“Comandante Arian” fîlmekî derbarê têkoşîna jineke efrînî ji bo azadiyê

Arian Efrîn fermandareke YPJê ye, ji Çiyayê Kurmênc e û li Efrînê mezin bûye, di ciwaniya xwe tevlî refên gerîlayên kurd bû ye. Ji ber çi? Ji ber ku di 12/13 saliya xwe de Arian bû bînera (şahida) kuştineke hovane di derheqê keçeke kurd rûdabû. Keçike 12 salî ji aliyê çend mêran ve hate binzorkrin (îxtîsab), ji ber vê kiriyarê keçek bû dûcanî. Merivên keçikê … Continue reading “Comandante Arian” fîlmekî derbarê têkoşîna jineke efrînî ji bo azadiyê

Vîdyo: Derhêner Azad Kanjo waneyeke kurdî dide zarokên Kobanê

Derhênerê kurd-katalan Azad Kanjo Navero yê ku,  berî nêzîkbûna îslamiyên radîkal ji bajarê Kobanê bi çend rojan, ligel bavê xwe derbasî herêma Kobanê bû ji bo şopandina dagirikina DAÎŞê ji gundên Kobanê re. Her wisa Azad û bavê xwe arîkariya penaberên ku tî û birçû li sînorên Tirkiyê mabûn. Dokumentara Azad derbarî koçberbûa xelkê Kobanê di medya katalanî de deng vedabû, Azad ji gelek alavên ragihandinê li Spanya … Continue reading Vîdyo: Derhêner Azad Kanjo waneyeke kurdî dide zarokên Kobanê

Xweseriya “Demokratîk” li Rojava

Roja we bi xêr xwendevanên vî zimanî şîrîn: Niha ez wek di weşanên berê de bêjim “Bê Şîrove”, belkî hinekan tênegihin ji ber çi ez naxwazim nivîsek derbarê  wêneyek, vîdyoyek an jî hevokekê biweşînim. Sedema vê yekê jî dubarekirina nivîsên ku min derbarê van mijaran kirine,  dibêjim êdî ne hewceye dîsa ez serê xwendevanan bi van mijaran mijûl bikim.  Lê biborin, îro ezê dîsa serê … Continue reading Xweseriya “Demokratîk” li Rojava

“Dema navê Dublînê dibhêsim ez dîn dibim”

Azad Dalî li gundê Tel Xezalê ya bi ser Kobanê ve di sala 1986an de hatiye dinê û li dibistanê wê xwendiye. Li Helebê jî lîseyê stand lê ji ber xerabiya rewşa aborî ya malbatê nikarîbû xwendina xwe bidomanda û ji bo karê avakirinê çûbû Lubanê. Piştre weke gellek xortên Kobaniyê berê xwe da Cezayîrê seba karê kolandina bîran bike. Du sal li wir ma … Continue reading “Dema navê Dublînê dibhêsim ez dîn dibim”

General Selîm Îdrîs lêborînê ji Kobanê dixwaze

Hefteya borî şandeyeke ji opozîsiyona ereb li Sûriyê serdana Madrîdê kir û hevdîtin ligel wezîrê derve yê Spanyayê José Manuel García Margallo kiribû bi hêviya ku arîkariya aborî û lojestîk werbigre ji bo piştgiriya şerê li dijî rejîma Esed. Li ser serê vê şandê jî serokê berê yê Artêşa Azad doktor general Selîm Îdrîs bû. Îdrîs ligel du kesayetiyên din ji opozisyonê beşdarî panelekê bû … Continue reading General Selîm Îdrîs lêborînê ji Kobanê dixwaze