Feeds:
Posts
Comments

Posts Tagged ‘Hussein Habasch’

Sazkirina afîşê: hunermend Hesen Berzencî

         Sazkirina afîşê: hunermend Hesen Berzencî

“Me rojeke xweş li bajarê Essenê derbas kir”, bi van gotinan nivîskar Helîm Yûsiv derbarê çalakiyê radighîne û van agahiyan dide:

“Roj: Yekşem 18.09.2016 / Demjimêr: 14:45 heta 17:00, yê ku roj birêvebir: Hozan Enez bû,

Yên ku helbest xwendin:
Ibrahîm Hisso – Selwa Hesen – Husên Hebeş – Hesen Îrandost

Yên ku çîrok gotin:
Fewaz Ebdî – Lukman Silêman – Helîm Yûsiv

Yên ku stiran gotin:
Mistefa Dadar – Imad Kakilo – Zubêr Salih

Ji bilî wê, imzekirina pirtûkan û hevdîtina bi dost û heval û hezkiriyên wêje û hunera kurdî re bû”.

Çend têbîniyên min derbarê vê çalakiyê:

  • Çalakî 45 xulekan dereng bû, ev jî bû sedema aciziya hin kesan, ji ber wê  şîreta min ji bo kesên ku dixwazin herin çalakiyên kurdî pirtûkek an jî rojnamyek bi xwe re bînin ta ku wextê xwe di bendemayîna despêkirina çalakiyê de wenda nekin.
  • Li paş masyea xwendinê du afîşên biçûk li ser dîwêr hatibû danîn, bawer dikim ne zor bû ku afîşeke mezin bihata çêkirin  an jî hevokeke li ser kertonekê  bihata nivîsadin û li pêşiya masê hatiba danîn ji bo dansîna çalakiyê.
  • Birêvebir Hozan Enez pêşkêşkirina piraniya beşdaran bi zimanê erebî dikir, min ji xwe pirs kir: Ji bo kê û ji bo çi ew bi erebî pêşkêş dike?, min got belkî mêvanên ereb hebin, lê bi texmîna min ew kurtejiyana beşdarên çalakiyê çawa jê re hatibû xwend, gelekan jî kurtejiyana xwe bi zimanê erebî amade kiribûn.
  • Ez pir kêfxweş bûm ku  helbestvaneke jin di vê çalakiyê de cih girtibû, lê xwezî bêhtir bana, mixabin di nav kesên amade de jî tenê sê jin hebûn, ev jî nîşanek ji nîşanên netewên paşdemayî ye.
  • Helbestvan Selwe Hesen, dema dixwest helbetsek zêde bêje li Helîm Yûsiv nihêrî û  rêdan jê xwest ji bo xwendina helbesteke din ta ku ji demê çalakiyê pir wextê nestîne, digel ku Helîm bi barê organîzekirin vê çalakiyê rabibû lê helbestvan diviyabû ji birêvebirê çalakiyê bipirsiya eger ew dikare helbestek zêde bixwîne.

Baş e, ez tevlî Helîm Yûsiv dibim ku çalakî rojek xweş bû, di nêrîna min de jî beşê herî xweş dema du hunermend ji Rojhilat û Rojava bi hev re, bi awakî spontan, perçeyeke mûzîkî pêşkêşkirin, strana ku bi dengê hunermend Mustafa Dadar û buziqa hunermend  Zubêr Salih hatibû pêşkêşkirin çavên gelek kesên amade, ji ber melodî û navaroka wê ya trajîk, şil kiribû.

Pir mixabin medya kurdî di vê çalakiyê de amade nebû, wê bîranînek û arşîvek xweş bimaba ji bo nifşên nû yên ku dixwazin bêtir derbarê berhemên helbestvan, çîroknas û hunermendên kurd bizanibin.

Advertisements

Read Full Post »

Helbestvan Hussein Habasch li Nikaragua

Foto: Helbestvan Husên Hebeş di festîvala Helbestan de li Nikaragua

Kêra xwe di dilê min de biçîne
Siya min binav bike
Wêneyên min biçirîne
Û ronahiya rodanka min vemirîne.

Destên xemgîn û neynûkên dirêj
Kûr.. kûr dikarin birîn bikin û birînan vekin.

