna jineke efrînî ji bo azadiyê

Arian Efrîn fermandareke YPJê ye, ji Çiyayê Kurmênc e û li Efrînê mezin bûye, di ciwaniya xwe tevlî refên gerîlayên kurd bû ye. Ji ber çi? Ji ber ku di 12/13 saliya xwe de Arian bû bînera (şahida) kuştineke hovane di derheqê keçeke kurd rûdabû. Keçike 12 salî ji aliyê çend mêran ve hate binzorkrin (îxtîsab), ji ber vê kiriyarê keçek bû dûcanî. Merivên keçikê … Continue reading “Comandante Arian” fîlmekî derbarê têkoşîna jineke efrînî ji bo azadiyê

Ji bilî çiyan pir in hevalên kurdan

  Pêr min berê xwe dabû bajarê Kolnê ji bo ez guhdarî profesor Thomas Schmidinger bikim derbarê pêşkêşkirina pirtûka wî derbarê Efrînê  “Kampf um den Berg der Kurden” (Şerê li ser Çiyayê Kurmênc). Çalakî di qehwexaneya Café zum Ludolph  de hate lidarxistin. Nêzîkî 40 kes amade bûn, 8 ji wan kurd bûn, 3 ji Efrînê, yên din jî ji Kobanê û Dêrsimê bûn. Digel ku dibêjin … Continue reading Ji bilî çiyan pir in hevalên kurdan

Stran: Ez bernadim ez bernadim Efrîna xwe ez bernadim

  Çiyayê Kurmênc çiyayê me bû, gul û nêrgiz têde hebûn Li Efrînê li Çiyayê Kurmênc xwîna kurdan li erdê hebû Ez bernadim ez bernadim Efrîna xwe ez bernadim Can û rihê xwe fîdakim, hêsirên xwînê ez li xwe nadim Keç û xortên me tev kuştin, zarokên me sêwî hîştin Em bûn koçer em bûn hêsîr, li xerîbî sêwî hîştin Ez bernadim ez bernadim Efrîna … Continue reading Stran: Ez bernadim ez bernadim Efrîna xwe ez bernadim

Efrîn herdem Efrîn dimîne

  Efrîn herdem Efrîn dimîne Dewran deshilatek dibe û yek din tîne Gotina dilê me îro dişewite û bi xwîn e Ji xelk û penaberên Efrînê re tiştekî nîne Li şûna bîst cixareyan dehan bikşîne Û ji zarokan re bihaya nanek û pênûsekî bişîne Bi çi awayî be Efrînê bi tenê nehêlîne Pir guneh e di destê radîkalan de bimîne Nebêjin tiştek ji destê me … Continue reading Efrîn herdem Efrîn dimîne

Digel wêrankirinê ti hêz nikara rê li hatina buhara Efrînê bigre

Bombeyên dagirkeran dikarin gelek  zinarên mezin yên çiyayên Efrînê hûr bikin lê hemû bombeyên wan nikarin Hawara hemdemî bînin xwarê. Dagirker dikare bi sedan, hezaran darên zeytûnê hilbikin, lê berî karibin 13 mîlyon darên zeytûnê ji holê rakin, divê karibin hemû xelkê Çiyayê Kurmênc tune bikin.   Dagirker ti carî nikarin rê li hatina buhara Efrînê ya xweş bigrin û ti carî nikarin rê li … Continue reading Digel wêrankirinê ti hêz nikara rê li hatina buhara Efrînê bigre

Gotina “bav û kalan” serê me xwariye

Berî 5 mehan ez beşdarî konferanseke jinên êzdî li Almanyayê bûm, medyakarek navdar di axaftina xwe de behsa têgeha “bav û kalan” kiribû, min rexna li wê kir, ji ber ku bi rêya bikaranîna vê gotinê ew keda jina kurd di civaka kurdî de paşguh dike. Rexneya min rastî kêfxweiya beşdarên konferansê hatibû, rojnemavan jî ew rexne li xwe girt. Mixabin ta niha min ti … Continue reading Gotina “bav û kalan” serê me xwariye