Zikê xewnekirî
Birçî…
Diranên tûj peyda dike!

Hejmara min hindik bike
Pir dibim.
Gora min teng bike
Şax didim.
Zimanê min ji kokê de hilke
Ez tev dibim ziman.

Xewnên min biherifîne
Xwaziyên min sirgûn bike
Hêviyên min bi darveke.
Roj kal dibin
Şev keseran dikşînin,
Jiyan piştxwar dibe…
Lê kela evînê di dilê min de
Tucarî naweste û namire.

Bêhna kuştinê ji te tê
Were
Movikên min bişikîne
Lê bila tu bizanibî
Movikên maran di pişta min de ne.
Dasa xwe vemale
Damarên min binzemîn in.

Ev heft roj in
Heyşt şev in
Bê ling im
Difirim
Difirim
Ne ezman bi dawî tê
Û ne jî firandina min têk diçe.

Were
Ez taziyê Xweda me li ser rûyê erdê
Ez natirsim,
Naşikim,
Lal nabim,
Û..
Zû bi zû xasê spî bilind nakim
Û li laşê xwe nagerînim.

Hevpeyvîna Helîm Yûsif bi Husên Hebeş re

Read Full Post »

Husên Hebeş li Granada / Nikaragua

Zinar Ala: Kek Husên tu sala bihorî beşdarî festîvala navnetwî ya helbestê li Medellin (Kolombiya) bûyî, îsal jî ji 14 heya roja 21ê sibatê tu beşdarî festîvala navnetewî ya helbestê li bajarê Granada (Nikaragua) bûyî. Ji kerema xwe tu dikarî hinekî behsa vê beşdarbûna dawî bikî?

Husên Hebeş: Piştî demeke dirêj ji firandinê, ji balefirgehekê ta yeke din ez û helbestvanê îraqî Fadhil Al-Azzawî li balafirgeha Managua (paytexta Nikaragua) peya bûn (em li balefirgeha Amsterdamê rastî hevdu hatibûn). Me bi erebeya dostekî ko li wir dimîne berê xwe da Granada, bajarê ko festîval lê lidardikeve.

Roja 15ê mehê roja vekirina pirtûkxaneyan bû, piştî vekirina pirtûkxaneyan gerek biçûk ji helbestvanan re li nav bajêr çêkirin, derengî rojê çend helbesvanan helbestên xwe xwendin.

Roja 16ê mehê roja fermî ya vekirina festîvalê bû, bi hezaran mirov ji bo guhdarkirina helbestê li meydana mezin ya bajêr civiyan, nêzîkî bîst helbestvan têde beşdar bûn û helbestên xwe xwendin, di nav wan helbestvanan de helbestvanê navdar Arnesto Cardinal (Nikaragua) hebû, Amiri Baraka (Ji DYAyê), Gaston Saint Fleur (Hayitî), Satoko Tamura (Japon), Alessio Brandolini (Îtalya), Sigurdur Palsson (Îslanda) û pir navên din yên girîng hebûn, min jî bi wan re xwend, bi ratstî helbestên di wê şevê de hatibûn xwendin pir bi nirx bûn û reaksiyoneke mezin û bilind di nav guhdaran de çêkirin, piştî dawîbûna xwendina helbestê… mûzîk, stran, sema û pêşkêşkirina filiklorê destpêkir û ta nîvê şevê berdewam kir. Rojekê jî karnavalek mezin ji bo helbestê lidarxistin, karnaval li nav bêjêr geriya û helbestvanan helbestên xwe li rê û kolanan xwendin.

Ligel Helbestvanê navdar Arnesto Cardinal

Roja 19ê mehê du xwendinên min hebûn, yek jê li bajarê Niquinohomo ew bajarê ku şoreşvanê Nikaraguayî yê navdar Augusto César Sandino lê hatiye dinyê û di mala wî de min helbesta xwe ya bi navê “Kêra xwe di dilê min de biçîne” xwend, min dixwend û li peykerê Sandino dinêrî peyker bi heyecan dibû û bi dilgermî guhdarî helbestê dikir. Xwendina duyem, min û çend helbesvanên din li ba polîsan xwend, nêzîkî 150î polîs û fermendarên polîsan amede bûbûn û guhdarî helbestê kirin, li dawiyê hemû tişt bi coşek mezin û reaksiyoneke bilind bi dawî hat.

Husên Hebesş ligel hebestvanê Amêrîkî Amîrî Baraka

Zinar Ala: Li gorî me dîtibû di vîdyoya xwendina helbestê di roja dawî  de ji festîvala Medellín helbesta te  ya ku te bi Erebî xwendibû “Ne xema min e li ku an jî çawa dimrim” bi çoşeke mezin hatibû pêşwazîkirin, tiştekî ecayîb bû hejmara xelkê  a ku li te guhdarî dikir û çawa bi çepikan kêfxweşiya xwe nişan dikirin. Rojnamevana Kolombî Catalina Trujillo bawer dikir ku te bi Kurdî helbesta xwe dixwend. Catalina di bloga xwe de nivîsandibû ku dema Husên dest bi xwendina helbestê kiribû harmoniyeke taybet di wî cihî de belav bû, te di her peyvekî xwe de gelek aramî diweşand, tevî ku kesekî bi Kurdî nedizanî jî lê guhdarkirina wan tiştekî ecayîb bû, piştî xwendina wergerandina helbestê ez têgihiştim ji bo çi peyvên wê digihştin kûraniyê.

Husên Hebeş: Bi rastî ev helbest bi nêrîna pir kesan gelek kûr û hestedar e. Dema min nivîsandibû ez di depressioneke mezin û bê dawî de bûm, di rewşek ne durust de bûm, min hemû tişt di riya mirinê re didît, tenê tarî li pêş çavên min bû û pirsa mirinê di serê min de weke bahozekê digeriya, bi taybet ew mirina ku bi hemû rengan tê û dikeve qirika mirovên bi hest, mirovên tenik wek helbestvanan, û dipirsîyam ku:

Çawa Sylvia Plath yê bi bêhna gazê xwe bikuje?

Çawa Sergon Bolos yê li welatê xerîbiyê di nexweşxanekê de li Berlîn bi tenê bimire?

Çewa Dilşad Mirewanî yê di rojbûna xwe bi destên neyaran bidarkeve?

Çawa Attila József yê xwe bavêje ber tirênê û dawî bi jiyana xwe bînê?

Çawa Federico García Lorca bi destên hovanan di şeveke tarî û reş de bê kuştin?

Çawa Sokrates bi vexwerina cehrê yê bê dade kirin?

Çawa û çawa û çawa… ez ê bimirim? Ne xem e ew mirina çawa be û li kuderê be û di çi demê û warî de be, bersiv, ne xem e. Her wiha jî ne xeme eger herdu zarokên min bi kêf bin, bi aramî razin, xwarin û vexwarin ji wan ne kêm be û bi şahî bi pêlîstokên xwe bileyzin û ji hevdu jî pir hez bikin. Jiber vê yekê jî ev helbest rasterast li dilên mirovan dixîne û hestan dilerizînê. Gava min li Medllin xwend bi rastî ez jî matmayî mam, bi hezaran mirov rabûn ser xwe û bi heyecaneke mezin li çepikan xistin, her wiha helbesvan jî bi heyecan bûn, rabûn ser xwe û ez pîroz kirim. Hêjayî gotinê ye ko parçeyek ji vê helbestê ji aliyê muzîkvanekî Kolombî ve bû stran.

Ligel Helbestvanê Fransî Michael Gluk

Zinar Ala: Helbesteke te bi navê “Kêra xwe di dilê min de biçîne” heye, li gorî kesên ku bi Spanî xwendine gotin: Helbest pir xweş û bi êş e. Rojnamevanek Spanî got: Gava min ev helbest xwend, hindik mabû ku ez hêsirên xwe bibarînim. Gelo ji bo çi ev hevoka tund “Kêra xwe di dilê min de biçîne”?

Husên Hebeş: Hevok ne tunde, lê cîhan tunde, her tişt li derdora me tunde. Binêr çewa mirin li herderê dibare, çewa kuştina mirovan ewqas hêsan bûye, çewa belengazî, birçîbûn, bêxwedî, şer, ceng û neyartî… di jiyanê de bi hêz şaxdide. Eger tu carekê bixwazî bi hêviyê biramî divê tu bi serê derziyê ciyakî bikulî, di dawiya dawiyê de yan tu wê hêviyê bibînî yan jî nebînî. Dawiya helbesta ku ev hevok tê de derbas dibe wê bizavê dike, ku wê hêviya wenda bibîne!

Husên Hebeş ligel helbestvan û şanonivîsa Hindî  Mamta Sagar

Zinar Ala: Digel ku kurtejiyana te ya ku di malpera festîvala navnetwî ya helbestê li Medellin eşkere dibêje ku tu heya bi kûraniya hestan kurd î, peyva Kurd sê caran di kurtejiuyana te de derbas dibe, lê tu helbestên xwe bi erebî dixwînî, yek ji xwendvanên AVESTA te wek balyozê dewleta Suriyê dibîne. Helbestên te yên bi Kurdî di gelek malperan de hatin weşandin. Ji bo çi tu helbestên xwe bi zimanê Kurdî naxwînî?

Husên Hebeş: Bi rastî ev pirseke pir bi nirx û girîng e. Binêre kek Zinar bila herkes bizanibe ku ne mumkune ez bi navê tukesî ji bilî navê Kurdan beşdarî festîval û çalakiyan bibim, ev rastiyeke divê -bê guman- herkes pê bizanibe û bawer be.

Kurdiyatî ne tenê weke te di pirsê de diyar kirî di kûraniya hestên min de ye, na ne tenê wisa ye, kurdiyatî hest, dil, giyan, xwîn û hestiyên min bi xwe ne. Kurdiyatî ne kirase ku tu lixwekî û ji xwe bêxînî û ne jî diyariyeke yek bide te û ji te bistîne, kurdiyatî hebûna min e, me ye.

Ji bo çi ez helbestên xwe bi zimanê Kurdî naxwînim?

Bersiv ev e: Pirs bi xwe ta radeyekê ne raste û divê ez çend tiştan ronî bikim. Min di xwendina xwe ya destpêkê li Medllin helbesteke bi Kurdî bi navê “Bila çiya bibeyivin” xwend, lê ji ber ku wergera wê bi zimanê Spanî tune bû tu reaksiyon çênekir, guhdar li benda wergerê sekinîn lê ew werger tunebû, min di cih de lêborîn ji wan xwest û got wek ku hûn dizanin û wek di kurtejiyana min de diyar bûye ez helbestên xwe bi kurdî û bi erebî dinivîsim û dixwînim, min xwest tenê hûn muzîka ziman û helbesta kurdî bibhîsin, û di piştre min helbestên xwe yên erebî yên wergerîne Spanî xwendin.

Li Nicaragua yê jî li bajarê Niquinohomo bajarê şoreşvanê navdar Augusto César Sandino û di mala wî de (ew mal niha kirine pirtûkxane) min tenê helbesta xwe ya bi navê “Kêra xwe di dilê min de biçîne” xwend. Wek tu dizanî ew helbest bi Kurdî ye û te jî bi xwe ew wegerandî* zimanê Spanî. Pirsgirêka nivîskar û helbestvanên kurd ev e:

Ti kes tune ye ku nivîs û helbestên wan wergerînin zimanên cîhanî û her wiha dezgeh jî tune ne û welat jî tune ye…

Ka ji min re bibêje tu yî çawa bi helbesteke kurdî ne wergerandî bo zimanên din beşdarî festîvalan bibî?

Ka bibêje çend wergervanên me yên ji bo wergerandina çand û wêjeyê bo zimanê Spanî, Ingilîzî, Almanî, Fransî… hene?

Ez bawer dikim ev pirsgirêka mezin ya me hemû nivîskar û helbestvanan ne! Hema hema ez dikarim bibêjim ev pirsgirêkeke bê çare ye!!! .

Li aliyê din ez dikarim bi hêsanî wergervanan ji helbestên xwe yên bi zimanê erebî re bibînim. Ji ber vê yekê jî ez bi erebî dixwînim. Helbestên min bi kurdî bi dehan di malper û kovarên kurdî de hene û nêzîka sê pirtûkên min jî ji bo çapê amede ne, lê ti kes naxwaze çap bike!!.

Min pirtûkek ji weşanxaneya Avesta re şand, piştî çend mehan edîtorê wê A. Keskîn persiv da û got em helbestan niha çap nakin!!, tevî ne wisa ye!! Ez rabûn min ew şand ji Semakurd re, piştî demek dirêj bersiv dan û gotin programa me îsal tijî ye û em nikarin çap bikin!. Min şand ji weşanxaneya Pêrî re di cih de kekê Ehmed Önel persiv da û got: Spas dosya te giha me û wisa berdewam kir: Xebat xweş, kar xweş û serkeftin. Min got aniha pirtûka min çap bû, lê kekê Ehmed heft mehan li ser raza, min emailek jê re şand lê ciwanmêr di xwe re nedît ko bersiva min jî bide!!!

Ka ez çibikim? Ez nizanim!!! Li hember vê tiştî jî, helbestên min yên bi Erebî pir baş tên nirixandin, her wiha yên wergerîne Spanî, Ingilîzî û Farisî jî wisa ne, ev rastiyeke tehl e lê divê ez bibêjim.

* Helbesta Husên “Kêra xwe di dilê min de biçîne” bi alîkariya Isabel Martinez hatibû wergerandin.

GALERÍ (22 wêne)


Read Full Post »

Husên Hebeş li festîvala Navnetewî ya Helbestê  (Kolombiya - Medellín)

Husên Hebeş li festîvala Navnetewî ya Helbestê (Kolombiya - Medellín)

Hisên Hebeş, helbestvanekî Kurd e, ji rojavayê Kurdistanê ye. Sala 1970 î li gundê Şiyê, herêma Efrînê ji dayik bûye. Ev çend salin ku li Almanyayê dijî.

Hetan niha çar pirtûkên wî yên helbestan bi erebî derketine, herwiha gelek helbestên wî yên bi zimanî Kurdî hatine weşandin. Hinek ji helbestên wî wergerîne zimanê Farisî, Spanî, Almanî û Îngilîzî.

Di destpêka Tîrmeha 2009 an de beşdarî festîvala helbestê ya navneteweyî li Colombyayê bû. Li ser beşdarbûna xwe ya vê çalakiya navneteweyî axivî:

1- Yekem car e ku helbestvanekî Kurd beşdarî festîvaleke helbestan ya navneteweyî dibe. Tu dikarî hinekî bahsa vê festîvalê bikî û ya îsal kengî çêbû?

Bi rastî, ez nizanim ku ev cara yekem e ku helbestvanekî Kurd beşdarî festîvaleke helbestan ya navneteweyî dibe yan na, lê ya ku ez pê dizanim

Ev e ku, cara yekem e piştî 19 salan ji damezirandina festîvala helbestan ya navnetewî li bajarê Medellin li Colombiyayê Festival Internacional de Poesía de Medellín (Colombia) helebestvanekî Kurd beşdar bibe. Ev festîval her sal di meha 7an de destpêdike û 10 rojan berdewam dike. Helbestvan ji hemû aliyên cîhanê tê de beşdar dibin, îsal jî nêzîka 70 helbestvanî beşdar bûn.

Bi rastî, ez mat mam gava min dît ku bi hezaran guhdar û hezkiriyên helbestê tên  bi evînî û dilsozî guhdarî helbestê dikin, weke mînak, roja dawiya festîvalê nêzîkî deh hezar kes beşdarbûn, ew ji bo min û ji bo hemû helbesvanên din tiştekî pir nû û pir ecêb bû!

Bê guman, helbestvan li wir weke stêrkên futbolê, muzîkê û sînemayê bûn.

Hêjayî gotinêye, ev festîval ji berî 19 salan de, ji aliyê du helbesvanên Colombî ve hatiye damezirandin, yek ji wan bi navê Fernando Rendon (ew serok e) û yê din bi navê Gabriel Jaime Franco ye ew jî cîgirê serok e.

2- Tu bi erebî û bi kurdî dinîvisînî. Te li wir bi çi zimanî xwend û beşdarbûna te çawa bû?

Li roja destpêkê min hinekî bi kurdî xwend, lê mixabin guhdar li benda wergera ji zimanê kurdî bo zimanê Spanî sekinîn, lê werger tune bû. Min lêborîn ji wan xwest û got: Ez bi zimanê kurdî û erebî dinîvisînim, min xwest hûn tenê hinekî guhdarî muzîka ziman û helbesta kurdî bikin, lê li min biborin, wergerandina helbestên min yê bi kurdî  bo Spanî tune ye.

Ji beriya ku ez biçim festîvalê bi mehan li yekî/ yekê geriyam da ku çend helbestên min yên bi kurdî wergerînin Spanî, mixabin min tukes nedît. Yek ji mercên festîvalê ev bû: Divê her helbestvanek 15 helbestên xwe wergerîne Spanî û ji wan re bişîne, min wergêr ji helbestên xwe yên bi erebî re dît, lê dîsa mixabin min ji bo helbestên xwe yên bi kurdî tukes nedît.

Beşdarbûna min gelek baş û serkeftî bû.

3- Ji Colombyayê û di nav bi dehên helbestvanên ji welat û zimanên cuda de, rewşa Kurdan û wêjeya wan çawa xuyanî dikir?

Bi rastî, bi dilêşî jî ez ê bibêjim rewşa wêjeya kurdî gelekî qels xuyadikir. Kurd di kultur û wêjeya cîhanê de hema hema tune ne.

Yekcaran helbestvan li salona hotêlê rûdiniştin û li ser pir tiştan diaxifîn,

Yekcaran dihatin ser pirsa kurdî, wêjeya kurdî, pirsên wek: Kurd çend milyon in? Li kuderê dijîn? Çima ta niha bê welat in…? Wan tiştên wisa dipirsîn, min ji wan re hinek tişt ronî dikir.

Hinek helbesvanan baş li ser Kurdan dizanîn, lê piraniya wan jî tiştekî kurdan nedizanîn.

4- Çima festîval, konfirans, civat û mihrecanên wêjeyê li cîhanê gazî wêjevanên Kurd nakin?

Ji ber ku kurd ne aktîv in, ev yek ji sedemên mezin in. Ka têkiliyên kurdan bi saziyên kulturî yên bi hêz û çalak li cîhanê re …ka?

Ka me çend pirtûk ji kurdî wergerandine zimanên din û ji zimanên din wegerandine kurdî? Ka komele, sazî û Institutên kurdan, ka çi dikin? Ka helbestvan, çîroknivîs, romannivîs, ramannivîs, ronakbîr, wêjevanên kurdan çi dikin, li kuderêne?…

Çawa cîhan yê gazî me bike û em di kûraniya xewê de ne?

Ev aliyek, li aliyê din jî Kurd bê welat in, bindest in, bê dezgehên xurt in ku hêzeke mezin bidin rewşenbîr û ronakbîrên xwe û wan derbasî wêje û kultura cîhanî bikin…

5- Te bi beshdarbûna xwe çi baweriyên nû ji wir bi xwe re hilgirtin. Ji bo zimanê kurdî jî cihê xwe di nav çalakiyên wêjeyî de li cîhanê bigre, çi tê xwestin?

Piştî ez vegeriyam û Piştî min ew hêza hezkirinê ji helbestê re li wir dît, baweriya min bêtir bi kar û barê min hat û xurtbûneke mezin di giyanê min de hate çandin. Baweriya min bêtir bi xweşikbûn, dînbûn, bedewî û kûraniya helbestê hat. Baweriya min bihêztir bû ku, helbest ne tenê xewna çend kesan e, lê ya bi hezarane. Baweriya min xurtir bû ku, wêje, helbest dikare roleke pir baş û mezin di jiyana mirovan de bilîze…

Ji bo zimanê kurdî cihê xwe di nav çalakiyên wêjeyî de li cîhanê bigre, karekî taybet tê xwestin. Wergerandina wêjeyê tê xwestin, tikiliyên rast û xurt bi her derê re xebateke mezin tê xwestin…

Bi kurtayî, liv û vîn û gavên bi taybet gerek in, pir gerek in.

6- Piştî vê serpêhatiyê, ji derdorên ku bi wêjeya kurdî re mijûl in, tu çi dixwazî bibêjî?

Dixwazim bibêjim ku bê wêje, bê kultur, bê rewşenbîriyeke bi hêz û xurt, kurd yê di mejiyê kultura cîhanî de winda û mirî bimînin û tucarî jî ê pêş ve neçin û di aliyê kulturî de yê bi sernekevin…

Jêder: Rojeva.net

Read Full Post »

%d bloggers like this: